Bi beşdariya Serok Barzanî li Akrê ahengekî cemawerî ji bo piştgîriya referandûma serxwebûnê birêveçû

Bi beşdariya Serok Barzanî li Akrê ahengekî cemawerî ji bo piştgîriya referandûma serxwebûnê birêveçû

KRP.org

Birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ragihand: Biryara Parlemena Iraqê dijî gelê Kurdistanê mînakeke wê zorîneya siyasiye ku bangeşeyê ji bo wê dikin, ji vir ve bi Parlemena Iraqê dibêjim bi biryarên xwe da biçin ji ber ku îradeya gelê Kurdistanê bi we naşikê.

Ev gotinên Serok Barzanî li ahengekî cemawerî da hat ku roja çarşem 13.09.2017 li Akrê ji bo piştevaniya li referandûma serxwebûnê birêveçû.

Serok Barzanî li gotara xwe de bi dirêjî behsa wan sedeman kir ku wiha kir ku gelê Kurdistanê hêvî bi soz û rêkkeftinên li gel Bexda nemîne û ronahî kir ku ji bilî wê yekê li destpêka dirûstkirina dewleta Iraqê ÅŸeraketa rasteqîneya di navbera Kurd û Ereb mercekî serekî bû, bi dirêjahiya derbasbûyî beÅŸa me ji wê ÅŸeraketê her karesat û zulm û enfal û kîmyabaran û ruxandina 4500 gund bû, piÅŸtî rûxana rejîma Be’es jî ku hêviya me wiha bû Iraqekî demokratî federal ava bikîn, lê belê nehat kirin ÅŸeraketa rasteqîne ava bikîn ji ber ku ew eqliyeta desthilatdar bawerî bi ÅŸeraketê nîne.

Serok Barzanî ronahî kir ku me li peywendiyên xwe yên li gel Bexda hemû rêyek ceriband, lamerkeziyet û otonomî û federalî, encama wê jî îhmal kirina gelê Kurdistanê bûye. Ji ber ku desthilatdar jî guherîbin, çand û kultur neguheriye ku çanda xwesepandin û takrewî û bi pêvek dîtina xelkê Kurdistane û gelê Kurdistanê jî pêvekî û bindestiyê qebul nake.

Serokê Herêma Kurdistanê balkişand li ser wê yekê ku referandûm amrazeke ji bo wê yekê gelê Kurdistanê biryara xwe bi dinyayê rabigihîne û serbixwe bê, ewên ku daxwaza paşxistina referandûmê dikin, eger bedîleke wan heye ku gelê Kurdistanê bigihîne heman encam û armancê, bila bîxin rû nexwe misqalek ji wê biryarê paşvekêşiyê nakîn û referandûm li dema xwe ya diyarkirî de birêve diçê. Ronahî jî kir ku ewên dibêjin niha dema encamdana referandûmê nîne bila bersîva me bidin, em sed sale li benda wê ne, êdî kengê dema wê ye? diyare li rojimêriya wan da rojek ji bo biryardana gelê Kurdistanê li ser çarenivîsa xwe nîne.

Li beşekî dinê gotara xwe de Serok Barzanî tekez kir, referandûm mulkê çi kes û aliyekî diyarîkirî nîne, belku mulkê hemû gelê Kurdistane, di derbarê wan daxuyaniyan jî ku ji bo dijayetiya referandûmê tê bihîstin Serok Barzanî ragihand em destê birayetiyê ji bo hemû aliyek dirêj dikîn û gefê nakîn, lê belê ewê gefê dike û dixwaze îradeya me bişkîne, ewe meydan bila xwe taqî bike. Ewên gefê li me dikin, ne ew bi xwe û ne jî gefên wan bi xwe li cem gelê Kurdistan çi bihayekî nîne.

Serok Barzanî balkişand li ser biryara Parlemena Iraqê ya li dijî gelê Kurdistanê û ragihand: Ewe mînakeke wê zorîneya siyasiye ku bangeşeyê ji bo wê dikin û dixwazin bi zorîne biryar li dijî Kurd derbixin. Ji vir ve bi Parlemena Iraqê dibêjim bila bi biryarên xwe da biçin, ji ber ku îradeya gelê Kurdistanê bi wan naşkê.

Serok Barzanî ronahî kir ku destkeftên niha ya gelê Kurdistanê mineta kesî têda tûne, bi xwîna xwe me bi dest ve anî, eger bi wan hatiba kirin wan destkeftan ji destê gelê me derdixistin.

Serokê Herêma Kurdistanê li gotara xwe da balkişand li ser wê yekê ku dema wê hatiye xelkê Kurdistanê bibêje êdî bese bi rêkkeftina wekî Cezayîr û Lozan û hev awayên wê çarenivîsa me diyar bikin. Divê êdî xelkê Kurdistanê bi xwe çarenivîsa xwe diyar bike.

Serok Barzanî rû li xelkê Kurdistanê kir û ragihand: Dengê we giyanê şehîdan şad dike, dengê we dawî bi enfal û kîmyabaran û şewitandina gundên me tîne.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *