Nûredîn ZAZA îro li ser gora wî hat bi bîranîn!

Damezrênerê Partî Demokratî Kurdistan Sûrî Nûredîn ZAZA îro li ser gora wî hat bi bîranîn!

Di bîranînê de malbata Nûredîn Zaza bi taybet jin û kurê wî, berpirsîyarên sazî, komele, rêxistin û partîyên Kurd yên her beşê Kurdistanê beşdarî merasima bîranîna nemir Nûredîn Zaza bûn û peyamên xwe pêşkêş kirin.

Xanima Nûredîn Zaza Gilbert, Kurê wî Şengo, berpirsên PDK-S û PDKI li ser gora nemirê gorbehişt û tekoşer û rêberê doza Kurd û Kurdistan Nûredîn Zaza axaftinên xwe pêşkêş kirin û bi rûmet ew bi bîr anîn, xebat û tekoşîna wî yadkirin.

Ji gelek partî û rêxistinên Kurdistanî, peyamên bîranîna nemir Nûredîn Zaza hat pêşkêşkirin: bi taybet ji Bakurê Kurdistanê ji Cano Amedî, Îbrahîm Guçlu, Sînan Çîftyşrek, Latîf Epozdemîr, Mustafa Ozçelîk û Mesût Tek mesajên bîranîna Nûredîn Zaza hatin bi lêvkirin!

Em Nûredîn Zaza bi rûmet bi bîrtînin, hêvî dikin ku xebat û tekoşîna wî ji gelê Kurd re bibe rohnîya rizgarî û azadîyê!

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *