Nimûneyên Nîjadperestîya Osmanî, Îran û Komara Tirkî

Têkoşîna li ser Kurdistanê (kitêba Halfin)

Profesorê ”Beşa Têkilîyên Navdewletî” ya ”Enstituya Gelên Asyayê” ku girêdayê ”Akademiya  Îlmên Sovyetê” li Moskovayê Halfin di derbarê sedsala XIX. ya kurdan da bi navê ”Têkoşîna li ser  Kurdistanê” lêkolînek kirîye û ev lêkolîn ji alîyê Weşanxana Komal ve ji erebî hatîye wergerandin bo tirkî û di 1992an (çapa ewil 1976) da wek çapa duyemîn hatîye çapkirin. Pêwistî pê heye ku em ji vê lêkolîna hêja hin numûneyan pêşkêşî we xwendoxên hêja bikin da nejadperestîya dagirkerên welatê me çawa hatîye pêkanîn.

Henri Trotir, di salên 1880yan da li Kurdistanê Balyozê (konsolosê) Britanyayê bûye û di derbarê jîyana kurdan û rewşa wan a civakî da bi navê ”Kurdên Asya Biçûk”, kitêbek nivîsîye û bê şirove van rêzên jêrîn Halfin jê neqil kirîye ku gelek balkêş in. H. Trotir weha nivîsîye:

”Li Wanê, li ser navê 40 hezar hevwelatîyên kurd 17 reîsên kurd, daxwaznameyek (mazbatayek- muracaetek) amade kiribûn û teqdîmê gelwekîlê sultan kirin ku ew jibo islahata îdarî hatibûn Wanê. Di wê daxwaznameyê da kurdan ji hukumetê xwestibûn ku; bila mekteb werin çêkirin bi şertê ku mesrefên wan kurd didin; bila mecburîyeta kirina eskerîyê li ser wan rabe, wek ku bedêla wê ji xiristîyanan ra hatîye naskirin, divê jibo kurdan jî ew maf were qebûlkirin. Heta ew amade ne ku ji xiristiyanan zêdetir bedêl bidin jibo muafbûna ji eskerîyê. Kurdan, nerehetîya xwe dan xuyakirin ku li hemberî wan bi awayek dijmin muamele dikin û muameleya koleyan bi wan ra tê kirin û di ser da jî eskerîya mecbûrî ji wan tê xwestin. Kurdan nedixwestin ku di şeran da Osmanîyan biparêzin.”

Li vir bala mirov tê kişandin ku wan 17 reîsên kurd, çima bixwe mekteb çênekirine ku li gora daxwaznameya wan ew dikaribûne bixwe çêkin û mamosta jî peyda bikin bo perwerdekirina zarûkên xwe. Welê xuya dibe ku ew ji wê zanînê dûr bûne û zîrek nebûne ku hin şolên xwe yên herêmî bixwe çareser bikin û hêvîya navenda Stanbolê nemînin. Mirov daxwazên wan ên dayîna bacê û şola eskerîyê fam dike ku şolên navenda hukumeta Stanbolê bûye.

Halfin, nîşan dide ku gelek kesên esker, diplomat, misyoner, nûnerên hukumetan ku li ser navên Amerika, Almanya, Britanya, Rusya û dewletên dî hatine Kurdistanê; notên wan, bîranînên wan, raporên wan di derbarê kurdan û dîroka wan da rastîyan nedane zanîn û bi vî awayî ew ji rastîyan dûr ketine. Hindik kesan rastîyan gotine, lê li hemberî van rastîyan yên dî wê şolê di çarçoveya menfeetên dewletên xwe da girtine dest. Wek numûne Halfin, behsa lêkolîna Felçifiskî kirîye ku wî weha gotîye:

”Hemîyan bi awayek korefam jibo şola kurdî eleqeder bûn. Tu kes ji wan bi awayeke ciddî nexebitîn.”  (Halfin, kitêba ku li jor navê wê hatibû nivîsîn- knd -, r. 14-15)

Eşîrên Kurdên Koçer, maneya sînoran naxwazin nas bikin. Car caran ew ji alîyek diherin alîyê dî û bi vî awayî cîyê cîwarbûna xwe diguherînin. Ev hilbijartin, li gora başîya jîyana wan carna li alîyê Îranê û carna li alîyê Osmanî hatîye guhartin. Lê van eşîran ji ber ku li ser erdê xwe bûne, xwe qet biyanî hîs nekirine; belam her du alîyên sînor jî Kurdistan bûye.  Ev rewş bi sed salan jibo kurdên herêmê neguherîye. Loma Balyozê Ingiliz Taylor vê tespîta kirîye:

”Di navbera Îran û Osmanî da gelek caran şolên sînorî çêbûne û jibo van şolan têkoşîna wan xwe nîşan dane; ji ber ku kurd carna derbasî alîyekî sînor bûne û bûne hevwelatîyê wî alî û carna jî berewajê wê. Digel şola sînorî jibo her du dewletan berdewam kiribe jî; lê kurdan her tim xwe di welatê xwe da hîs kirine û ew şol jibo wan çênebûne, wan jibo başîya jîyana xwe sînor guhartine.” (Halfîn, knd, r. 21)

Emidyo Cobir, wek temsîldarê Napolyon di 1805-1806an da seyahata Îranê kirîye da ku bi Şahê Îranê ra biaxife. Ew jibo kurdan weha dibêje:

”Gel, cîyên ku rêwî li wir derbas dibin, digel mî an berxa ku jibo mêvanan şerjêbikin, girtine nik xwe û rûniştîne û li benda mêvanan in. Yên ku li van deran rêwîtî kirine, pê dizanin û ne xerîbê wî tiştî ne. Ew ji ber ku ji nîyeta xelkê bawer in, ji wan kesên ku bibin mêvanên wan natirsin. Dema xerîbek (bîyanîyek) were, kurd nêzîkî wan dibin û; ”Ehlen we sehlen. Xwe li mala xwe bihesibîne, em li vir benda mêvanan in ku wan biezimînin û xizmetê bikin” dibêjin. Piştî wê, ew mêvan û heywanê wî dibin hundur û pêdivîyên pêwist pêşkêşî mêvanê xwe dikin. Mêvan dema ji wir bi rêkeve jî xwarin û vexwarinên pêwist jibo rêwîtîyê didinê û wî bi rêdikin.” (Cobir, Kurdistan, r.181, jêder, Halfîn, eynê eser r. 27)

Nivîskarê Ermenî yê mezin Xaçator Abofîyan, di nav kurdan da zêde jîyaye û wek lêkolînerekî li ser xisûsîyetên kurdan weha nivîsîye:

”Eger kurd sozê bide (sond bixwe) ku malê kesekî/e biparêze ango sira kesekî veşêre, ew jîyana xwe dide lê xîyanetê nake. Gelek caran kurdekî xizan, xwarin an cilên xwe daye yekê ku ji wî xizantir bûye û lazimîya wî/wê pê hebûye. Kurd ji neteweyên dî ku li rojhilat dijîn, zêdetir rûmeta jinê dizanin.  Eger kurdan keys û firsenda jîyaneke daîmî û nûjen bidîtana, di maneya temamî ya wêjeyê da wê kurd bibûna qehremanê rojhilatê.” (Xaçator Abofiyan , Kurdan, r. 226-228, Jêder, Halfin, Eynê eser, r. 27)

Dîsa di 1840an da lêkolînerê Rûsî Ditil ji Musulê weha behs dike:

”Kurdekî ku bi tawanbarîya li dijî dewletê hatîye, li meydana bajêr kirin nav sacek ku li ser agirê vêketî bû, vî kurdî bi zindîtî li ser agir şewitandin. Dîsa kurdekî ku ketibû nav serhildanê, xistin nav ava kelandî û bi şikenceyê kuştin. ”

Ditil wexta di 1840î da seyahat bo Îranê kirîye weha gotîye:

”Zumreyeke cilqetandî ku li ser milên wan îşaretên sipî hene. Evana hêzên hukumetê ne ku ji wan ra serbaz dibêjin, evana esker in ku tu kes cesaret nake li hemberî wan raweste û evana parêzvanên milet in û xwedanê mafên bêsînor in. Van serbazan rîyan dibirin, dizî dikin, şêlandinê dikin. Ev dibin semedên bêkarîyê, tiralîyê, xizanîyê (feqîrîyê) û birçîbûnê. Gundîyên ku bikaribin xwe ji van û ji cendirmeyên Osmanîyan ku li ser sînor in biparêzin, zar û zîçên xwe û alavên xwe yên ku dikarin digel xwe bibin, digirin û direvin da ku li hin deran xwe veşêrin. Ev eşqîyayên dewletê jî bax û bîstanên ku dikevin navê xesp dikin, talan dikin, her tiştên çinandinê ji cî radikin. Eskerên Osmanî jî li herêmên xwe heman tiştên ku eşqîyayên Şahê Îranê dikin, ji wan kêm namînin. Ew tirsê belav dikin derên ku dikevin wir û her tiştên bi qîmet ku dibînin, bi zorê dest datînin ser û dibin. ” (28)

Di 1879an da dema Balyozxana Rusî li Dîyarbekrê vedibe, Balyozê Dîyarbekrê Yakimaniski ji Elçîyê Rusyayê yê Stanbolê ra weha nivîsîye:

”Gelê ku li vir dijî, ne karê wan hene û ne jî garantîya ewleyîya jîyana wan. Mekanizmayek tune ku kesayetan li hemberî tundutûjîyê (tecawizê) biparêze. Nîzama derebegî, hişkîtîya dînî, zordarîya milkdaran, hestîyên pişta vî gelî diterikîne û ji her tiştî ra dibe asteng ku geşbûnek jibo qencîya wan çêbe. Xelkê vir bi şexsîyeta xwe, bi ked û malbata xwe ve di bin teserufa desthilatîya zilmê da ne.” (r. 27)

Konsulê Britanyayê yê Erzurumê di 1838an da jibo welatê xwe weha nivîsandîye:

”Rêvebirîya li vir pir xirab e û li ser navê ewlekarîyê fesadî, bertîl û şêlandina xezîneyê, qerekterên Împaratorîyên Osmanî û Îranê ne ku hînbûyî ne. Zehmetîyên ku ji xirabîya nîzama dewletê çêbûne di stûyê xelkê da maye. Car caran rêvebirên Îranî an Osmanî ku ketine nav hewildanên serastkirinê (islahatê), ew jî emirkin dibin û di nav sînorên teng da dimînin. Ango islahatên weha yên li ser kaxiz dimînin ango li pêşberî astengkirinên çîna serdest tên. Hin kesên ku silametîya dewletê û welat dixwazin û jibo wê dikevin nav hewildanan, serên wan tên jêkirin.” (Halfin, r. 23)

Zapitê (Binbaşî) ingiliz Rawlinson, di derbarê Serhildana Rewanduzê (1835- 1837) da behsa kurdên ku pê ra axifîne dike û weha dibêje: ”Em bi hemî hêza xwe di tevaya rojê da dixebitin, lê gepek (parîyek) nan ku dikeve destê me, ew bes nîne ku zikê me têr bibe. Em, zarûkên me, jinên me (eyalên me), em hemî pêxwas in, birçî ne.” (Halfin, r. 55)

Qehremanîya Serokeşîretek Jibo Nasnameya Kurdevînîyê!

Serokeşîrekî kurd, derdora 30 salî di 1837an da ji Hafiz Paşa ra weha gotîye:                                                                                             ”Ez tu car qebûl nakim ku yekî nekurd bibe efendîyê (serokê) vî miletî!”

”Kesê ku hatibû dîlkirin, kurdekî derdora 30 salî xuya dikir; xortekî çeleng, rûyê wî xweşik, reîsê (serokê) eşîretekê bû. Bi awayeke kemilî û bi heybet diaxifî û weha digot: ”Ez tu car qebûl nakim ku yekî nekurd bibe efendîyê (rêberê- serokê) vî miletî!” Hevdîtin û gengeşe du roj dom kir û di dawîyê da Hafiz Paşa biryara xwe da. Li meydanê sîtilek ava kelandî amade kirin û vî xortî xistin nav ava kelandî û kuştin. Ev zilma Hafiz Paşa li ser vî xortî qet tesîra tirsê çênekir. Ev xort heta nefesa xwe ya dawîyê cixara xwe kişand.” (Minorski, end. R. 62-63)

Ev bûyer di dereceya hovîtîyê da li pêşberî çavên gerokê fransiz Pojoulat qewimîye. Bûyer di 1837an da ji alîyê Hafiz Paşa ve hatîye bicîkirin. Bûyer, ji devê Pojoulat derketîye û Minorski jî nivîsîye.

Axiftina gotinek kurdî, 5 quruş ceza bûye

Bifikirin ku di salên 1920-1930yan da li herêma Kurdistanê, dervayê %3- 4ê nufûsê, yanê %97- 96ê nufûsê kurd in û piranîya wan jî xwendin û nivîsîna wan jî tuneye; lê hukmê Kemalizmê cezayê peredayînê danîye pêşîya xelkê ku divê bi tirkî biaxifin û kurdî neaxifin. Hem jî vê cezayê bi qanûnekê dane pejirandin ku li gora wê jibo her gotineka kurdî 5 quruş ceza divê were dayîn. Loma dewletê ferman daye memurên xwe ku li xelkê ceza bibirin dema ew kurdî biaxifin. Wê demê – yanî 1930- buhayê mîyek 50 quruş bûye. Dema gundîyek ku qet tirkî nizane, ji gundê xwe here bajêr da ku hin alavên xwe bifroşe û hin tiştên pêwist ji bajêr bistîne bo mala xwe; eger ew rastê memûr û qolçîyan were, jibo hevokek an du hevokên kurdî axiftinê, mecbûr e ku jibo 10 gotinan 50 quruş ceza bide. Di vî derbarî da Waliyê Erzincanê Alî Kemalî Beg, di kitêba Erzincanê da behsa vê sosret û hovîtîyê kirîye. (Ali Kemali, Erzincan Tarihi 1932)

Eger gundîyek mîyek bibe bajêr û bi 50 quruşî bifroşe û ji neçarîyê wek li Dîyarbekrê, li Derê Mêrdînê hatîye jîyandin, gundîyê reben hemî pereyên xwe dide qolçî da ku heta êvarê bi awayeke azad bi kerê xwe ra kurdî biaxife. Gundîyekî weha, eşkera ye ku perên mîya xwe hemî wek ceza dide dewleta dagirker û jibo mala xwe nikare tiştek jî bistîne û destvala vedigere gundê xwe. Eşkera ye ku cezayekî weha jibo axiftina zimanekî, dibe ku li seranserê cîhanê numûneyeke weha qet nehatibe dîtin. Lê em behsa hukmê Kemalizmê dikin ku ev Sistema Ankarê mirov nikare tenê bi faşistîyê ango kolonyalizmê jî îzah bike. Karanînên faşistîyê û kolonyalizmê li ber karanînên Sistema Ankarê pir sivik dimînin. Loma Sistema Ankarê, jibo neteweya kurd û yên dî yên dervayî tirk, tam barbarî ye, yanî hovîtî ye.

Nivîsar Didome/ Siddîq Bozarslan

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir