DIVÊ EM JI RASTÎYÊN DÎROKA XWE NETIRSIN!

Zinar Soran

Bi munasebeta şehadeta 50 salîya sekreterê PDKT Seîd Elçî, me xwest ku em bikaribin programekê li ser ”bûyera herdu Seîdan” amade bikin. Armanca vê programê ev bû ku piştî 50 salan bi qasî ji destên me were, em bikaribin hinek alî û quncikên vê bûyerê ku ji alîyê beşekî raya gişî ya kurdan ve zêde nayê zanîn, ya jî ne zalal in rohnî bikin. Pêşî me xwest ku em programek bi beşdarîyek firehtir ya ji şahidên zindî yên beşên vê bûyerê û herweha yek-du kesên ku li ser vê mijarê xebat û lêkolîn kirine, amade bikin. Di vî warî de, min bi birêz Saîd Aydogmuş jî re sohbet kir. Lê weke ku di nivîsa xwe de jî nivîsandîye, wî li programek bi vî awayî zêde germ nedinerî û zêde jî ne terefdarê programek weha bû. Piştî dan û stendinên bi çend camêran re, me dît ku pêkanîna programek weha fireh zahmet e. Di encama van hewldanan de, di 24ê hezîrana 2021ê de, di programa ”Xweşbêrka Dembidem”ê ya Çarpel Mediyayê de, bi beşdarîya birêz Şakir Epozdemir ku endamê damezrîner yê PDKT û şahidê beşekî pevajoyê ”Proje û bûyera herdu Seîdan” bû;  birêz Reşo Zîlan ku yek ji endamên Koma Azadîya Kurdistanê-KAKê û ji şirîkên ”Projeya Başûrê Kurdistanê, ya ji bo avakirina partîyek nû, nûjen, fireh û hevbeş” bû; herweha yek ji wan kesên di nav grûpa peşî de bû ku bi Dr. Şivan re çûbû Başûrê Kurdistanê;  min û birêvebirê programê birêz Mûrad Ciwan, programek li ser bûyera herdu Seîdan pêk anîn.

Birêz Seîd Aydogmuş di 13 tîrmeha 2021ê de, di Facebooka xwe de li ser Programa Çarpel Mediayê ya bi navê ”50 Salîya Bûyera Herdu Seîdan” nivîsek nivîsandîye. Hinek bi derengî haya min ji vê nivîsê çê bû. Di vê nivîsê de hinek gilî û gazin û hinek jî nirxandinên ku eleqeya wan bi vê programê re tuneye hatiye kirin. Herweha hinek “nesîhet” û rexneyên ne di cih de hatîye kirin. Bi kurtayî nivîsek tevlihev û bê ser û ber e. Min bi xwe ji birêz Aydogmuş hevî nedikir ku di mijarek wehe girîng de, nivîsek weha binivîse.

Bê gûman di programek weha de, ne mumkun e ku mirov bikaribe bi hûrgilî, li ser her alîyên bûyerek weha piralî û grîft raweste. Lê di programê de, bi bi kurtayî be jî li ser jiyana herdu Seîdan, pêwendîyên nav wan, “projeya avakirina partîyek fireh û hevbeş” ya di nav  Seîd Elçî, Seîd Kirmizitoprak û KAKê de, pêvajoya grûpa pêşîn ya ji bo vê armancê derbasî Başûrê Kurdistanê bûbû, rewşa grûpê ya li Başûrê Kurdistanê, avakirina yekalî ya PDK-T ya Dr. Şivan, gûrbûna nakokî û berberîya navbêna herdu Seîdan û herdu Partîyan, pêvajoya bûyera kuştina Seîd Elçî û hevalên wî, desteserkirina Dr. Şivan û hevalên wî, lêpirsîna li Bamernê ya ji alîyê karbidestên Şoroşê û PDKI yên herêma Behdînan, girtina Dr. Şivan û hevalên wî û şandina wan ya Gilalayê, hate rawestandin.

Dîsa bi kurtayê be jî ez li ser rola dewleta Turkîye`yê, rola hinek karbidestên PDKI û bi taybetî berpirsiyarên herêma Behdînan û herweha rola tarz û awayê xebata siyasî û rêxistinî ya Dr. Şivan di bûyera kuştina Seîd Elçî, Mihemedê Begê û Ebduletîf Savaş de rawestîyam û min ew hersê faktor jî bi awakî zelal dest nişan kir.

Lê teva vê rastîyê jî birêz Aydogmuş li gorî xwe çarçeweyek sedem û sersedemên vê bûyerê nîşan dide û programê bi awakî neheqî tohmetbar dike:

”Di programa ku 24ê meha çûyî de hatiye pêşkêşkirin de; di şûna ku li ser sedem û sersedemên ”Bûyera” navê wê derbas dibe de rawestin, ev bû programek ku di serî de Seîd Kirmizitoprak (Dr. Şivan) herdu Seîdan rexne bike û gunehbar bike. Mala Xwedê ava ku Mûrad Ciwan berî program bi dawî were di maneya ku mirov dikare ”di bûyerê de rola Turkîyeyê û PDKI jî gotûbêj bike got û Zinar Soran jî weke ku ”dibe” ew teyîd kir. Yanî di programê de, li ser faîlê esasî û kesên pêkanîneyên ”Bûyerê” tiştên hatine gotin, hemû ev bûn…”

Gava mirov li vê îdeaya birêz Seîd Aydogmuş dinere, mirov şaş dimîne û dibêje ma gelo birêz Aydogmuş li ser vê parograma ”50 Salîya Bûyera Herdu Seîdan” dinivîse? Gelo, ew li ser kîjan aghadrîyên programê dighêje encamek weha? Birêz Aydogmuş, rastîya naveroka programê serûbinî hevdû dike û nivîsa xwe weha didomîne:

”Em ji dewsa xwedîyê eslî yê projeyê û yê ku proje pêkanîye Başûr tometbar bikin, em qurbanên Bûyerê” herdu Seîdan, partîyên wan û herweha hevdû gunehbar dikin. Loma jî em bi vê ”Bûyera” trajîk atmosfera xwe ya siyasî jahrdadayî dikin; di dewsa yekitîyê, cihêtîyê gûr dikin; ji şûna ”bûyer” weke mijara dîrokê bê hiştin û bispêre dîrokê, em vê di pêvajoya me ya siyasî de, bi taybetî weke bomabayek hergav ji teqandinê re amadeye diparêzin…

Bêguman, bûyera herdu Seîdan perçakî dîroka me ya nêzîk e. Bûyerek piralî, trajîk û diltevzînî ye. Lê ev nayê wê maneyê ku divê em li ser vê bûyerê ranewestin; heta mumkun be, em alîyên wê yên tarî rohnî nekin, li ser sedem û encamên wê lêkolîn û gotûbêjan nekin û dersên pêwîst jê dernexin.

Seîd Elçî û Seîd Kirmizitoprak du kesayetîyên siyasî yên girîng yên Bakurê Kurdistanê ne. Nerînên wan yên siyasî, awayê xebat û tarzên wan yên rêxistinî weke gelek siyasetmedar, rewşenbîr, lêkolîner û nivîskarên kurdan min jî ji nêzîk ve eleqeder dike. Di vê derê de, ya girîng û esasî ev e ku sînorên jiyana şexsî, dijminatîya şexsî û bêbextî û sînorên nîrxandinên siyasî û terzên xebata siyasî û rêxistinî bi xetên qalind zelal bin û tevlihev nebin.

Bêguman mirov dikare di hinek alîyên van lêkolîn, analîzan û encamên wan de weke hevdû nefikire, di van waran de xwedîyê bîr û bawerîyên cihê be. Ev jî tiştekî gelekî xwezayî ye.

Bi ya min, divê em ne vê mijarê û ne jî mijarên din yên xebat û têkoşînên siyasî û dîrokî weke ”tabû” û ”ziyaret” nebînin.  Di lêkolîn û analîzên siyasî, civakî û dîrokî de, ya girîng ew e ku mirov heta mumkun be objektîf be, neheqî û bêbextîyan neke!

Weha diyar dibe ku hinek kes bi zanebûn ya jî bi nezanî agahdarîyên vê programê serûbinî hevdû dikin û îdea dikin ku `di programê de, bi giranî Seîd Kirmizitoprak, herdu Seîd ji nû ve hatine mahkeme kirin û mahkûm kirin.`  Bê guman ev îdea û propoganda ne rast in û ji rastîya programê jî gelekî dûr in. Weke peyvek pêşîya dibêje: ”Ma Şam dûr e, mişar jî dûr e!”. Fermo, program hê li ser Youtubê ye.

Ji nivîsa birêz Seîd Aydogmuş jî diyar dibe ku ew jî di hinek waran de weha difikire û loma jî weha dinivîse:

Di şûna ku li ser sedem û sersebebên ”Bûyera” navê wê derbas dibe de rawestin, ev bû programek ku di serî de Seîd Kirmizitoprak (Dr. Şivan) herdu Seîd rexne bike û gunehbar bike.”

Ev îdeayên birêz Aydogmuş ji rastîyê dûr in û bêbingeh in. Eger hevalê Seîd carek din bi hûrgilî li programê guhdar bike, ez bawerim ew ê bi xwe jî vê rastîyê bibîne.

Birêz Seîd Aydogmuş di vê nivîsa xwe de diyar dike ku ev bûyer, projeya bêrêxistin û bêserok hiştin û tasfîyekirina tevgera Bakurê Kurdistanê bû û di vî warî de weha didomîne:

”Bûyera trajîk ya` herdu Seîdan` projeya tasfîyekirina ji nû ve vejîn û bihêzbûna tevgera neteweyî ya Bakurê Kurdistanê ye; projeya bi rêxistin û serokên wan bêserî / bêpêşenghiştinê ye. Xwedî û plankerê vê projeyê Dewleta Cumhûrîyeta Tirkîyeyê ye. Mixabin, ev proje ji alîyê Başûrê Kurdistanê, Partîya Demokrakrat ya Kurdistana Iraqê (PDKI) ya jî hinek aparatên wê hate pêk anînin. Gava ez dibêjim aparatên PDKI, qesta min karbidestên partîyê yên Zaxoyê ne ku ji dewsa nakokîyên navbêna hedu Seîdan û partîyên wan de çareser bikin, bi hinek komployan ew bêtir li hevdû sor kirin û bûyer gihandin wê encama trajîk…”

Teva ku di hinek hûrgilîya analîza van nerînên li jor hatiye nivîsandin de, ez weke birêz Seîd Aydogmuş nafikirim jî, lê bi awakî giştî di du tespîtan de em ”weke” hevdû difikirin. Yek jê rola dewleta Tirkîyeyê ya di vê bûyerê de; ya din jî rola hinek karbidestên Şoreşê û berpirsiyarên PDKI yên herêma Behdînan ya di vê bûyerê de. Di programê de, teva rola dewleta Tirkîyeyê û hinek karbidestên PDKI yên Behdînan; bi kurtayî be jî min rola tarz û awayên siyasî û rêxistinî ya Dr. Şivan ku yek ji sersedemên bingehîn yê vê bûyerê ye jî dest nîşan kir. Lê gelekî balkêş e, birêz Seîd Aydogmuş di vî warî de, behsa rola tarz û awayên xebata siyasî û rêxistinî ya Dr. Şivan ku di pêvajoya ”projeya avakirina partîyek hevbeş” û ”bûyera kuştina Seîd Elçî, Mihemedê Begê û Abdulletîf Savaş” nake!

Gava mirov nivîsên berê yên birêz Seîd Aydogmuş yên li ser rola helwest û planên Dr. Şivan ya di bûyerê de û vê nivîsa wî ya niha bide ber çavan, mirov dê bibîne ku bê ahengîyek berbiçav di nav nirxandin û helwestên wî de hene:

”Li gorî PDKT, PDK-T ya Dr. Şivan di çavên Tevgera Berzanî de gihaştibû mertebeya ku Bakur temsîl bike, PDKT bi dereceya ku mektûba berpirsiyarên wê, bê ku bê xwendin, bê çirandin û avêtin de ji çavan hatibû derxistin.

Îdeaya ku PDKI, PDK-T weke nûnerê Bakur qebûl dike; PDKT ji derve hîştîye û ji çavan derxistîye ne rast bû; ev Dr. Şivan ji kûr de diponijand, xebat û planên wî asteng dikir; înad û îhtirasa wî dixist dewrê û dibû sedemê ku hinek amadekarî û planên ku wî weke ”komplocî” binirxîne û bibe sedemê bidawîanîna wî ya trajîk, amade bike…” (Yakin Tarihimizde ”Iki Sait” olayi)

Birêz Aydogmuş di nivîsa xwe ya vê dawî de, weke ku naxwaze li ser rola Dr. Şivan ya di vê bûyerê raweste û di ser vê rastîyê re gav dike.  Ew dibêje ”xwedî û plankerê bûyera herdu Seîdan Dewlata Tirkîye ye; yê ev plan pêkanîya hinek aparat û berpirsiyarên PDKI ne” û ewqas!!! Ma birêz Saîd Aydogmuş pê nizane ku Dr. Şivan bi rêya endamê Komîteya Navendî yê PDKT û qasidê navbêna Seîd Elçî û Dr. Şivan Feqî Husên destdanîye ser komîte û endemên PDKT ya Seîd Elçî û ev bi serê xwe jî bûye sedemên geşbûn û gurbûna nakokî û berberîyên nava herdu Seîdan û herdu partîyan û hwd…?

Dîsa di vê programê de, min bi awakî pir zelal diyar kir ku ”ger Dr. Şivan li gorî peymana di nav wî, Seîd Elçî û KAKê de tevbigerîya û li ser esasê vê peymanê partîyek hevbeş ava bikira, ez bawerim wê tevgera neteweyî û demokratîk ya Bakurê Kurdistanê, ne di rewşa îro de bûya…”!

Mixabin ji nivîsa hevalê Seîd Aydogmuş weha diyar dibe û weke ku ew naxwaze kesên din jî êdî li ser vê bûyerê rawestin, sedem û encamê wê binirxîne, bi qasî agahdarî û belgeyên li ber destan hene, hinek quncikên tarî yên vê bûyerê rohnî bikin. Lê divê em ji bîr nekin ku kesekî li ser vê bûyerê herî zêde nivîsandîye jî birêz Seîd Aydogmuş e. Gelo ji bo çi ew vî mafê ku ji bo xwe rewa dibîne, lê bi argûment û îdeaya ku ”em bi vê ”Bûyera” trajîk atmosfera xwe ya siyasî jahrdadayî dikin; di dewsa yekitîyê, cihêtîyê gûr dikin; ji şûna ”bûyer” weke mijara dîrokê bê hiştin û bispêre dîrokê, em vê di pêvajoya me ya siyasî de, bi taybetî weke bomabayek hergav ji teqandirê re amade ye diparêzin…” ji bo kesên din vî mafî zêde dibîne?

Di encamê de; ez dixwazim diyar bikim ku ez ne li dîjî nirxandinên cihê û rexneyan im. Herweha ez di vê bawerêyê de me ku bê rexneyên objektîv û çêker, em dê nikaribin gelek kêmasîyên xwe bibînin û wan sererast bikin.

Bi hevîya xweşbînîya ji nerînên cihê, rexneyên objektiv û berhemdar û bi rêz û silavên min!

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *