Barzanî li ser çiyayê Şingalê: Beşek biçûk ji Kurdistanê di destê DAIŞê de maye

Çiyayê Şingalê (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî çû ser çiyayê Şingalê û wiha got: “Arezûya min ew bû ku li ser vî çiyayî pîrozbahiya serkeftinê li gelê kurd bikim. Şukur ew jî hat cîh.”

Serokê Herêma Kurdistanê îro gihîşt ser çiyayê Şingalê û li wir civîneke rojnamevaniyê li dar xist.

Barzanî beriya her tiştî pîrozbahî li kurdên êzîdî kir ku beşek mezin ji devera Şingalê ji aliyê Pêşmerge ve hatiye standin û diyar kir ku Pêşmerge serkeftineke dîrokî bidest xist û wiha got: “Arezûya min bû ku ez li ser vî çiyayî pîrozbahiya serkeftinê li gelê kurd bikim. Şukur ew jî hat cîh.”

Mesûd Barzanî da znaîn ku beşek pir biçûk ji Kurdistanê di destê DAIŞê de maye û dê wê jî rizgar bikin.

Serok Barzanî her wiha spasiya Pêşmerge û gelê Kurdistanê kir kir û silav li şehîdan jî kir û wiha axivî: “Ez piştrast im ku ew niha bi vê serkeftina me kêfxweş in.”

Barzanî di bersiva pirsa Rûdawê de ku gelo hêzên Pêşmerge dê tevlî şerê Mûsilê bibe yan na, got, eger hikûmeta Iraqê bixwaze Mûsilê rizgar bike ew dê li ser bifikirin û wiha got: “Em amade ne alîkariya hikûmeta Iraqê bikin. Ji bo lêdana DAIŞê ti şert û mercek pêwîst nake.”

Ji rudaw

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *