NEWROZ, sala nû ya kurdan e.
NEWROZ, destpêka biharê ye. Sersala miletên din zivistanê dest pê dike, lê sersala kurdan biharê dest pê dike.
Newroz, bihar, zîndîbûnê û afirandinê û kelecaniyê temsîl dike.
Bila sala nû li hemû kurdan pêroz be.
NEWROZ, cejna milî ya kurdan e.
NEWROZ, ji derveyî kurdan, cejna miletê din e jî.
Bila NEWROZ li me hemû kurdan û li hemû miletên din pîroz be.
NEWROZ, ji bona kurdan azadiyê û rizgariyê û serxwebûnê temsîl dike.
NEWROZ, têkoşîn û çand û dîrok û edebiyad A KURD e.
Hezar mixabin NEWROZ, bi dehan salan ji aliyê dewleta kolonyalîst de hat qedexe kirin. Loma jî kurdperweran û kurdan bi tevayî di şertên gelek zehmet de, rîsk û xeterî girtin ber çav, NEWROZ pîroz kirin.
Pîrozkirina Cejna NEWROZê, di şertên qedexe de bû sedem ku gelek kes hepis bibin, eşkênce bibînin; bên darizandin û ceza kirin;  bên kûştin.
Lê çend sal in ku kurd bi nîv-azadî Cejna NEWROZê pîroz dikin.
Berê zor û qedexe ya dewletê li ser Newrozê hebû. Nûha jî dewlet gorî çanda xwe ya siyasî û civakî NEWROZê pîroz dike û dixwaze NEWROZê bixe bin tekel / bandora xwe.
Di hemandem de jî tekela / bandora PKKê li ser NEWROZ a Bakûra Kurdistanê heye.
Loma jî divê kurd cejna NEWROZê:
*Gorî standart û pîvanên milî yên giştî;
*Gorî çanda kurdî,
*Gorî kevneşopiya dîrokî ya NEWROZê,
*Gorî rûhê milî,
*Bi kurdî,
*Ji hêjayiyên kurdan re rêzgirtî,
*Bi awayekî pirrrengî,
*Bi awayekî milîter ne, bi awayekî sivîl û demokrat,
pîroz bikin.
Loma jî divê kurd ji derveyî Dewletê û PKKê gorî van pîvanan NEWROZê pîroz bikin.
Hêvîdar im ku Newroza îsal ji dewletbûna Kurdistanê re derfet çêke.
Ew rêxistinên li dijî dewletbûna Kurdistanê ne, deşîfre bibin û gelê me ji wan dûr bikevin; ji dewletbûna xwe re xwedî derkevin.Â
Ji bona dewleta Kurdistanê, ji Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî re piştgir bin. Lewra ew îro temsîla tevgera milî û miletê Kurdistanê dike. Ew xwediyê projeya dewleta serbixwe ya Kurdistanê ye.
Dîsa ez hêvîdar im ku DAEŞ li Kurdistanê û li Rohilata Navîn ji holê rabe, xwîna gel ya diherike bisekine.
Amed, ADAR 2017