Ezmûna ŞENGAL

Êrîşa Şingal, êrîşa nava mala her Kurdekî ye! Her Kurdê ku wê çawa mal, namûs û jîyana dê û bav, jin û zarokên xwe biparêze, divê bi vê xîretê Şingal û gelê Êzîdî biparêze, di gazî û hewara wan here!

Ji destpêka dîroka dewlet û împaratorîyên dagîrker, talanker û mêtinkar yên mîna Akadî, Babîlî, Romî, Persî, Abasî, Emewî, Mongolî, Safewî û Osmanî`yan heta îro kî li Rojhilatanavîn serwer bûbe, ji ber egerên jeo-stratejîk/polîtîk, aborî û lojîstîk pêşî êrîşî Kurdistan kirine.

Her hêzek dagîrker bi bahanakê êrîşî Kurdistan kirine: hinekan rasterê ji bo talanê, hinekan jî belavkirina medenîyet û ol kirine mane. Lê armanca tevan ya rastî talan û serwerî ye. Ji bo vê talanê heta dawî bê asteng bibin serî, divîya gelê Kurd bişibihandana xwe; wî ji ol, bawerî û hemû rûmetên wî dûr bixistina.

Ol û bawerî, hêza herî zexm e ku civatekê bi hev girêdide û li pêya dihêle. Loma neyarên gelê Kurd ji bo êrîşên xwe, bi giranî ol kirine bahane û fetwayê kuştina Kurdan derxistine. Saddam, hemû Kurd wek dijminê îslamê îlan kir û loma li hemberî hemû Kurdên Başûr biryara “Enfal” derxist û dest bi qirkirina wan kir!

Di van êrîşên dagîrkeran de gelê Kurd yên beşê Êzîdî, Zerduştî, Yaresanî, Elewî zerarên herî zêde dîtîne û bi taybet Êzîdî qirkirinên herî giran û mezin jîyane.

Di serê Ezîdîyan re 73 qirkirinên mezin derbas bûne û vê êrîşa DAIŞ jî qirkirina 74 an e.

Heta îro xwedîkî Êzîdîya tune bû. Di dîrokê de, gelek caran dijmin hinek hêzên Muslumanên Kurd jî bi tengala xwe dixist û êrîşî wan dikir. Lê îro dewletek bi navê Herêma Kurdistan ya Federal, bi hemû îmkan û hêza xwe li pişt gelê xwe yê Êzîdî ye; amadeye ku bi ruh û canê xwe wan biparêzin.

Gelo Herêma Kurdistan çima hesabê êrîşa DAÎŞ nekir û hêzek xurt ya parastinê li Şingalê bi cîh nekir? Gava ku çekdarên terorîst yên DAÎŞ êrîşî Şingalê kirin, gelo bi rastê hinek yekîneyên pêşmerge revîyan!? Divê lêkolîna van her du pirsan bê kirin û kesê şaşî di vî warî de kiribin, bi tundî şermezar bibin û bên ceza kirin!

Bi sedên salan e ku gelê Kurd yên beşê Yezdanî (Êzîdî), ji bê dewletbûnî û bê xwedîtî tên talan kirin û qir kirin. Berî wan yan piştî wan Kurdên bune Musluman jî muheqeq di yek talan û qirkirinê re derbas dibin.

Kurdino, ma ji vê lîstîka zodar ya bi xwîn û jan re ne bes e!? Heger Êzîdî nemînin, wateya hebûna Kurd û Kurdistan çi ye!?

Li ser rûyê vê dunyayê ji xeynî Kurdan Êzîdî hey e? Êzîdî, bi ziman, çand û hemû hebûna xwe Kurd e û wê her Kurd bimîne! Loma parastina Êzîdîyan, parastina Kurd û Kurdistanê ye.

Îro Kurdên hemû cîhanê, li beramberî ezmûnek dîrokî, sîyasî û netewî ne: êrîşa Şingal, êrîşa nava mala her Kurdekî ye! Her Kurdê ku wê çawa mal, namûs û jîyana dê û bav, jin û zarokên xwe biparêze, divê bi vê xîretê Şingal û gelê Êzîdî biparêze, di gazî û hewara wan here! 7-8-2014

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *