NEWROZ: Kevintirîn hêjaya neteweyî ya kurdan e.

Îbrahîm GUÇLU

(ibrahimguclu21@gmail.com)

Newroz, 2500 salî zêdetir e ku kurd wek cejna milî û roja têkoşîna rizgarîxwaz pîroz dike. Loma jî ez dikarim bibêjim ku kevintirîn hêjaya neteweyî ya kurdan e. Bi jiyana kurdan ya dîrokî re li hevkirî ye.

 21ê Adarê, Newroz e. Di 21ê Adarê de rojek û demsaleke nû ji bo kurdan dest pê dike. Newroz, cejna kurdan ya neteweyî ye. Sembola azadî, serxwebûnê, xweşî, vejînê, têkoşîn û afirandinê ye. Ji bona dewlet û hêzên dagîrker û kolonyalîst û nîjadperest, roja tirs û hejandina sîstem û pergala wan e.

Rojên berîya Newrozê, keç û bûkên, kal û pîrên, jin û mêrên, zarok û ciwanên, karker û gundîyên, rewşenbîr û hunermendên Kurdistanê, ji bona ku li Başurê- Rojhialatê-Rojavayê Başurê-Bakurê Kurdistanê Newrozê pîroz bikin, bi kelecanîyeke mezin, bi hestekî paqij û bi azadî xwe amade dikin. Ji bona stranan bibêjin, govendê bigrin, gotarên naverok dagirtî pêşkêş bikin; kirinên dewletên kolonyalîst mehkûm bikin; li çiya û deştan, li gund û bajaran ji bona ku dengên xwe yên azadîyê û serxwebûnê bilind bikin, xew nakin û hemû karên xwe îptal dikin.

Kurdan di bin tade û qedexeyên gelek hişk de her dem Newroz pîroz kirine.

Di sedsala 21-an de jî, beşbûna Kurdistanê û statuya ji kolonîbûnê xerabtir li Kurdistanê dom dike. Kurdistan wek kolonîyekê jî, xwediyê statuyeke hiqûqî nîne û bêstatû ye. Li dinyayê neteweyên ji neteweya kurd wek serhejmar û erd qelstir in, xwedîyê dewlet in. Lê kurd li Rojhilata Navîn, wek neteweyeke bi serhejmar duyem, ji dewletbûnê mahrûm e.  Ji derveyî Başûrê Kurdistanê, neteweya kurd ji hemû mafên xwe yên neteweyî yên bingeh û milî û kollektîf bêpar e.

Li Başurê Kurdistanê, ew statuya de factoyî ya ku piştî Şerê Korfezê (Kendavê) Yekem pêk hatîbû, di sala 2003-an de piştî ku Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê û hevalbendên wê, di çarçewa Projeya Mezin ya Rojhilata Navîn de midaxeleyî Iraqê kir û encama midaxeleyê Rejîma Saddamî û Baasî hat rûxandin, ket pêvajoyeke nû. Li Iraqê, di sala 2005-an de makezagonek (destûrek) amade bû û di makezagonê de federalbûna Iraqê û federebûna Kurdistanê, encama referandûmê hat pejirandin. Di makezagonê de Kurdistan, wek “Herêma Federe ya Kurdistanê” hat qebûl kirin.

Başurê Kurdistanê, nûha xwediyê Meclîs, Hikumet, serok dewlet, hemû dezgehên din yên dewletê ye. Kurd, li Başurê Kurdistanê xwedîyê hemû mafên bingehî yên neteweyî ne û li Kurdistanê serwer û desthilatdar in. Hezar mixabin sîstema federal li Iraqê gorî pîvan û zagonên federalî nameşe. Desthilatdarîya merkezî ya beşa ereb, hîn ji helwesta xwe ya Baasî û nîjadperestî bi tevayî dev bernedaye.

Dîsa li Başurê Kurdistanê pirsa Kerkûkê, wek pirseke girîng û bingehî di rojevê de ye. Diviya bû ku encama referandûmê statuya Kerkûkê diyar bibûya, ku dê Kerkûk bi hikumeta merkezî an jî bi destilatdarîya Herêma Federe ya Kurdistanê ve bê girêdan. Hezar mixabin hîn referandûm pêk nehatîye û di pirsa Kerkûkê de hem li aliyê kurdan û hem jî li aliyê ereban tevliheviyek û sergêjiyek heye.

Loma jî dewleta serbixwe ya Kurdistanê di rojevê de ye.

Di van salên dawiyê de ji bona pêşîya dewleta serbixwe ya Kurdistanê bê girtin, êrişa DAEŞê dest pê kir. Li Kurdistanê xwîn herikî. Taybetî gelê me yê êzîdî zerarek mezin dît. Hatin qetil kirin. Jinên wan hatin firotin.

Bi piştgiriya Îranê, Iraqê, Sûrîyeyê GORAN, beşekî YNKê, PKK, beşek îslamî li dijî dewletbûna Kurdistanê xebat dikin. Pİştî referandûma serxwebûna Kurdistanê, loma tîfaqeke li dijî kurdan ava bû, Kerkuk jinûve hat îşgal kirin.

Li Bakurê Kurdistanê neteweya kurd, hîn di statuya kolonî û metîngehkar de dijiye. Gelê kurd di Dewleta Tirk de ji hemû mafên xwe yên bingehî bêpar e. Hîn ew pêvajoya tunekirin, tirkkirin, jenosîdkirina neteweya kurd bi awayekî modern û bi taktîkên nû tê meşandin. Hebûna kurdan hîn ji alîyê hiqûqî de nayê naskirin. Lê ew îdeolojiya fermî ya Komara Tirkiyeyê, ku hebûna kurdan înkar dikirin, digotin “kurd jî, tirk in”, encama têkoşîna gelê kurd îflas kiriye û di vê merheleyê de jî, tuneqebûlkirina kurdan di çarçeweya konsepteke nû de tê meşandin.

Li aliyekî bi kurdî televîzyon û radyo, li zanîngehan beşa kurdologî û perwerdeyî ya sînorkirî ava bûn. Li aliyê din, ji bona van karan bingeheke hiqûqî nayê avakirin; îradeya kurdan di van karûbaran de xwedîyê qedir û qiymetekê nîne.

Li Rojhilata Kurdistanê, her çiqas Kurdistan ji aliyê îdarî de wek eyalet jî tê pejirandin, desthilatdarîya kurdan li eyaleta Kurdistanê ji aliyê hiqûqî de nayê pejirandin. Neteweya kurd, ji mafên neteweyî yên bingehî û desthilatdarî bêpar e. Ew mafên çandî û çapemenî yên hebûn jî, di ev merhelaya dawî de hatin sînor kirin û mafê perwedeyî ya kurdî hat qedexe kirin. Li Rojhilata Kurdistanê zulmeke mezin dom dike. Her rojê kurdperwerek tê daleqandin û îdam kirin.

Li hemberî Dewleta Îranê mixalefeteke xurt ya kurdan ku bi babeta çekdar, sivîl û siyasî heye. Tevgera kurd xwediyê stratejiyeke hevbeş e.

Li Rojherlata Kurdistanê, xebata pêşmergeyan dest pê kiriye. PKKê dixwaze ku pêşiya wan bigre. Xebata pêşmergetîyê rewa nabîne.

Li Rojavayê-Başurê Kurdistanê, gelê kurd ji hemû mafên xwe yên neteweyî, îdarî, desthilatdarî bêpar e. Li Sûrîyeyê dîktatorîya Baasî ya faşîst û Elewîyan heye. Zulmeke mezin li Kurdistanê dom dike.

Li Rojavayê-Başurê Kurdistanê, ji sala 1957-an vir ve mixalefet û têkoşîneke gelek xurt heye. Ev têkoşîna di 12-ê Adara 2004-an de gihîşte merheleya serîhildaneke sivîl. Encama vê serîhildan û bêîtaatkarîya sivîl gelek kurdperwer hatin kuştin.  Nûha jî li hemberî hikumeta merkezî ya Baasê têkoşîna neteweya kurd pêş dikeve.

 Li Rojavayê Kurdistanê tevgera kurd, xwedîyê stratejiyeke hevbeş e.

Hezar mixabin, piştî ku Rejîma Baasê, bi PKK/PYDê re dîktatoryek ava kirin, li ser gelê me zulmek mezin heye.

Divê çi bê kirin?

Divê Tevgera Kurdistanê û Herêma Federe ya Kurdistanê di Newroza 2022-an de, xwe jinûve terîf bikin û senaryoya xwe jinûve binivîsinin û fireh û kûr bikin. Dewletên kolonyalîst û siyaseta wan ya vê merheleyê baş nas bikin.

Berjewendîya giştî ya kurd, ji bona ku li Rojhilata Navîn û li her dewleteke kolonyalîst bê parastin, helwesteke hevbeş bê diyar kirin. Pirsgirêkên heyî, gorî pîvanên edaletê, wekhevîyê, pîvanên demokrasiyê bên çareser kirin. Divê kurd ji çand û awayên xebatê ya dema şer, ji modela rêxistinî yên otorîter xelas bibin. Tevgera Kurdistanê demokratîze û nûjen bibe.

Divê em bi vê şuurê Newroza xwe pîroz bikin.

Ez,  Newroza hemû hemwelatîyên Kurdistanê û mirovatîyê pîroz dikim!

Ez hêvîdar im, Newroza 2022an jî, ji bona pêşketina Tevgera Kurdistanê û Dewletbûna Herêma Federe ya Kurdistanê bibe wesîleyekê!

 Divê kurd cejna NEWROZê:
*Gorî standart û pîvanên milî yên giştî;
*Gorî çanda kurdî,
*Gorî kevneşopiya dîrokî ya NEWROZê,
*Gorî rûhê milî,
*Bi kurdî,
*Ji hêjayiyên kurdan re rêzgirtî,
*Bi awayekî pirrrengî,
*Bi awayekî milîter ne, bi awayekî sivîl û demokrat,
pîroz bikin.

Loma jî divê kurd ji derveyî Dewletê û PKKê gorî van pîvanan NEWROZê pîroz bikin. Lê hezar mixabin îsal jî ev yeka pêk nehat. Dîsa Newroz di bin tasallûta dewlet û PKKê de hat pîroz kirin.

Hêvîdar im ku Newroza îsal ji dewletbûna Kurdistanê re derfet çeke!

Ew rêxistinên li dijî dewletbûna Kurdistanê ne, deşîfre bibin û gelê me ji wan dûr bikevin; ji dewletbûna xwe re xwedî derkevin!

Ji bona dewleta Kurdistanê, ji Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî re piştgir bin. Lewra ew îro temsîla tevgera milî û miletê Kurdistanê dike. Ew xwedîyê projeya dewleta serbixwe ya Kurdistanê ye.

Diyarbekîr, 25. 03. 2022

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *