Nûredîn Yilmaz

Simayekî sîyaseta legal ku ji alî Tirkan ve jî wek netewperestekî Kurd dihat zanîn, çû ser dilovanîya xwe! Serê malbat, heval û hogirên Nûredîn û Gelê Kurd sax be!

Ez bawer im ku Nûredîn bi rastî jî mirovekî Kurd yê welatperwer bû. Lê wer xwanêbû ku Nûredîn hêvî dikir ku bi rêya sîyaseta fermî û wekîltîya meclîsa tirk, karibe xizmetekê ji gelê xwe re bike.

Du heb bîranînê min di derbarê Nûredîn de hene: yek jê Newroz’a 1978an bû! Me di sala 1978an, li navçeya Qosar, Cejna Newroz’ê, bi girseyî, çalakî û mîna serhildanekê pîroz kir!

Şeva 21ê Adarê, her rêxistin û partîya Kurd, bi amadeyî û bernameyek çalak Newroz pîroz kirin. Ev çalakî, bi şêweyê li her derê agir dadan, kom bi kom meşale vêxistin, di nav kuçe û kolanan de bangkirina stran, merş û durişmên netewî, patpatik û bombeyên deng, şahî û dîlan bû!..

Çalakîya Newrozê bi vî şêweyî, rayedarên dewleta mêtinkar xist xofa serhildanekê û gelek aciz kir. Nîvê şevê, li Alayê, Tugayê û derdora Mêrdînê çiqas leşker hebû, anîn Qosar; ketin kuçe, kolan û navenda qezê; kî zevt kirin, bi kulmuk, peîn û qûndaxên tivingan têr hingavtin, serî, mil, ling, parsû li wan şikandin, destê wan girêdan û avêtin nezaretxanan! Ez hejmara girtîyan baş nizanim, lê di navbêna 100-200 mirovî hatibûn girtin. Hema çi bigire, piranîya merivên hatibûn lêdan û binçavkirin, yên li çayxanan rûniştî û beşdarî çalakîya Newrozê nebûbûn! Lê tevlî ku rêvebirên dewletê vêya zanîbûn jî wek pozdaxî û çavtirsandinekê serî li vê êrîşkarîya dabû…

Xelkê Qosar jî ji bo tiştek bi zaro û mrivên wan neyê û bên berdan, telefonî Nûredîn Yilmaz kiribûn. Nûretîn bi lez hat Qosar, mitîngek li darxist, rêvebirên ku wê operasyona li darxistibûn, bi dijwarî rexne û şermezar kir û got: “ew kesê lêdan xwarine û hatine girtin, bira û zaroyên min in; ev zordarî û çavsorîya nayê qebûlkirin, ji bo birînên we bên tîmarkirin çi ji destê min were, ezê bikim!” û piştre ji bo berdana welatîyan, bi hemû rêvebirên fermî re ket pêwendîyê û ew dan berdan.

Piştî Cûnta 12 Îlonê 1980, di sala 1982an de, li zîndana Amedê ya 5 Nolî, em wek cezadana efser Esat Oktay Yildiran di qawîşa 36 ya Hucran de bûn. Nûredîn Yilmaz jî di qatê binî, di hucra 1 debû. Gardîyanan her roj dihatin, lê siwar dibûn, lê didan, xeberên pîs jê re didan û qeşmerî pê dikirin! Digotin: “terorîst, cudakar û xayinekî mîna te wê biba serokkomarê me ha!..” Tevlî wê hemû lêdana bêînsaf û wan kiryarên hovane yê gardîyanên leşker, deng jê dernediket!..

Li hucrê sitran, axaftin û pêwendî li me qedexe bû. Gardîyan, gava biketa hucrê, kî li hucra pêşî ba, bi dengê bilind “balkêşî” dikişand!

Rojekê gardîyan bi dizî dikevin hundur, tilîya xwe dide ber lêvê xwe û ji Nûretîn re dibên: “balkêşîyê nikişîne û dengê xwe neke!” Her hucreya yek merivî em deh-panzde hêsîr têde bûn! Em jî him di nava xwe û him jî bi hucreyên rex xwe dipeyivîn. Hinan jî sitran û merş digotin. Piştî ku gardîyanan baş li me gohdar kirin, bi xeberên pîs li me qêrîyan! Jixwe armanc lêdan bû û xwe ji lêdanek xerab re amade kiribûn! Jixwe rojê sê dahna ji dêvla xwarinê li me didan; ev jî zêdeya wê bû! Piştî her yek deh dar li destê me û deh jî li lingê me dan û çûn, Nûredîn bi dengekî jermezar û weke wî jî hevparîya sûcê wan zebanîya kiribe, ji me re got: “min biborin, ez li hember we pir şermezar im ku min newêrî hayê we bigihînim hatina wan!” Me jê re got: “tu xemgîn me be, tu jî zane armanca wan lêdana me ye, te em haydar bikira yan nekira jî ewê her li me bidana!”

Di kesayeta Nûredîn Yilmaz de meriv têde digehîje ku merivekî Kurd bibe serokkomar jî gava ne merivê wan be yan ji rêzika dewleta mêtinkar û nîjadperest derkeve, ji bo neteweya Kurd doza mafekî bike, wê têkin îşkencexane û zîndan û wê tiştê nedîtî bînin sera yan rasterê bikujin!.. 22.06.18

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *