Nejadperestî li ser Cihûyan û Şola Siyonizmê

Li gora haydarîyên Klaus J. Herman ku di lêkolîna xwe ya bi navê ”Siyonizma Siyasi û Perspektifên Dîrokî yên Anti-Siyonizm”ê da, û li gora hesabên Qanûnên Nazîyan, yên ku cihû bûne û yên ku bi rastî cihû bûne, bi tevayî 4,2 milyon Cihû hatine kuştin. Lê hin çavkanî vê reqemê wek 6 milyon nîşan didin. Lê di nava reqemên çavkanîyan da ferq jî hebin, eger em hemî tofanên ku hatine serê cihuyan bihesibînin, em dikarin bêjin ku ji 5 milyonî jî, ji 6 milyonî jî zêdetir cihû hatine kuştin. Jı ber ku beriya qırkırına mezın ku jı aliyê Adolf Hitler ê faşist ve hatiye pêkanîn; cihû li Rusyayê, li Polonyayê, li Fransayê, li Macaristanê, li Çekoslovakyayê jî rastê qirkirinan hatine.

Dijminatîya li dijî cihûyan, digel faktorên abûrî û wd. li ser esasê olperestîyê bilind bûye û xurt bûye. Bi gotina “Antisiyonizmê” ve cihûyên ku ji nejadperestîyê zulmê kêşane tê zanîn. Nazîyên alman, qanûn çêkirine ku yên di  damarên laşê wan da xwîna cihûyan hebe, ew nikarin bibin hevwelatîyên Almanyayê, hinên ku ji wan şupheyê kirine, da ku bên kifşkirin, stêrkên zer bi wan ve kirine, nivîs xistine stûyên keçên cihû ku bi zilamên alman ra razane û hatîye nivîsîn ku “ez berazeka pîs im, min almanekî qirêj kir” û wan keçan mecbûr mane ku bi wan lewheyan bigerin. “Qampên Civandina Cihûyan”, “Odeyên Gazê”, “Firinên Şewitandinê”, hemî di havizeya mirovayîyê da hatine nivîsîn ku ew qurbanî bi milyonan in.

Li gora fantaziya Hitler, “Protokola Siyon”ê ku di 1897an da li Praga Çekoslovakyê li ser qebristanek ji alîyê alimên cihûyan ve pêkhatîye û Hitler îddîa kirîye ku di wê civînê da biryar hatîye sitandin ku, hilweşandina hukumetan û rûxandina hîmên civatî û xirabkirina xiristîyanîyê; tiştên ku di pêş da werin kirin, di protokolê da hatîye girêdan. Lê rastî, ne fikrên Hitler e ku ji xwe ra kirîye behane; di “Pears Cyclopedia” çapa 83yan da bi kurtayî weha ye:

“Şiklê nûjen (çağdaş) ji alîyê rojnamevanê macarî ku li Wiyanayê jîyaye, Theodor Herzl (1860-1904) ve despêkirîye, bawerî pê heye ku li Filistinê damezrandina Welatê Îsrail yê azad e. Herzl, wek cihûyekî têgihîştî, piştî bûyerên Dreyfus û Ewrupa Rojhilat ku li dijî cihûyan qirkirin çêbûne, di bin tesîra wan bûyeran da, jibo gelê cihûyan, heta ku ew dewleta xwe çênekin, li dinyayê ewlekarîya wan çênabe. Wek tê zanîn cihû, timî li gora bawerîya ola(dînê) xwe Filistinê navenda xwe ya dînî dîtine û di duayên xwe da “Sala were li Yeruşalimê” (Kudûs) tekrar kirine. Oldarên cihûyan, bi vê hevokê girêdana xwe ya bawerîyê didin xuyakirin û dibêjin, ev hevokeka felsefî ye.

Damezroxê/hîmdarê/mîmarê Dewleta Îsraîlê Theodor Herzl, di 1896an da kitêba xwe ya bi navê ”Dewleta Cihûya” (Yahudî Devletî) weşandîye. Kitêba wî ya ”Xatiratan” (Hatıralar) jî, di nav Boğaziçi Yayınları da di 2002an da ji alîyê Ergün Göze ve hatîye weregerandin bo tirkî û li Stanbolê hatîye çapkirin. T. Herzl, di 1897an da li bajarê Basel a Swisreyê ”Kongreya Cihûyên Cîhanê” pêkanîye û di kongreyê da wek serok hatîye hilbijartin. Di kongreyê da Wî weha gotîye ku gelek gelek manîdar û balkêş e:

”Min di serê xwe da Dewleta Cihûya çêkir. Berîya 50 salî ew ê bi emelî jî avabibe.”

  1. Herzl, di 1896, 1898 û 1901an da sê car çûye Stanbolê. Wî ji Sultan Abdulhamid daxwaz kirîye ku di nava erdê osmanî da cîyek jibo avakirina Dewleta Îsraîlê bidin cihûyan. Di vî derbarî da wî pereyeke mezin jî pêşnîyar kirîye. Abdulhamid wê pêşnîyarê qebûl nekirîye, lê qebûl kirîye ku cihû dikarin li Mezopotamyayê lê li ser erdên cuda cuda cîwar bibin û bijîn. Lê T. Herzl ew qebûl nekirîye. Ji ber ku T. Herzl, Dîyarê Kenan, yanî Filistina îroyîn îşaret dikir ku jibo wan ew Erdên Wadkirî bûne. Herzl, jibo peydakirina erdek bo çêkirina dewletê, pêşnîyar ji Wezîrê Koloniyên Britanya Mezin Chemberlein ra jî dike. Chemberlein, li Afrikayê erdê Ugandayê pêşnîyar dike, lê Herzl wê pêşnîyarê jî qebûl nake.

Divê binê nuqteyek jî were çixêzkirin ku T. Herzl, gelek dewlemendên cihû zîyaret kirîye û her tim ji wan ra gotîye ku:                                                                                                               ”Eger dewleteka we tune be, tu qîmeteka vê dewlemendîya we tune ye û hûn dê bibînin ku di carek da ew ji destê we derkeve. Jibo wê ye ku divê hûn hewl bidin ku di zûtirîn wext da dewleta xwe çêkin.”

Lê encamên van hevdîtinên Herzl jibo dewlemendên cihûyan tên radeyek ku hin kes êdî naxwazin Herzl bibînin û wan fikran guhdarî bikin û van kesan bi awayeke vekirî wê acizîya xwe jê ra jî dibêjin. Lê Herzl, xwedîyê bawerîyeke qeîm e û di van fikrên xwe da qet dudilî (durûtî- oportunizm) nîşan nade û hewildanên xwe jibo damezrandina Dewleta Cihûya, bi înat û bê rawestandin didomîne û wek dîrok bûye şahid, ew bi ser dikeve.

Cihûyên ku ne dîndar bûn, gelek ji wan li hemberî fikrên Herzl derketine.  Piştî “Belavoka Balfour”ê ku di 1917an da belav bû, jimareya cihûyên ku herin Filistînê, ne hewqas zêde bûn. Lê qirkirina ku Hitler li ser cihûyan pêkanî; wê rewşê bi tevayî guhart û piştî şerên dijwar di 1948an da Dewleta Îsrailê çêbû. Siyonizm, ji alîyê cihûyên Sovyeta kevn ve wek qeweteke (hêzeke) “emperyalizma rojava” dihat dîtin û li hemberî wê derdiketin; lê digel wê jî cihûyên hemî cîhanê piştgirîya Îsrailê dikin û li hemberî xisarên ku jibo Îsrailê çêdibin, radiwestin.

Ev realiteya heyî, biryara Neteweyên Yekbûyî (NY) ku di 10.11.1975an da bi piranîya dengan hatibû sitandin ku Siyonizm, tewirek nejadperestî ye; di pratikê da nikare bide guhartin. Li gora vê hêza navdewletî ku siyonizmê diparêze; siyonizm ne nejadperestî ye, ew ideoloji û hewildaneke neteweyî ye.

Kongreya Rêxistina Siyonist a Yekemîn, di 1897an da çêbû û kongreya wan a 5emîn jî di 1905an da pêkhat ku di wir da “Fona Cîwarkirina Cihûyan”  ku %95ê nufûsa cihûyan lê bû û filistinîyên ku li wê derê dijîyan; di fonê da hatibû nivîsîn ku yên ne cihû bin, ew nikarin li wir bijîn; ev jî encamek bi xwe ra dianî ku ereb û filistinîyên ku li wir dijîyan, dê ji neçarîyê ji wir biqetin û bibin koçber. Di 1950yî da Qanûna Vegerê (Dönüş Yasası) çêbû û li gora wê qanûnê her cihûyek, her wekî ku berê koçber bûye, dihat qebûlkirin û ew dema vegerîyana welatê xwe, jibo wan hevwelatî dihat naskirin da ku ji nû ve li wir cîwar bibin. Li gora qanûna ku di 10yê adara 1970yî da hatîye qebûlkirin; yên ku ji çêbûnê cihû bûne, wek ortodoks (mezhebê resmî) dihatin qebûlkirin û yên ku ji alîyê Hahamek ve cihûtîya wan hatîye qebûlkirin, ew wek ”Cihûyên Heqîqî” hatine qebûlkirin û mafên wan ên cîwarbûnê û  hevwelatîyê hatîye naskirin. (Alaettin Şener, eynî eser)

Min nivîsara di derbarê nejadperestîyê da ji mêj ve amade kiribû lê min nexwestibû wê di malperên kurdî da bidim weşandinê. Lê şerê Filistinê û Îsraîlê ku di 10yê gulanê da despêkir û ji du hefteyî zêdetir dom kir; min pêwist dît ku li ser vî şerî jî çend rêz lê zêde bikim û bi wê şeklê nû ew bidim weşandin. Ji ber ku ev mijar nuha aktuel (rojane) e û welê xuyaye ku dê demên dirêj di rojeva herêmê û cîhanê da bimîne, min xwest piçek be jî li gora dîrokê vê şolê bi hûrgilî binivîsim.

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir