Mîsakî Millî ya Tirk Parêz Dixwazin Kurdistana Federal Perçe bikin!

Mîsakî Millî ya Tirk Parêz Dixwazin Kurdistana Federal Perçe bikin!

B Baran
Her çend PKK bi propagandeya rizgarkirin û yekkirdina Kurdistanê derketin qada sîyasetê lê îro berevajîya vê, avakirina Dewleta Kurdistanê bi îxanet binav dikin!

PKK ji destpêkê ve ji bona pêkhanîna armanca xwe(!) ji holê rakirina rêxistnên Kurdistanî bingeh girtibûn (belavoka encam Kongreya Avakirina PKK 1978)

Meriv dikare bêje ku heta radeyek di vê armanca xwe de bi serketin jî. Eger rêxistina bi tevayî ji holê ranekiribin jî tu rêxistin li ser qadê xwedî bandor nehîştin yan jî neman!
Îro Apo û serkirdeyên PKK parastina Mîsakî Milî ya Tirk ji xwe re erkek bingeh digirin û vekirî radigihînin.

!Mînaka herî balkêş gotara Apo ya Newroza 2013 ye ku ji alîyê PKK ve Manîfesto ya xwe hatîye pejirandin! Her weha Hatip Dicle jî dewleta neteweyî (Kurdistanî) havêtibû sergoyê!
Apo di vê manîfestoya PKK de gotibû ku; deverên di nav Mîsakî Milî yên derveyî Tirkîyê gereke bi ser Tirkîyê ve bên zivirandin!

Di vê zivirandina (netewe perwerî de!) hanê de wê PKK berpirsîyarîyek çawa bigire ser xwe, erk û bandora wê çawa be û wê ev proses di kîjan rêyande derbas bikin nedîyar e.
Herçend ErdoÄŸan di çend gotinên xwe de hinek tiÅŸt nîşan kirin. Wek “peymana Sykes Picot kurdan perçe kirîye (mebest beşê bindestê Osmanîyan e ya bindestê Farisan netêda ye) û wê dema xwe teva kirî ye!”

Her weha A DavutoÄŸlu jî dibêje “xeta hesin nikare Mîsakî Millî ya me perçe bike!”
Ev her dû diyarkirin jî vekirî dîyar dikin ku çavên wan lê ye ku axa Kurdistanê ya dibin destê Osmanîyan de bi Tirkîyê ve girê bidin (Kurdistana Başûr û Başûrê Rojava!)

Piştî wan gef û zordanên Bexa yê û êrîşên DAÎŞ ê tevî rewşa sîyasî ya neteweyî û navneteweyî Serokê Kurdistana Federal dîyar kir û bi haweyek yasayî Parlamentoya Kurdistana Federal jî pesend kir ku wê ji bona Çarenûsa xwe îmkana referandûmê amade bikin û herin encamek! Ev rêya serxwebûna Kurdistanê nêzîk dike. Bi gotinek din dewletek neteweyî Kurdistan diber avakirinê de ye! Ev jî dagirkeran ditirsîne!

Êrîşê DAÎŞ ê û rewşa sîyasî ya heyî pêkhanîna vê dereng xist! Lê nikaribû pêşî li bigire, dibe ku vê asantir jî bike! Têkilîyên Kurdistana Federal bi cîhanê re vê nîşan dide!

Lê gelek balkêşe ku ji alîyê Pêşmergeyên Kurdistanê ve her rizgarkirina deverên bindestên Ereban PKK û ragihandinên wê propagandayek hişk berz dikin.

Rêvebirê PKK dibêjin ku: Pêwiste ‘Kanton’ li ÅŸengal, li Kerkûk, li Silêmanî, li Diyala .. Çêbibin!!!
Gelo çıma PKK Mîsakî Milî ji bona Tirkan diparêzin ku ev binpêkirina hebûna Kurdistanê ye lê ji bona Kurdistanê tu mîsakan naparêze lê dixwaze tiştên heyî jî dibin navên kanton û xweserî de perçe perçe bikin!!! Mafê ku ji bona Tirkan û hemû neteweyan guncav e çima ji bona Kurdan neguncav e!

PiÅŸtî ku pêşmergeyê Kurdistanê piranîya Åžengalê rizgar kirin û qehremanîyên gelek mezin nîşandan û navûdengê Kurdistanê bilindtir bû PKK bi lezûbez hinek alîgirên xwe dan hev û ‘Meclisa Kantano Åžengalê’ avakirin! Her weha ne yasayên Kurdistana Federal û ne jî rew rewÅŸa wan hesibandin û telihevîyek din li rewÅŸa heyî pirtir kirin.

Ez hêvîdarim ku ev alozî bêyî mezintir bibe pêşî lê bê girtin û ji ber çi armancî dibe bira bibe PKK jî dest ji têwerdana perçeyên din berde û alozîyan ji wan re dernexe!
16-01-2015

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *