Li Rojavayê Kurdistanê Ji Aliyekî de Êrişên Rejîmê, El Nusra û DAÎŞê Dom Dikın, Ji Aliyekî de jî PKK/PYDê Keç û Kûrên Temên Biçûk Direvîne.

Îbrahîm GUÇLU

(ibrahimguclu21@gmail.com) 

Li Rojavayê Kurdistanê miletê kurd di bin xeteriyek mezin de ye. Miletê kurd ji aliyekî de ji derve de di bin êrîşek dijwar û mezin de ye, ji aliyê din de jî, ji hûndir der dibin êrîş û xeteriyekê de ne.

 

Ev êrîşan nû dest pê nekiriye.

 

Êrîşên rejîma Baasê û di bingeh de jî êrîşa Dewleta Kolonyalîst Sûriyeyê piştî Peymana Lozanê dest pê kir û domand. Dewleta kolonyalîst ya Suriyeyê hemû mafên miletê kurd xesip kir. Îzin neda ku kurd li welatê xwe desthilatdar bin.

 

Piştî sala 2011-an yanî piştî ku li Sûriyeyê serîhildana gel çê bû, ew êrişa dewletê dijwar bû. Dewletê ew êrîşên xwe pêşî bi rêya PKK/PYD, pişt re jî bi destê hêzên îslamî El-Nûsra û DAÎŞê  yên nîjadperest domand. Ev êrîşa li Serêkaniyê û Kobaniyê gihêşt merheleya qetlîamek kîtlewî.

 

Ew êrişa dewleta kolonyalîst, El-Nusra û DAÎŞê hîn xurttir û bi plan dom dikin. Miletê Kurd li Başûrê Rojavayê Kurdistanê di nav şerekî hebûn û nebûnê de ye.

 

Hezar mixabin ji aliyekî din de jî PKK/PYDê li ser miletê kurd zulm û zordarî dimeşîne. Ji bona ku Kurdistan bibe çend parçayên sunî plan û bernameya çê dike. Li sê herêmên Kurdistanê îlankirina dîktatorî û desthilatdariya PKK/PYDê delîla vê yekê ye.

 

Rejîmê ji serî de ji bona ku mûxalefeta miletê kurd bi mûxalefeta tavayî ya Sûriyeyê re nebe yek, PYD xurt kir û çekdar kir. PYDê jî ji bona ku mûxalefeta milî û demokrat ya Rojavayê Kurdistanê qels bike êrîşî siyasetmedar û berpirsiyarên partiyên Kurdistanê kir. Wek serokekî Kurdistanê Mişel Temo û gele endam û berpirsiyarên partiyan kûştin, hepis kirin. Pêşiya xebata siyasî û rêxistinî ya partiyên Kurdistanê girtın.

 

Rejîma kolonyalîst ya Sûriyeyê piştî demekê Kurdistan teslîmî PKK/PYDê kir, ku li hemberî mûxalefetê bikare bi hêsanî şer bike.

 

Wê demê derfetên gelek baş û deweletê ketin destê PKK/PYDê ku hîn zêde li ser miletê kurd tade û zûlmê bikin.

 

PKK/PYDê di heman dem de destdirêjiya Başûrê Kurdistanê jî dikin. Dixwazin ku Şengalê, Kerkukê, Sileymaniyê jî, ji Kurdistanê veqetînin, teslîmî dewletên kolonyalîst bikin.

 

Di vê merheleyê de jî li Başûrê Rojavayê Kurdistanê êrîşên PKK/PYDê dom dikin. 

 

PKK/PYDê ji bona ku keç û kurên temen biçûk bikin çekdar direvînin.

 

 “Berî niha jî car bi car dihat gotin ku keç yan kur ên bin 18 salî re diyar nemane û tevlî perwedeya leşkerî bûne, lê piştî ku Hemrîn Îdê (16 sal) di 23ê Kanûna 2014an de hat revandin, pêleke nerazîbûnê di nava xelkê de derke, bi taybetî li bajarê Amûdê, ku Hemrîn ji xelkên wê ye.

 


“Malbata Hemrîn û kes û karên wê dibêjin ku, keça wan ji aliyê YPJ ve hatiye revandin. YPJê kî di dîmenek vîdyoyî de Hemrîn derxist ku dibêje ew bi xwestek biryara xwe tevlî rêzên YPJê bûye û temenê wê 18 salî ye. Lê belgehên fermî ji aliyê malbata Hemrîn ve aşkere kirin ku ew ji dayik bûya sala 1999an ye.

“Welatiyên Amûdê jî, carek din îro Şemiyê xwepêşandanek li dijî revandina keçên temen biçûk encamdan û xwestin ku ew keç vegerin malên xwe û xwenddina xwe berdewam bikin. Piştî ku di 30 yê Kanûna borî de jî xwepêşandanek bo heman mebestê lidarxistibûn.

“Ji bil Hemrîn Îdî, her yek ji Çîmem temen 14 salî û Hizbiya temen 15 salî jî hatine revandin û niha di nava kampên perwerdeya leşkerî ya YPJê de ne.

Basnews”

 

PKK/PYDê di hamen dem êrîşa xwe ya li hemberî berpirsiyarên partiyên Kurdistanê jî didomînin.

 

Çekdarên PYD-ê li Hisiçayê berpirsên PDK-Sûriye gule baran kirin.

 

 
“Di 15.01. 2015-an de  seet şeşê êvarî çekdarên girêdayî asayîşa PYD-ê bi sîlehan teqe li endamê polîtburoya PDK-Sûriye Beşar Emîn û endamê encûmena navendî Ebdurehman Ebtan kir.

“Li gor daxuyaniyeka Partiya Demokrat ya Kurdistanê – Sûriye, duhî seet 18.10-ê dema ko endamê polîtburoya wê Beşar Emîn û endamê encûmena navendî ya wê Ebdurehman Ebtan vedigeriyan mala xwe, li nêzîkî taxa Ezîziyeyê û taxa Miftî çekdarên asayîşa PYD-ê teqe li wan kir.

“Gule li otomobîla herdu berpirsên PDK-Sûriye ketine lê belê ew bi xwe birîndar nebûne. PYD dibêje çekdarên wê baş nehatine perwerde kirin û xeletiyek çêbûye.

“Sala borî çekdarên PYD-ê Beşar Emîn ji mala wî revandin û li ser tixûbê başûrê Kurdistanê bi tana pîcemeyan ew avêtin aliyê başûr.”

 

PKK/PYD li Şengalê jî provokasyonan dikin. Gorî Fermandeyekî Pêşmerge dibêje ku “YPG plana rizgarkirina Şingalê xerab kir.” Ev fermendeya endamê YNKê ye. Ew jî Emîd Şefîq Çavşîn e.

 

Emîd Şefîq Çavşîn diyar kir ku, “destpêkê wisa hatibû plankirin ku beşa bakurê çiyayê Şingalê û nahiyeya Sinûnê werin kontrolkirin, paşê dest bi standina bajarokê Şingalê û deverên din bên kirin lê şervanên YPGê ev plan têkdan.”

 

Rûdaw

 

Divê hemû partiyên Kurdistanê, rewşenbîr, nivîskar, siyasetmedar, pêşengên civakê li hemberî ev siyaseta PKK/PYDê derkevin. Lewra ev siyaseta PKK/PYDê dê bibe sedem ku şerekî hûndir yê di nav kurdan de derkeve.

 

Amed, 17. 01. 2015

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *