Daxuyanîya Tûnd a Serokatîya Herêma Kurdistanê Di Derbarê Avakirina Kantona Şingalê de

Hewlêr (PNA) – Serokatîya Herêma Kurdistanê diderbarê ragihandina xwebirêvebirina xweser a Şengalê hişyarî dide ku mafê tu kesî tune ku cûre îdareyekî kartonî û li derveyê daxwaza xelkê Şengalê li ser vê deverê da bisepênê û bi berevajî ve rûbirûyê kardaneweyên tund dibin.

Di peyamekê de serokatîya herêma Kurdistanê radighîne ku: Di rêkevta 14.01.2015 taqimek bi awayeke neyasayî rabûne bi ragihandina Encûmenekê bi navê Encûmena Êzîdîyên Şingalê ji bo ku bingehek ji bo damezrandina kantonê li evê deverê xweş bikin. Ev reftare dijî daxwaza xelkê Êzîdî û hemû xelkê Kurdistanê ye.

Serokatîya herêma Kurdistanê tekez dike ku: Şingal beşekê veneqetayî ya Kurdistanê ye û dam û dezgehên xwe yên fermî û îdariya taybeta xwe heye. Erkê birêvebirin û yarmetîdana xelkê û vegerandina koçberan û parastina Şengalê li ser şanê van dam û dezgehane.

Di berdewamîya beyannameyê de hatîye ku: Ti kes û alîyek nikarin ti cûre îdareyekî kartonî û li derveyî daxwaza xelkê Şingalê li ser vê deverê da bisepînê û bi berevajî ve rûbirûyê karvedanên (bertekên) tûnd bibin.

Di dawîya beyannnameya Serokatiya Herêma Kurdistanê tekez dike ku ew xelkê xweşdivîyên Şengal jî li wê yekê dilniya dikin ku Şengal bi awayeke fermî vedigere ser Herêma Kurdistanê.

Jêder:KRP
– See more at: http://www.peyamner.com/Kurdi/PNAnews.aspx?ID=353834#sthash.Gul6b8sA.dpuf

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *