Miletê Kurd, Dozger û Fîlozofê Xwe A. Melîk Firatî 7 sal Berê Wenda Kir…

Îbrahîm GUÇLU

(ibrahimguclu21@gmail.com) 

Miletê kurd, di sala 2009an de, 7 sal berê, dozger û fîlozofê xwe A. Melîk Firatî wenda kir û ew jî çû ser dilovaniya xwe. Dema ku nûçeya mirina A. Melîk Firatî li Tirkiyeyê û li Kurdistanê belav bû, di destpêkê de Serokê civakî yê Tevgera Serîhildan û Neteweyî ya 1925-an Şêx Seîd Efendiyê Pîranî, hevalên wî yên têkoşer rasterast hat bîra herkesî. Ev yeka tesadûfî nebû. Lewra A. Melîk Firatî di siyaseta kurd û û di civatê de, wek temsîlkar û mîratajotê Şêx Seîd Efendî dihat nas kirin û şirove kirin. Loma jî dema ku HAK-PAR ava bû û bû serokê giştî yê HAK-PARê Taha Akyolî diyar kir ku “HAK-PAR ji bona tola Şêx Seîd Efendî bigre hatiye ava kirin.” Ji bona vê li her çar parçeyê Kurdistanê miletê kurd û li dinyayê tevayî kurd gelek xemgîn bûn û ketin nav şînek watedar.  Miletê kurd bi mirina A. Melîk di hemendem de dîroka xwe ya nêzîk û trajîk jiya. 

HAK-PARê di 01. 10. 2010-an de li Erzorumê li bajarokê Hinûsê gundê wî Qolhesarê, di 03. 10. 2010-an de jî li Amedê ew bi bîr anî.  Ez jî hem li Erzorumê û hem jî li Amedê beşdarî bîranîna A. Melîk Firatî bûm. Min jî di derheqa A. Melîk Firatî de li Amedê çend dqîqeyan bîrûreyên xwe diyar kir. 

                                                              ***** 

A.Melîk Firatî di sala 1934-an de tê dinyayê. Dema ku ew tê dinyayê miletê kurd hem li Bakurê Kurdistanê, hem jî li Rojhilatê û Başurê Kurdistanê di qonaxeke gelek dijwar û girîng re derbas dibû. Li Bakurê Kurdistanê ew pêvajoya serîhildanên neteweyî dom dikir. Piştî serîhildana Agrîyê li Kurdistanê û tade û zilmê, surginê dom dikir. 

Piştî ku ew tê dinyayê malbata Şêx Seîd Efendî cara duyem sirgûnî Rojava dibin û ew jî di zaroktiya xwe sirgûn dibe. Pişt re girêdayî qanûneke nû vedigerin bajarê xwe Xinûsê û gundên xwe Qolhisarê. Lê malê wan û erdên wan îadeyî wan nabin. Ew û malbata wî di şertên gelek dijwar de jiyana xwe didomînin.  

Ew di wan şertên zehmet de perwerdayî ya xwe ya medresê didodimîne û jiyana xwe ya medresê serkeftî dawî tîne. Mîrê Şêxan, di zarokîtiya xwe de bi rastiyên dinyayê re û bi ilîm re rûberû dibe. 

                                                          ***** 

Zaroktiya wî di bin dîktatoriya kemalîst de derbas bû. Dema ku piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn li hemû dinyayê dîktaroriyên faşîst û rejîmên totalîter hatin rûxandin, li dinyayê pêvajoya demokrasiyê dest pê kir, li Tirkiyeyê jî vê pêvajoya demokrasiyê  bandora xwe danî û bi îcazet be jî li Tirkiyeyê pêvajoya pirpartîtiyê dest pê kir. Li hemberî CHPê, Partiya Demokrat (DPé) ji aliyê Ednan  Menderesî û Celal Bayarî de ava bû. 

Dîsa di wê qonaxê de dewletê dixwest ku bi miletê kurd re her çiqas mafên wê yên neteweyî nepejirîne jî bikeve nav aşitiyekê û ew birîna dema serîhildanên neteweyî yên li Kurdistanê, bi awayekî ji holê rake û lê di bingeh de kurdan dîsa bixapîne. Ev jî bi riya DPê dikarî bikira. 

DPê jî bi awayekî xwest ku ev rol û vatiniya bi cîh bike. Ji bona vê jî pirsa 33 kurdên li sînora Rojhilatê û Bakurê Kurdistanê hartibûn kuştin û berpirsiyarê wê bûyerê jî General Muglalî bû, anî rojevê. 

Di hemendem de xwest ku bi malbatên mezin yên Kurdistanêû berpirsiyarên kurdan re danûsatandineke veşartî pêk bînin. DPê encama vê yekê biryar da ku ji malbata Şêx Seîd Efendiyê Pîranî kesekî bikin mêbûs. A. Melîk Firatî, encama vê siyaesetê mecbûr bû ku salên xwe mezin bike û bibe parlamenter. 

Loma jî, mêbusiya A. Melîk Firatî, ji mêbusiya kurdên din xwediye wateyeke girîng û cihê ye. Divê siyasetvan û rewşenbîrên kurd vê yekê baş fahm û şirove bikin. Ji bona mebûsiya A. Melîk Firatî negihîjin encamên şaş. 

Hezar mixabin ev parlamenteriya wî jî,  trajîk bi dawî bû. Li hemberî burjuwaziya lîberal û desthilatdariya sivîl, darbeya leşkerî di 27-ê Gûlan a 1960-î de pêk hat. Berpirsiyar û mêbusên DPê piranî hatin hepis kirin. DPê ji bona ku bi kurdan re têkildar bû, hat tewanbar kirin. A. Melîk Firatî jî hat hepiskirin û hat dadgeh kirin. Di encama dagehkirinê de cezaya daleqandinê/îdamê girt. Pişt re cezayê wî hat guhertin. Ew sal û nîvekê di hepsê de ma û hat azad kirin. 

Cara duyemîn di sala 1991-an de di partiya DYPê partiya Sileyman Demîrelî de bû mebûs.  Ji bona ku bi DYPê re di pirsa kurd de li hev nekir, ji DYPê ye veqetiya.   Dema ji DYPê veqetiya li Kurdistanê agir dibariya û her rojekêk bi dehan kurd li bajaran û li çiyan dihatin kuştin. 

                                                            ***** 

A.Melîk Firatî piştî ku ji DYPê veqetiya di xeteke Kurdistanî û kurdî de siyasaet meşand. Li ser pirsgirêkên neteweya kurd di gelek rojname û kovaran de nerînên xwe anîn ser zimên.  Ji partiyên legal yên kurd re bû alîkar. Beşdarî programên gelek televîzyonan bû û di programên televîzyonan de bîrûreyên xwe û bi helwesta xwe bala gel kişand. 

Di sala 2000-an de bi Gruba Demokratên Hur (Azad) re dest pêvajoyeke nû ya avakirina partiyek siyasî kirDi 15-16ê 2000-î de di civîneke giştî de biryar hat girtin ku partiyeke nû bê ava kirin. Ez jî ji yek beşdarvanên vê civînê bûm. Di vê civînê de ji bona avakirina partiyeke nû ya kurd komîsyonek ava bû, A. Melîk Firatî jî bû endamê vê komîsyonê. Komîsyon ji 25 kesan pêk hatibû. Şerafeddîn Elçî, M. Emîn Severî, M. Alî Erenî, Ez û gelek siyasetvanên kurd yên din endamên vê komîsyonên bûn. 

Xebata vê komîsyonê û piştî demekê bi xebatên din yên kurd re bû yek û Însîyatîfa Çareserkirina Pirsa kurd û Demokrasiyê” hat ava kirin. Vê însiyastîfê jî demeke dirêj ji bona partî avakirinê xebat xwe domand. Li gelek bajarên metropolê û Kurdistanê civînên giştî pêk anîn. Di encama xebateke dûrûdirêj de HAK-PAR hat ava kirin.  A. Melîk Firatî ji HAK-PARê re bû serokê giştî. 

Dema ku A. Melîk Firatî ev karan dimeşandin tenduristiya wî ne baş bû û ew bi nexweşiya pençerşirê re jî di nav têkoşîneke bê hempa de bû. 

Ew, di sala 2002-an de, li Amedê, bû berhilbijêrê serbixwe yê mêbusiyê. Loma jî em li Amedê li hemû gund û bajerokan geriyan û me civîn pêk anîn. Min jî, di qempenyaya wî de xebateke xurt û fireh meşand. 

                                                                      ***** 

  1. Melîk Firatî, fîlozof, edebiyadzane, teolog û zimanzane bû. Mirov dema bi wî re qise dikir, xwe li dinyayek din didît û rihê mirov bi zanyariya wî rehabilîte dibû û mirov bi jiyanê re zêdetir dihat girêdan. 

Dema ku mirov li ser jiyana A. Firatî lêkolîn pêk bîne, dikare bigihîje dîrok, edebiyad, çand, folklor û fîlozofiya kurd. Loma jî dema ku min li Amedê di bîranîna wî de axevtin kir, min ji cîwan, rewşenbîr, nivîskarên kurd re pêşniyar kir ku ew li ser jiyana A. Melîk Firatî lêkolîn bikin. 

A.Melîk Firatî qasî ku fîlozof, teolog, zamanzane bû, ewqas siyasetvan, rêvebirekî zîrek yê partiyê nebû. Loma jî di rêvebiriya HAK-PARê de di navbeyna me de gelek minaqeşeyên girîng derdiketin. Loma jî dema min dît ku ez nikare di bin serokatiya wî de karên siyasî bimeşînin, an jî ew nikare b imin re karê siyasî bimeşîne, min piştî damezrandina partiyê di kongreya giştî ya yekemîn de di meclîsê de cîh negirt. 

                                                                    ***** 

Wek min li rêzên jorîn jî qal kir, wî, mîsyona Şêx Seîd Efendî û hevalên wî tîna bîra mirov. Loma jî piştî ji hepsa cuntayê derket û li Enqereyê bi cîh bû, bûroya wî wek bûroya mîsyona Şex Seîd Efendî dihat şirove kirin. Dema ku em diçûn bûroya wî, wî ji dîroka miletê kurd û tevgera 1925-an ji me re qal dikir. Her gotineke wî ji bona me girîng dibû. Ew di heman dem de ji Tevgera 1925-an re serkaniyek bû. 

Wek min di civîna bibîranîna wî de de jî anî ser zimên, mîsyona Xalid Begê Cibrî û Şêx Seîd Efendî û hevalên wan, îro jî gelek girîng e. Di vê astê de jî miletê kurd hewcedarî mîsyoneke wûsa ye. Loma jî divê hemû rewşenbîr û siyasetvan, wê mîsyonê baş fahm bikin. Di serî de jî partiya wî HAK-PAR vê mîsyonê fahm bike. 

                                                                ***** 

Hîç şik tune ye ku kurd kêmasiya mîrê şêxan A. Melîk Firatî bi kûrî hîs dikin û dibînin. Bila dîsa serê miletê kurd, malbat û dostên wî sax be. 

Amed,  01. 10. 2016

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *