Ji bo salvegera bîranîna Parêzer Hacî AKYOL

Em doh li bajarê Meletîyê, li navçeya Yazîxanê li gel welatparêz û têkoşerê doza netewî parêzer Haci Akyol bûn.

Ji gelek bajar û deverên dûr dost û hevalên Hacî AKYOL, li gel xizim, malbat û cemawerên Yazîxanê beşdarî merasîma bîranînê kirin.

Ji bajarê Amedê Birêz Îbrahîm Güçlü, Cano Amedî, Mele Siraç kaya, parêzer Mustafa Özer, Abdurrahman Demir û Hasan Çakır hatibûn.

Ji Mêrdînê Xetîp hoce û hevalên xwe, ji Silopî Cevher û hevalên xwe. Ji Stenbolê Köroğlu Karaaslan, ji Meletîyê Bahoz Şavata û hevalên xwe, ji navçeya Yazîxanê Kurdperwer û ji Êla Dirêjan gelek kes beşdarî merasîmê bûn.
Bi taybetî xanima Haci Akyol Kudret Akyol karekî baş û vefadari bi cîh anî. Li ser jiyana Kekê Hacî AKYOL pirtûkek amade kiribû. Pirtûk ji nivisên ji aliyê dost û hevalên Hacî ve hatibûn nivîsandin.

Li Parqa Hacî AKYOL piştî xebatên amedekarîya Belgeselê, girsayek mezin bû mêvanê Kudret û Hacî AKYOL, li ser sifra wan rûniştin, xwarina xwe xwarin. Pîştî xwarinê li ser gora Hacî AKYOL rêz girtin û merasîmek hat li dar xistin. Dost hevalên Hacî hestên xwe pêşkêşî civatê kirin. Parêzer Mustafa Özer derbarê rojên reş ya 5 nolu da dîtin û bîranînên parve kir. Îbrahîm Güçlü li ser têkoşîn û welatparêzîya Hacî AKYOL axaftinek dirêj kir. Em cardin Haci Akyol bi rêzdarî bibîr tînin û spasiya xwe pêşkêşî Kudret xanim dikim ku derfetek ewha amade kir ku em dost û hevalan Hacî beşdarî merasîmê bûn.

Di salên 1980 an de, piştî derbeya leşkerî ya 12 Îlonê dewleta tirk li hemberî gelê Kurd seferberiya girtin û zîndan kirinê destpêkir. Ji hemû beşên civakê xort, keç, zarok, kal, pîr û hwd hatin binçavkirin. Gelek jê di zîndanan de dîlbûn.

Ba û bahozên dijwar, pêlên tirsê civat xistibû bin bandora xwe. Tu kes nikaribû li ber derîyên girtîgehan de bi meşîyan. Dewlet asmosferek gelek xirab ava kiribû.

Di wan rojan de çend xweş mêr, çend welatparêz, çend têkoşerên hûqûqparêz destê xwe xistin nav agir û li bajarê Amedê buroyek hevbeş, bi aqilek hevpar û kurdî ava kirin.

Parêzer Şerafettîn Kaya
Parêzer Hacî AKYOL
Parêzer Cemşîd Bilek
Parêzer Erdinç Uzunoğlu

Piştre parêzer Hüseyin Yıldırım û parêzer Mahmut Bilgili beşdarî nav wê xebatê bûn. Demek şûnda Şerafettîn Kaya, Mahmut Bilgili û Huseyîn Yıldırım hatin girtin. Hacî AKYOL û Cemşîd Bilek bûn stuna xebatên Buroyê. Di wê demê de, gelek simsarên pere û xapandinê aktîf bûn, malbatan di xapandin, digotin emê zarokên we berdin. Çend kes ji wan dozger û hakimê ji leşkerîyê teqawît bûn.

Hacî AKYOL, Cemşîd Bilek û hevalên xwe bi şêweyekî xwebexş li gel girtiyên siyasî cîh girtin. Di demên herî dijwar de bi me re bûn, ji bo me malbat bûn, bira bûn, hevrê û dostên me bûn, deng û awazên me bûn. Di wan rojên giran de, li zindanê, li salona mehkemê, li hemberî raya giştî, bi me re bûn. Îşkence dîtin, li wan heqaret hat kirin, lê dîsa jî me tenê nehiştin. Hacî AKYOL û hevalên xwe fedakarîyek mezin kirin. Em tu cari wan û xebatên wan yên hêja ji bîr nakin. Bi rapor û agahdariyên neyînî, bi röportaj û Helwestên xwe di navbera me û rayagiştî de pira bûn. Silav û rêz..

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *