Serokê Giştî yê PWK Mustafa Ozçelîk: em sersaxîyê ji malbatên qurbanîyên şewata li Soran rûdaye dixwazin

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk:
Em sersaxîyê ji malbatên qurbanîyên şewata li Soran rûdaye dixwazin
Li gorî agahdarîyên heyî, şeva înîyê, 08.12.2023yê, avahîya ku xwendekar û mamosteyên zankoya Soran ya li taxa Cindiyanî ya Soran a Hewlêrê şewitîye û têde 14 kesan canê xwe ji dest dane û 7 kes jî birîndar bûne.
Bi vê karesata dilêş em gelekî xemgînin.
Ruhê wan şad, cîhê wan biheşt be.
Ez sersaxî, sebir û metabetê ji malbatên qurbanîyan re dixwazim, xem û êşa wana parve dikim û ji bo birîndaran şifayê xêrê dixwazim.
Bila serê gelê Kurdistanê sax be.
Mustafa Ozçelîk
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *