Mezintirîn gora komî ya Elo Enter tê kolandin: Êzidî bi hêvî li bendê ne

Li gora komî ya Elo Enter a nêzîkî bajarê Telaferê yê Deşta Nînovayê piştî 10 salan, kolanê destpê kir.

Welatiyên Êzidî yên ku xizmên wan ji aliyê çeteyên DAIŞê ve hatibûn revandin, bi hêviya ku bigihîjin termên xizmên xwe, li benda temamkirina kolanê ne.

Gora komî ya Elo Enterê ku yek ji mezintirîn gorên komî yên qurbaniyên rêxistina terorîst a DAIŞê ye, hate vekirin.

Çarenivîsa gelek endamên malbata Niso Îlyasê ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû revandin û li Sûriyeyê derfet dît ku bikarîbe bireve, hîn jî ne diyar e.

Niso Îlyas di derbarê kolanên gomên komî de wiha got: “DAIŞê pêşî em li Telaferê dîl girtin û piştre em veguhestin Mûsilê. Piştî neh mehan em ji hev cuda kirin û beşek ji me birin Sûriyeyê. Em hê jî çarenûsa ciwan, mêr û kalên xwe nizanin.”

Gora komî ya Elo Enterê, ji bo komkujiyên DAIŞê yên dema dagirkirina beşek axa Iraq û Herêma Kurdistanê wek gora delîlan tê dîtin û Êzidiyên li ser gora komî ne, li bendê ne ku xebatên kolandinê bi lez bêne kirin da ku testa DNAyê bêne kirin.

10 sal piştî komkujiya Êzdiyan a ji aliyê DAIŞê ve, hikûmet û rêxistinên Iraqê nû dest bi kolandina gorên komî kirin û ji ber hejmara zêde ya hestiyên qurbaniyan, hejmara giştî ya meytan nayê zanîn.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî di derbarê mijarê de da zanîn ku hejmara qurbaniyan hîna nehatiye diyarkirin û got:

“Lê belê nûçeyên berê yên medyayê diyar kiribûn ku di gora komî de li gel jin, zarok, ciwan û extiyar, bi sedan meytên kesên ku ji aliyê çeteyên DAIŞê ve bi gulebaranê hatine qetilkirin hene. Ji ber vê yekê em ji xizmên qurbaniyan daxwaz dikin ku ji bo naskirina meytên xwe testa DNAyê bikin.”

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *