Hevpeyvîn bi Cîgirê Serokê FKKN (ya welatên Sovyêta berê) Yûra Nabîêv re

Guhdarên hêja, di 6-7ê hezîranê de, li bajarê St Petersburgê  yê Rûsyayê Konferansa Federasyona Komeleyên Kurdên Navnetewî (FKKN)  ya sêyemîn  bi navê “FKKN – wekî platformek ji bo xurtkirina  hevkariya navbera civakên kurd” pêkhat.

Di  herdu  rojên konferansê de sedî zedetir mêvan, kesayatîyên berbiçav, profêsorên zanîngehan û mirovên zanist, karsaz, hunurmend, parêzer, karbidest, doktor ji  Gurcîstanê, Azerbaycanê, Ermenistanê, Qazaxistanê, Qirgizistanê, Bêlorûsyayê, Rûsyayê, mêvanên ji Almanyayê, Beneluxê  û Herêma Kurdistanê  beşdar bûn.

Beşdarên konferansê  mijarên derbarê pirsgirêka Kurd di rojeva cîhanî, pirsgirêkên Kurdên Sovyeta berê wekî gelê sirgunkirî û sazkirina komîteyekê ji bo çareserkirina wan pirsgirêkan, pejirandina Bernameya Federasyonê, amadekirina Hemcivîna Ciwanan û Komîteya Jinan, amedekirina derfetên perwerdeyî ji bo dûrvehînbûna zimanê Kurdî, herweha derheqa plan û proje, xebat û çalakîyên wê saziyê di pêşerojê de jî bo piştgirîya doza Kurdistanê û  hwd.

Weke 10 gotarvan li ser mijarên girîng, rê û dirbên careserkirina pirsgirekên diaspoyaên kurd û pilan û projeyên Federasyonê axivîn.

Bi rastî jî pêwîstîya  diasporaya kurd ji hevdîtin û civînên bi wî awayî, li ku jî dora pirsgirêkan nîqaş, pêşniyar û rapor tên pêşkêşkirin heye.

Li dawîyê beşdarên Konferansê Bangewazî li ser navê lîdêrên cihanê, di derbarê dagirkirina Kerkûkê, Şengalê û Efrînê de belav kir.

Piştî konferansê, derengê şevê, 9-ê hezîranê Delegasyona Federasyona Komeleyên Kurdên Navnetewî bi vexwendina fermî ya Hukumeta Herêma Kurdistanê gihîşte Hewlêrê û tevî Merasîma sondxwarina Serokê Herêma Kurdistanê bû.

Di nava Şanda Federasyona Komeleyên Kurdên Navnetewî de serokê Federasyonê, akademîsyen Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev, cîgirên wî, redaktorê sereke yê malpera RIATAZA Yûrayê Şamil Nabîyev û serokê Komeleya Kurdên Qirgizstanê Remezan Sehîdov, endamên Federasyonê Barzanî Nabîyev û Ezîmê Şemo Abdûllayêv bûn.

Roja sêşemê 11-ê hezîranê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şanda Federasyona Komeleyên Navnetewî (ya Kurdên Sovyeta berê)  ya bi serokayetîya Profêsor/akademîsyen Kinyazê Îbrahîm Mîrzoêv kir.

Li hevdîtinê şanda mêvanan ji alîyê Parlamana Kurdistanê hilbijartina Serokê Herêma Kurdistanê bi germî pîroz kir.

Hema vê rojê  serokê Herêma Kurdistanê yê nu hilbijartî Nêcîrvan Barzanî rastî şanda Federasyonê hat.

Endamê şandê bi navê Federasyona Navnetewî ya Kurdên welatên Sovyêta berê ji bo vê berpirsiyariya girîng bi germî Neçîrvan Barzani pîroz kirin û serketinê ji bo kar û xebatên wî yên pêşerojê xwestin.

Her wiha daxwaz jî kirin ku peywendiyên wan yê di navbera Herêma Kurdistan û Kurdên Rûsya û Asyaya Navîn û diasporaya Kurdan ya derveyî Kurdistanê de bihêztir û geştir bibe.

Guhdarên hêja! Vê carê Bernameya Civak û sîyaset ji bo zêdetir zelalkirina wan pirsan û mijarên din yên rojane mêvandarîya lêkolîner û pisporê sîyasetê, serokê Komeleya Piştevanî û Hevkariya bi gelê Kurd re, Cîgirê Serokê Federasyona Navnetewi ya Civaka Kurd (ya welatên Sovyêta berê), berpirsyarê sereke yê malpera Ria Taza birêz Yûrayê Şamil Nabîêv kir Birêz Yûra Nabîêv re ji stûdyoya radyoya Ria taza bajarê Moskvayê ra em bi radîotêlêfonê hatin girêdan Fermo, guhdarîya pirsên me û bersîvên serokê Komeleya Piştevanî û Hevkariya bi gelê Kurd re, Cîgirê Serokê Federasyona Navnetewi ya Civaka Kurd (ya welatên Sovyêta berê), berpirsyarê sereke yê malpera Ria Taza birêz Yûra Nabîêv bikin Amadekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *