Mesrûr Barzanî ji bo NBCê: Pêdiviya me bi mana Amerîka û Hevpeymanan heye

 Serokwezîr Mesrûr Barzanî di çavpêkeftinekê de bi kanala NBC ya Amerîkayî re ragehand, “ Şêwaza gefan hatiye guhertin. Em wisa difikirin ku ji aliyê leşkerî, aborî û siyasî ve pêdivîtiya me bi arîkariyên zêdetir e, ji ber ku ew hevrikiyên berhingarî me bûne ji gefên DAIŞê cuda ne ku em bi hev re berhingar dibûn, lewma jî em pêşbîniya zêdetir arîkariyan ji Amerîkayê dikin”.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwesa amaje da, “Pêdiviya me bi zêdetir arîkariyên Amerîkayê heye. Merema me ew nîne ku pêdiviya me bi zêdetir serbazan heye. Nexêr, me pêdivîtî bi zêdetir şiyanên leşkerî heye ji bo ku şiyanên leşkerî yên Pêşmergeyên me bigehin astekî ku ne tenê bergiriyê ji xwe û xelkê xwe bikin, belkî bergiriyê ji hemî kesên ku li Herêma Kurdistanê ne bikin”.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwesa got, “Şêwazê gefan hatiye guhertin û pêdivîtiya me bi arîkariyên zêdetir û mana Amerîka û Hevpeymanan heye”.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ron jî kir, “Şêwazê gefan hatiye guhertin. Em wesa difikirin ku ji aliyê leşkerî, aborî û siyasî ve pêdivîtiya me bi arîkariyên zêdetir heye, ji ber ku ew hevrikiyên berhingarî me bûne ji gefên DAIŞê cuda ne ku em bi hev re berhingar dibûn, lewma jî em pêşbîniya zêdetir arîkariyan ji Amerîkayê dikin. Hevpeymanên me yên Amerîkayî ji me re dibêjin ku ew dixwazin Kurdistaneka bihêz bibînin. Çawa? Yanî pêdivî ye em ji aliyê aborî, siyasî û leşkerî ve bihêz bin, ji bo ku em bikarin li beranberî gefan xwe biparêzin”.

Navbirî amaje da, “Dema em dibêjin ku pêdivîtiya me bi zêdetir arîkariyên Amerîkayê heye. Merema me ew nîne ku pêdiviya me bi zêdetir serbazan heye. Nexêr, me pêdivîtî bi zêdetir şiyanên leşkerî heye ji bo ku şiyanên leşkerî yên Pêşmergeyên me bigehin astekî ku ne tenê bergiriyê ji xwe û xelkê xwe bikin, belkî bergiriyê ji hemî kesên ku li Herêma Kurdistanê ne bikin”.

Mesrûr Barzanî di derheqa rawestandina petrola Herêma Kurdistanê de jî amaje da, “Rawestandina hinardekirina petrolê û nedana budceya Herêma Kurdistanê bargiranî çê kiriye û xelk tûşî arêşeyan bûye. Kompaniyên biyanî jî ku hejmareka wan Amewrîkayî ne û li Herêma Kurdistanê weberhênan kiriye tûşî arêşeyan bûne. Lê Serokwezîrê Îraqê niyeta xwe ya pakij diyar kiriye û hêvî heye ku arêşe bên çarekirin”.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di derheqa zêdebûna aloziyên deverê de jî got, “Em pênaseya terorîzmê baş dizanin. Giring nîne kî li pişt kiryarên teroristî ye, pêdivî ye em rêyê li kiryarên teroristî bi xwe bigirim. Pêdivî ye em berhingarî terorzîmê bibin, ne ku yên li pişt kiryaran in”.

Li dawiyê jî got, “Amerîka dikare zêdetir ji wê yekê bike ku tenê di dema kuştina serbazên wê de bi rengekê sinordar bersivê bide. Dikare sîstema bergiriya asmanî û çekê pêşkeftî bide Pêşmergeyan û zêdetir rahênanan bi Pêşmergeyan bike”.

Basnews

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *