2 hezar mamosteyên Kurdî li benda tayînê ne: ‘Mamoste li înşeatan dixebitin’

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pêvajoya hilbijartina dersên zaravayên Kurmancî û Kirmanckî (Zazakî) yên Kurdî piştî 4 rojan diqede.

Hilbijartina dersan dê heta heta 12ê Sibatê berdewam bike û di vê demê de xwendekarên polên 4-5-6-7 dikarin dersên Kurdî hilbijêrin.

Bê guman yek ji pirsgirêkên sereke yên dersa bijarde ya Kurdî jî tayînnekirina mamosteyan e.

Herî kêm 2 hezar mamosteyên zimanê Kurdî li benda tayînkirina xwe ne.

Mamosteya zimanê Kurdî Yasemîn Asirogluya ku li benda tayînkirinê ye xwest ku pêvajoya hilbijartinên dersên bijarde were dirêjkirin.

Asirogluyê got ku ji bo tayînkirina mamosteyan jî pêwîst e bêhtir xwendekar dersa Kurdî hilbijêrin.

“Em dixwazin mamostetiyê bikin”

Asirgolu, sala 2019an ji Zanîngeha Çewlîqê der çûye lê niha li pirtûkxaneyê dixebite.  

Wê di axaftina xwe de diyar kir ku ji ber kontenjan nehatin vekirin ew jî nehatine tayînkirin û got:

“Ez niha li pirtûkxaneyê dixebitim. Me hin karên din jî kirin, niha çend meh in ez li vir im lê ez ne bextewar im.

Min dixwest niha xwendekarên min hebin û min ders bida wan. Em ji bo vê hatin perwerdekirin. Helbet em dixwazin mamostetiyê bikin.”

“Ez her sal dikevim KPSSyê”

Asirogluyê bal kişand li ser rewşa hempîşeyên xwe û got, “Hema bêje em hemû di heman rewşê de ne.

Niha çend hevalên me karê xwe dikin. Wekî din hemû jî karê cuda cuda dikin. Hinek diçin li înşeatê dixebitin û karên din dikin.

Mixabin bi mecbûrî em dikin. Divê em debara xwe jî bikin. Em dixwazin karê xwe bikin helbet.

Hêviyên me têk çûne lê em bi wê xeyalê, xeyala ku rojek em bibin mamosteya Kurdî me dest bi vê beşê kir, me xwend. Em dixwazin bixwînin jî.

Em amade ne û li benda xwendekarên xwe ne. Ez her sal dikevim KPSSyê. Ev 4 sal in ez ketimê û ez dê ya 5an jî bikevimê.”

“Divê pêvajoya hilbijartina dersên bijarde were dirêjkirin”

Yasemîn Asirogluye têkildarî dersên bijarde jî got:

“Divê ev pêvajo (hilbijartina dersa Kurdî) dirêjtir bibe. 2 hefte tenê dane ji bo hilbijartina dersan.

Divê were dirêjkirin lewra hinek kes haya wan jê nîne. Bila ev berbelav bibe û haya her kesî jê çêbibe. Ew jî bikaribin hilbijêrin.

Bi taybetî divê malbat, dê û bavên Kurd haydar bin û dersa Kurdî hilbijêrin. Ev mafê we yê rewa ye. Hûn dikarin biçin hilbijêrin.”

Yasemîn Asirogluyê wiha berdewam kir:  

“Dema xwendekar (dersa Kurdî) bixwaze û hilbijêre, dê mecbûr bimînin mamosteyan tayîn bikin. Dema mamoste werin tayînkirin jî dê xwendekar hilbijêrin. Dê haya wan jî jê çêbibe ku dersa Kurdî tê dayîn.

Ez di rêza tayînkirinêya 93yemîn de me. Bi qasî hezar xwendekarên lîsansê li benda tayîna xwe ne. Em hemû jî amade ne.”

Rûdaw

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *