Trump: Egera destpêkirina êrîşên li ser Îranê heye

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, egereke vekirî heye ku welatê wî êrîşên leşkerî yên li ser Îranê bide destpêkirin. Trump herwiha aşkere kir, Tehranê planeke nû ji bo rawestandina şer pêşkêş kiriye, lê Washington mercên wan qebûl nake.

Serokê Amerîkayê Donald Trump li eyaleta Floridayê bersiva pirsên rojnamevanan da. Trump derbarê destpêkirina êrîşên li ser Tehranê de got: “Egere heye ku ev yek biqewime.” Trump ambargo û dorpêçên niha yên li ser ÃŽranê wekî “pir bi bandor” binav kirin.

Trump tekez kir ku welatê wî dê bi hêsanî ji vê rûbirûbûnê venekiÅŸe, ji ber ku naxwazin kêşe ji bo salên din bimîne û dubare bibe. Trump got: “Em rê nadin ku ÃŽran bibe xwedî çekên atomî.”

Derbarê hewlên dîplomatîk de, Trump da zanîn ku hûrgiliyên peymaneke pêşniyarkirî ji aliyê ÃŽranê ve gihîştiye destê wî û got: “Ez ê di demeke nêz de wê plana ku ÃŽranê ji me re ÅŸandiye lêkolîn bikim, lê bawer nakim ku ew plan were qebûlkirin.”

Ji aliyê din ve, Cîgirê Wezîrê Derve yê ÃŽranê Kazim Xerîbabadî ragihand, welatê wî bi rêya navbeynkariya Pakistanê planek ji bo bidawîanîna ÅŸer pêşkêş kiriye. Xerîbabadî got: “Niha top di qada Amerîkayê de ye; yan divê rêya dîplomasiyê hilbijêrin, yan jî berdewamkirina rûbirûbûnê.”

Pêşniyara Îranê ji 3 xalan pêk tê:

1- Vegerandina çûnûhatina azad a keştiyan li Tengava Hurmizê.

2- Bidawîanîna dorpêça deryayî ya Amerîkayê ya li ser Îranê.

3- Paşxistina gotûbêjên li ser bernameya atomî ji bo qonaxeke din.

Trump di beÅŸeke din a axaftina xwe de bal kiÅŸand ser ziyanên artêşa ÃŽranê û got: “Artêşa ÃŽranê derbeke kujer xwariye û ji bo nûkirina ÅŸiyanên xwe, pêdiviya wê bi 20 salî heye.”

Tevî ku çar hefte di ser rawestandina operasyonên leşkerî re derbas bûne, lê hîna peymaneke dawî nehatiye îmzekirin. Ev aloziya navbera her du welatan bûye sedema krîzeke mezin a enerjiyê li ser asta cîhanê. (K24)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *