Me, Mele Şûkrî Xurşîd ku wek Dilpêt Jêlî jî dihat naskirin wenda kir!

Sitêrek din ji ezmanê Kurdistanê xuricî!

Gelê Kurd rûmetekî xwe yê çandî, hunerî, dîrokî û sîyasî wenda kir!

Vê nexweşîya malkambax, şewba Krona gelek mirovên me yên gelek hêja û bi rûmet ji me sitend.

Kurdperwerê hêja, têkoşerê doza Kurd û Kurdistan seydayê Şukrî Ekinci, ji gundî Basna Nizêr ya navçeya bajarê Sêrtê Dihê bû; lê piştre li bajarê Mersînê jîyana xwe dibuhart. Wî seranserê jîyana xwe bexşî doza gelê xwe kiribû.

Ew çalakvanekî sîyasî, çandî û hunerî bû. Ew ji ber endametîya PDKT/KUK hat girtin û di girtîgehê de raza.

Ew pêgirtîyê rêça Şêx Seîd, Qazî Mûhemed û Berzanîyan bû. Ew xebatkarê şoreşa Îlonê bû!

Seroktîya bajarê Mersînê ya DKP (Partîya Girseya Demokratîk) kir.

Ji ber helbestên xwe yên welatperwerî, hat girtin. Lê tu demê devji xebata xwe ya sîyasî, edebî û hunerî berneda.

Bi şev roj dema xwe ji bo lêkolîna dîroka Kurd û ji helbestê re xerc kir. Loma berhemên giranbuha ji gelê xwe re dîyarî hîşt.

Ji helbest û lêkolîna wî ya li ser dîroka Kurd jî xuya dibe ku ew evîndarê gelê xwe ye! Ew evîndarê deşt û zozan, çem û kanî, çîya û gelî, dar û devî, ax û kevirê welatê xwe ye!

Ew Hozanekî hestgîr, dilzîz û dilşewat bû!

Hemû qirkirin, îşkence, koçberî û jana gelê xwe di hinavê xwe de hest dikir; loma di helbestên xwe de diqîre!

Li neyarên hov lanetê dibarîne û gelê xwe vedixwîne tekoşîna rizgarîyê!

Pirtûkên bi navê Pazendname, Kardûkname, Halepçe û yên helbestan ji kana hest û ramanên xwe dîyarî gelê xwe kir!

Bila serê malbat, heval û hogiran û gelê Kurd sax be!

Gora seydayê hêja buhişt be!

TDK-TEVGER

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *