Jİ BO JÎYANEKE NÛ GAVEK GİRÎNG

Ji mêj de mijara yekîtîyê di nav gelê Kurd û di nav hêzên ramyarî de tê lec kirin. Gava ku devê kê vedibe an dipeyive, qala hewcedarîya yekîtîyê dikin. Vê dîtina xwe jî ewha tînin zimên: “Kurd ji xwe ra xayin in, ne wilo bûna wê di nav wan de aqûbet û aşîtî hebûya, wê xwedîyê yekîtîyeke bingehîn bûna” dibêjin! Pirsa rastî, ev dîtina han mirov pê pirr acis dibe. Lê, di bin vê dêtina çewt di hinek rastî veÅŸartî ne. Dibe em van rastîyan bibîn in û derxin holê.

Di demekî nêzîk de, ku du sal zêdetir e, li welatê me 5 hêzên me yên ramyarî di bin navê  PYSK ‘ê de qewetên xwe gihijandin hev û partîyeke nû damizrandin. Ev penç hêzên ku ji xwe re digotin sosyalîst niha di bin ala PYSK’ê de biryara têkoşîna netewî û çînî stendine. Em bawerin ku ev biryara ku bingehîna xwe jî hêvî û evîna welat digire wê di demek nêzîk de xwe di nav livbazîyên pratîk de nîflan bide. Ev biryar hêvîyeke nûhe. Ji bo hêvî û daxwazin me bi ser kevin divê di nav gotin û çalakîyên me da, di nav teorî û pratîka me da tu nakoyên asê tune bin! Lewra, em hemû dizanin ku rastîya bîrûbawerîyê (teorî) di nav germîya nerît de (pratîk) xuya dibe. Gava ku em nikaribin zimanê nerît sazbikin, tê wê vatê ku bîrûbawerîya em diparêzin pûçe. Digel ku, daxwaza me karekî nû, hêvîyekî nû û damezrandina jîyanekî nû be, divê em bi dil û can bîrûbawerîyên xwe di jîyana nerît de, bi çalakîyên germî nîşan bidin. Gava gotin û dîtinên me jî çalakîyên germî cûda be, karê em dikin tu vata vî namîne! Kesên ku di nav jîyana ÅŸoreÅŸgerî de cîh girtine, hemû dizanin ku bîrûbawerî û nerît wekî goÅŸt û hestî bi hev re girêdaye! Gava yek rabe, wan ji hev veqetîne wê êşîyekî mezin bide jîyadin! Di warê ramyarî de, bi piranî êş û nexweşîyên mezin di bin sîya wê dîtinê de geÅŸ dibe.

Yekîtî hewcedarî ye an na? Ger bersîva me hewcedarî be, divê em zanin bin pêvîstîya vê hewcedarîyê ji ku tê? Divê ev hewcedarî, ne hewcedarîya kor û topalan be! Divê em hemû zaninbin ku yekîtîya sosyalîstan berîya her tiÅŸtî ji hewcedarîyan civakî û ji valaya rêxistinî tê. Ev yekîtîya han jî pirr girînge. Lê girîn gîya mezin ew e ku partî di pratîkê de bi serkeve. Yanî polîtîkayên xwe bicîh bîne. Em hemû dizanin ku di bicîhanîna polîtîkayên xwe de berpirsîyarên mezin dikeve ser milê kadroyên  PYSK’ê . Ji bo hêvî û daxwazên gelemperî bi ser kevin divê PYSK bi gavên girîng û mezin armancên xwe di warê teorî û pratîkê de bicîh bîne. Ji bo vê jî, kadro, sempatîzan, alîkar û dostên partîyê divê xwedîyê hêvîyên mezin û daxwazger bin.

Yekîtîya Sosyalîstên Kurdîstan gava ku li ser axa welat be giringê. Tevgera ku li ser koka xwe nebe û berpirsîyara germî ne bihîze wê zû pûç bibe û dawî de hilmeÅŸe. Ji bo ku em rê nedin tiÅŸtekî ewha diwê ev tevger li ser axa welat û li ser koka xwe bêafirandin û geÅŸbibe… Gava ku di nav germîya têkoşîna îroyîn de em pêwîstîyên xwe bicîh bînin, wê tevgera me di demek nêzîk de bedela xebata xwe bistîne. Ji bo vî jî, divê herkes jîyana xwe wek jîyaneke rêxistînî ji nûh ve sazbike û xwe ji kêmasî û çewtîyên doyin paqij bike. Çaxa em pêwîstî û berpirsîyarên xwe bi cîh bînin ewê xebat û pewêndîyên me yên ramyarî pêşkevin û bi serfirazî bên xemilandin, bên pîroz kirin. Lê wexta xebatên partîyê di warê candî û bi dîplomasî bê girêdan ez bawerim ku axa ku îro dibin lingê me daye ev jî wê biÅŸemit e.

Ji bo em di hoyên îroyin de paÅŸve nemîn in, divê em pêwîstîyên pêvarojê baÅŸ “analîz” bikin û li gor wan analîzan kar bikin. Ev biryara ku penc rêxistinên me dane ne tenê ji bo duwaroja PYSK’ê ji bo gelê Kurd, ji bo yekîtîyeke bingehîn jî pirr girîng e. Ji ber van sedeman û ji bo kadroyên ku xwedî asoyeke dewlemend bin divê polîtîkayên me pirr zelal û li gor hayên welatê me be! Ev jî ancax bi amade kirina kadroyên zanavan ve mumkun e. Divê ev kadro bi her awayî û de hemû mijaran de di hemû hoyên dijwartir de, bê tirs li armanc û têkoşîna xwe derkevên.

Em dibêjin ku hêzên sosyalîst alternatîfekî nû ye. Rast e, ev alternatîfa nû divê di hemû warên ramyarî de çê bibe. Lewra, alternatîfa me ne “raqîptîya” hêzêkî dinê yê; an jî cîhê hinekan bigirin! Çimkî em dixwazin ri rengên din de rengê xwe nîşan bidin û cîhê xwe tije bikin. Ji bo vî jî, divê dest ji proxram û rêzname (pêyrew) pê bike heta bigê fêrkirina kadroyan û damizrandina rêxistinên saxê partîyê… Ji bo vana jî, divê em pergelên nû peyder bikin. Ancax em dikarin ewha bibin alternatîfekî nû û xurt. Eger em kêmasîyên xwe û kêmasîyên pêvaroja îroyin baÅŸ bibînin û bînin ziman, ez bawerim ku emê di demek nêzîk de fêkîyê vê xebatê bigrin. Ji bi vî jî, divê di hemû gadên ramyarî de em çalakîyên xwe yên rexistinî bidomînin û pêwistîyên xwe yê nêzîk û yên dûr ji hev vegetîn in. Gava ku em xebat û têkoşîna xwe bi warê çandî û “legal” ve girêbidin rewÅŸa me wê ji ya doyin baÅŸtir nebe. Em heû dizanin ku di jîyana rêxistinî de pêşketina hêzekî ramyarî ancax bi çalakîyên vî tê pîvandin. Yanî bi gotineke din neynika gotin û dîtinan (an jî teorî) pratîk e.

Berîya nivîsa xwe biqedînim ez dixwazim çend gotinên kurt bibêjim. Rast e, ev gotinên han ji alîyê pirr kesî ve hatîye zimên. Lê gava ducar bibe jî tu zirar çê nabe! Divê bêrîya her tiÅŸtî di warê têkoşînê de em xwe tu carî ne xapînin. Gava ku em rewÅŸa xwe, qeweta xwe û hoyên ku welat têda ye em baÅŸ analîz bikin, jê tecruban derxen vê gavê emê pirsgirekên xwe bixin rîya çareserîyê. TiÅŸtekî din jî ev e divê wek her deman, îro jî digel rexneyên dostane, we yên ku bi tiÅŸtêkî qayil nabin jî hebin. Lê ji bo partîya nû pîvan divê ne gotin be, kar be, encama kar be; emsal divê ne rêxistinên din bin, pêwîstîyên pêwajoyê û kapasîte û xebata heyî bin… Berîya her tiÅŸtî jî divê em her dem karibin xwe rexne bikin û jî wan rexnan hinek encaman derxîn…

Ez bi hêvîya tî û bircîbûna yekîtîyê di têkoşîna germî de serfirazîyên bê sînor dixwazim. Axa welat, pratîka germ û dijwartir li benda me ye.            21.10.1996

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *