Armanca çapemenîya PKKê derew û manîpulasyon e…

Îbrahîm GUÇLU

Di dewlet û civatan de çapemenî xwedîyê mîsyoneke mezin e. Hemandem de di dewlet û civatên modern û demokratik de çapemenî xwedîyê roleke mezintir e. Çapemenî bi gelek awayan şikil dide dewlet û civatan. Loma çapemenî di dewlet û cıvatan de him rola baş û him jî rolekî xirab dilîze. Gel him ji alîyê êrenî de û him jî ji alîyê neyênî dike xwedîyê şiûrekê.   

Çapemenî, di dewlet û civatên faşist û otoriter û totaliter de rolekî gelek xirab dilîze.  

Çapemenî di dewlet û civatên faşist û otoriter û totaliter de her demê xizmetî desthilatdarî û dîktatorîyê dike; daxwazên desthilatdarên barbar tîne ser zimên. Ji bona ku desthilatdarîya li dijî gel dom bike dibe alîkar û rolekî mezin dilîze. Serê gel bi faşîzmê û bi bîrûreyên dîktatorî tije dike.

Lê çapemenî, di civat û dewletên demokratîk de gorî karaktera xwe xwedîyê du mîsyonan e. Di dewlet û civatên demokratik de, beşek çapemenî ji desthilatdarî re dibe alîkar. Dixwaze ku her dem karên hikûmet û desthilatdarî rast nişan bide.

Li hemberî vê çapemenîyê, çapemenîyeke mixalîf heye. Ew jî desthilatdarî û hikûmetê rexne dike. Daxwazên gel tîne ser zimên.

Di dewlet û civatên demokratik de çend kategori çapemenî hene. Di demokrasiya rasteqîne de çapemenîya mixalif her dem desthilatdarî û hikûmetê rexne nake. Dema ku deshilatdarîyê û hikûmetê karên baş û projeyên baş bi kar anîn, ji wan re jî piştgirî dike û wan dipesinîne.

Heger bi giştî çapemenî bê terîf kirin, “çapemenî ragihandinê tîne ser ziman. Weke amûrên ragihandinê televizyon, rojname, kovar, radyo, înternet û hwd têne ser ziman. Di roja me de, di temenê ragihandinê de çapamenî gelek şax û lingên wê pêşketine. Di roja me de, dema ku bahse çapamenîyê tê kirin, qada giring bahse wê tê kirin. Çapemenî weke rêya ragihandin a gihîştina zanînê û ragihandina rûdaw û pêşveçûnên ku di nava civatê û bi giştî ku li cihanê diqewimin. Mirovê ku tê de kar dike Rojnemavan a. Bi nasnema rojnemavantîyê kar dike.”

Rêxistin û partiyên siyasî jî çapemenîyê bi kar tînin. Rêxistin û partiyên siyasî gorî karakterên xwe çapemenîyê bir kar tînin.

Rêxistin û partiyên demokratik çi mixalif bin û çi jî desthilatdar bin, çapemenîyê bi awayekî demokratik bir kar tînin, zêde derewan bi kar naynin û manîpulasyonê nakin. Her şertî hesap dike. Qasî ji wan hat gor hiqûqê tevdigerin. Heqeret nakin. Mafê her kesî didin berçav.

Ji bona çapemenîya rêxistin û partiyên ne demokrat, pîvan tûne ye. Hiqûq nas nakin. Mafên tu kesî nadin berçav. Propaganda xwe li ser derew û manîpulasyonan ava dikin û dimeşînin.

Ji bona çapemenîya rêxistinên terorîst hîç pîvanek tune ye. Ji bona rêxistinên terorîst, her tiştek rewa û meşrû ye. Rêxistinên terorîst ji bona ku barbarî û xirabîyên xwe yên hovane meşrû nîşan bidin, her rê mubah dibinin û her derewan jî dikin û her manîpulasyonekê jî pêk tînin. Çapemenîya rêxistinên terorîst wek dezgeheke şerê qirêj dom dike. Ji bona di nav gel de tirs û xofê çekin propaganda dikin armanc.

 PKK wek rêxistineke projeya dewletên kolonyalist û terorîst û li dijî kurdan, di 30 salên dawî de, bû xwedîyê çapemenîyeke gelek xurt. Gelek rojname, kovar, radyo, telewîyon  di propagandaya xwe de bi kar anî. Çapemenî û dezgehên çapemenîyê, gorî qerektera xwe meşand.

Di çapemenîya PKKê de derew, manîpulasyon, li dijî hiqûqê û mafên mirov tevgerandin, mejî şûştin, bû stratejiyeke gelek aşkere û xurt.

Çapemenîya PKKê, propagandaya nêrînên otoriter, totaliter, faşist, Kemalîst, Stalînst, Baasîst dike. Ev jî dibe sedema nekokî û dijminitiya nav civatê. Di heman dem de ji bona ku ew nêrînan ne demokratik in, ji unîterîzmê, yekanebûnê, faşizm û dîktatoriyê re bingeh ava dike.

PKK, ji bona vê yekeê, ji derveyî xwe rêxistinên din rewa qebûl nake. Loma jî di jiyana xwe de ji bona wan rêxistinan li hemû beşên Kurdistanê ji holê rake xebat kir û xebat dike. Loma her dem êrîşî rêxistin û partiyên siyasî yên Kurdistanê dike. Serok û xebata wan meşrû qebûl nake. Ji bona ku pêşîya xebata rêxistin û partîyên Kurdistanê bigre her barbarî kir û nuha jî van karên xwe didomîne.

Dema li ceribandina PKKê li hemû beşên Kurdistanê were meze kirin û şirove kirin, ev tehlîya û ev xeterîya gelek aşkere tê dîtin.

PKKê dîsa ji vê yekê di nav rêxistina xwe de û li derveyî xwe mixalefetê qebûl nake. Loma jî bona mixalefet ji holê rabe her xirabîyekê dike. Encama vê nêrîna wan bi deh hezaran kurdperwer li çar beşên Kurdistanê bi destê PKKê hatin kûştin.

Çapamenîya PKKê êrîşker û heqaretparêz e. Ji derveyî rastîya xwe ku rastîya wan jî derew in, tu rastîya nas nakin. Ji rastîyan re rêz nagrin. Loma jî yek alî ye.

Çapemenîya PKKê li dijî hêjayiyên Kurd û Kurdistanê êrîşker e. Li dijî dewletbûna kurdan e. Bûyeran û rastîyan beravajî dike.

PKK bi çapemenîyê dezenfermasyonê dike.

Gelek kurdperwer ji bona ku PKKê nas dikin, nakevin bin bandora propagandaya PKKê.

Hezar mixabin, gelek insanê dorê/wasat jî di civata Kurdistanê de bi propagandeya PKKê tên xapandin.

Lê gelek rewşenbîr, hûnermend, nivîskarên Kurdistanê, dikevin bin tesîra propagandaya derewîn û manîpulatîf ya PKKê. Ev xapandina wan jî dibe sedem ku gel jî bê xapandin.

Beşek rewşenbîr, hûnermed, nivîskarên Kurdistanê jî baş dizanin ku PKKê derew û dezenfernasyonê dike, lê ji bona berjewendîyên xwe yên rojane û kesayetî ji PKKê û ji xirabîyên PKKê re piştgirî dikin. Ev grûba insanan jî dibin sedem ku xelk bêne xapandin.Piştgirîya PKKê bikin.

PKKê di 30 salên dawî de dijminatîya rêxistinên Başûrê Kurdistanê bi rêya çapemenîyê dike. PKKê, serê endamên xwe bi propaganda û rêya çapemenîyê şûşt û wan jî êrîşî PDK û YNKê kir. Bi hezaran pêşmerge kûştin. Bi rêya çapemenî yê ev şehîdkirina pêşmergeyan rewa nişan dan.

Piştî 2005an dema ku bi referandûmê bi Makezagona nû Dewleta Federe ya Kurdistanê ava bû, PKKê ev car jî, ji bona ku serwerîya Kurdistanê nas neke, hiqûqa li Kurdistanê binpê bike, çapemenîya PKKê dest bi propaganda û dezenformasyonê û manîpulasyonê kir.

“Armanca propagandeya çapemenîya PKKê li ser derewan avakirinê de Barzanî hene. PKK wan bi xiyanetê û hevkarîya dijminan itham dike. PKK gelek bi zanebûn û ji navendek taybet vê yekê rêve dibe.  (…)

“Gelek kes heta alîyên sîyasî newêrin behsa derew û kirêtiyên PKKê bikin. Ji ber ku ditirsin û newêrekin. Lê dikarin her tiştekî behsa PDKê bikin. PDK hinek cara bersiva hinek derewên PKKê dide, lê piranîya cara hewce nabîne ku vê yekê jî bike. Eger PDK, bersivdana derew û boxtanên PKKê bike karê xwe, gerek karekî din neke.

“Her gava erênî ku desthilata herêma Kurdistanê davêje, wek tu darekî li difna PKKyîya bidî aciz dibin û dest propagandeyên ne rast dikin.

“Niha PKK ev e. Ne tê guhertin û ne jî stratejîya xwe ya ku rê li dewletbûna Kurdan digrie xwe dide alîyekî. Lê ewên ku, bi navê hûnermendî û rewşenbîrîyê dibin dûvikên wan divê bêne teşhîr kirin.

“Ji alîyekî din ve hinek nivîskar di medya PKKê de bi hewarî zemîna şerekî li dijê PDK amade dikin. Ji xwe PKK bi hemû imkanên xwe yên media êrîşî PDKê dike, PDK heman tiştê nake û bersîva derewên medya PKKê jî nadin. Çekdarên PKKê di mala PDKê de êrîşî Pêşmergeyan dikin û wan şehîd dikin. PDK bersîva wan bi vî awayî nade, PDK toleransek berfireh nîşan dide.

“PKK dibêje ku, PDK dikeve di nava herêmên gerila de. Gelo ev herêmên gerîla li kûderêne? Li Diyarbekirin, li Botanê, li Serhedê ne ku PDK ji başûr diçe wan dorpêç dike? Ew cihên ku dibêjin herêmên gerila ne, xaka başûrê Kurdistanê ye û di bin desthilata hukumeta herêma Kurdistanê de ne. Erka hukumeta Kurdistanê ye ku li wan deveran bi cîh bibe û ewlehîya xelkê Kurdistanê cîh bi cih bike. Bi sedema ku PKK li deverêvye, bi sedan gund vala bûne û dev ji mal û milkê xwe berdane, bar kirine çûne bajaran.Devera ku çekdarên PKKê lê dimînin, bûye qada şerekî qirêj û jiyan ji xelkê deverê re kiriye dojgeh.

“PKK di siyaseta xwe de, gelek vekirî li dijê dewletbûna Kurda ye . Gelo ne gelek balkêş e ku, PKKê gundek yan jî taxeka bajarekî li bakurê Kurdistanê azad nekirîye û li başûrê Kurdistanê bi cih bûye û bûye tehdîdek mezin li ser serwerîya Kurdistanê. Her kesek yan jî alîyêk rastiya heyî nebîne, dibe pîyonek a leyiztika PKKê pêk tîne.” (Rojevakurd-Analîz)

 Enqere-Qoser, 12. 08. 2021

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *