Louis Charbonneau: Tirkiye Ereban li ser axa Kurdan bi cih dike

Dîrektorê HRWyê yê Neteweyên Yekbûyî anî ziman, “Tirkiye, Erebên ku li herêmên din dijîn li ser axa Kurdan bi cih dike.”

Dîrektorê Human Rights Watchê (HRW) yê Neteweyên Yekbûyî Louis Charbonneau li bajarê New Yorkê bi nûçegihanê Rûdawê Sînan Taşdemîr re mijarên wekî mafên mirovan û binpêkirina mafên mirovan li Îran û Sûriyeyê gotûbêj kirin.

Dîrektorê HRWyê yê Neteweyên Yekbûyî Louis Charbonneau li ser birîna darên Efrînê da zanîn:

“Tirkiye li Efrînê rê dide birîna daran û zeytûn û rûnê zeytûnan ji Efrînê derdixe, wekî ku tê zanîn li Efrînê zeytûn navdar e.

Herwiha zeytûn û tiştên din ên darên zeytûnan dibin li Tirkiyeyê difiroşin.”

Louis Charbonneau li ser xwepêşandan û tundûtûjiyên li Îranê li Kurdan tê kirin jî anî ziman:

“Dema ku protestoyan li herêmên Kurdan dest pê kir polîsen Îranê bi taybetî li hemberî wan tundûtûjiyên gelekî xirab kirin.”

Hevpeyvîna Dîrektorê HRWyê yê Neteweyên Yekbûyî Louis Charbonneau ya bi nûçegihanê Rûdawê Sînan Tunçdemîr re:

Rûdaw: Li aliyekî Komîsyona Lêkolînê ya Neteweyên Yekbûyî di rapora xwe de dibêje li Sûriyeyê pêwîst e ku agirbestek were ragihandin. Li aliyê din jî Çavdêriya Mafên Mirovan jî di rapora xwe de dibêje li Sûriyeyê her tişt bi zora çekan e.

Dîrektorê HRWyê yê Neteweyên Yekbûyî Louis Charbonneau: Ji meha Îlon û Çiriya Pêşîna dawî vir ve li Sûriyeyê sûc li hemberî sivîlan bi awayekî pir giran zêde bûye. Komîsyona Lêkolînê ji sala 2011ê vir ve li wir e û niha em di sala 2024an de ne û komîsyonê gelek raporên mafên mirovan ên ku hatine binpêkirin li gorî yasayên navneteweyî amade kir. Niha jî dibêjin rewş zêdetir xirab dibe.

Me berê jî dîtibû ku tundûtûjî zêde dibe lê vê carê careke din xirabtir dibe. Komîsyon destnîşan dike ku dema ku cîhan, bala xwe dide li ser rewşa xirab a Xezeyê û dema ku ji bo agirbestê kar dikin, rewşa Sûriyeyê baş nabînin. Mirov êdî westiyane, ev bûye 13 sal in mirov nûçeyên tundûtûjiyê, êrişên çekên kîmyewî, mirov revandinê, şkenceyê, êrişên DAIŞê dibînin.

Rastî ev e ku DAIŞ hîn jî li Sûriyeyê bi hêz e. Komîsyona Lêkolînê ev jî zelal kir ku DAIŞ ji holê ranebûye. Belê li Sûriye û Îraqê qadeke mezin ji destê wan çû lê ji holê ranebûne. Em dizanin ku DAIŞ hîn jî dikare tundûtûjiyên gelekî xirab bike. Niha rewş ev e. Li kêleka Rûsyayê hîn jî karê xwe didomîne û Rûsya jî li Ukraynayê ev 2 sal in tundûtûjiyê dike.

Her wiha bi rejîma Sûriyeyê re jî kar dike û ew li wir tundûtûjiyên xirab dikin. Herwiha li bakurê Sûriyeyê jî rewşek heye û em şanoya operasyonên Tirkiyeyê dibînin. Ango hêzên Tirkiyeyê li wir in. Rewşekî pir pir xirab heye ji bo sivîlan. Êdî cih nemaye ku mirov biçin û em dibînin ku hin Sûriyeyî tên vegerandin cihên ku ne ewle ne û bêyî sedem vê dikin.

Rûdaw: Belê min ê jî ev pirs bikira, li bakurê Sûriyeyê bi taybetî jî li Efrînê piştî ku Tirkiyeyê herêm xiste bin kontrola xwe, em dibînin ku darên zeytûnan dibirin, em tundûtûjiyê, li hemberî jinan destdirêjiyan dibînin. Gelo di raporên we de ev bûyeran cih digirin?

“Zeytûnan Efrînê difiroşin Tirkiyeyê”

Dîrektorê HRWyê yê Neteweyên Yekbûyî Louis Charbonneau: Artêşa Tirkiyeyê bi Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê re bi tev kar dike. Ango ev artêş cigîr û wekîlê Tirkiyeyê ye bi awayekî defacto. Mesele ne tenê ew e ku grûpên girêdayî Tirkiyeyê li wir sûcan dikin û Tirkiyeyê jî wan tundûtûjiyan nabîne û paşgûh dike, ango em dibînin ku hêzên Tirkiyeyê bixwe jî sûc û tawanan dikin. Ev demek e jî berdevam dike.

Te darên zeytûnan pirsî, belê em dizanin ku hêzên Tirkiyeyê li Efrînê rê dide birîna daran û zeytûn û rûnê zeytûnan ji Efrînê derdixe, wekî ku tê zanîn li Efrînê zeytûn navdar e. Herwiha zeytûn û tiştên din ên darên zeytûnan dibin li Tirkiyeyê difiroşin. Tirkiye vê meseleyê wisa rave dike ku ti wateya wê nîne. Ango dibêje heger me wisa nekira dê dahata darên zeytûnan ji PKKyê re bihata şandin.

Ev jî tiştekî wisa ye ku hûn bi neyasayî dest datînin ser çavkaniyên gel. Herwiha me şkence, binpêkirina mafên mirovên ku hatine desteserkirin, destdirêjiyên seksî, desteserkirinên kêfî û di nav wan de me zarok jî dîtin. Ev tiştên wisa ne ku divê desthilatdarên Tirkiyeyê bi dawî bikin. Bi rastî me ji Tirkiyeyê re nameyek şand derbarê vê meseleyê de. Me hîn bersivek wernegirtiye û em hêvî dikin ku dê bersivekê bidin.

Rûdaw: Di vê navberê de gelo em guhertineke demografiyê ya sîstematîk jî dikarin bibînin?

Dîrektorê HRWyê yê Neteweyên Yekbûyî Louis Charbonneau: Ez nikarim bêjim guhertineke sîstematîk heye an jî na lê ev tiştekî zelal e ku bi awayekî wekî daxwaz dikin demogragfiyê li wir diguherînin. Hêzên Tirkiyeyê û Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê, Kurdan ji axa wan derdixin û Erebên ku li herêmên din dijîn tînin li ser axa Kurdan bi cih dikin. Careke din dibêjim divê ev nehata kirin. Ew Kurdên ku ji wir tên derxistin xelkê wir in. Divê bikaribin herin malên xwe.

Herwiha em dibînin ku Tirkiye Erebên ku çûbûn Tirkiyeyê jî tîne li ser axa Kurdan bi cih dike. Li Tirkiyeyê gelekî penaber hebûn û niha tên vegerandin. Tirkiye dibêje wan herêmên bi ewle ji bo wan amade kirine. Lê ev herêman ne ewle ne. Malbatên Kurdan ji wir derdixin û wan penaberan tînin li wir bi cih dikin. Ev jî ji bo guhertina demografiya herêmê tê kirin.

“Îranê bi taybetî li hemberî Kurdan tundûtûjiyên gelekî xirab kirin”

Rûdaw: Ez hez dikim hinekî jî li ser Îranê pirsan bikim. Wekî ku hûn jî dizanin binpêkirina mafên mirovan, bi taybetî jî dema çalakiyên ji bo Jîna Emîniyê. Di raporê de tê gotin ku dema wan çalakiyan de mafên mirovan hatiye binpêkirin. Herwiha em dizanin ku Îran li hemberî welatiyên kêmanî pir tundûtûjiyan dike. Hûn van agahiyên raporan çawa dinîrxînin.

Dîrektorê HRWyê yê Neteweyên Yekbûyî Louis Charbonneau: Ev pirsekî gelekî baş e. Dema ku em behsa welatiyên kêmanî dikin Îran xwediyê hin raporên gelekî xirab e. Piştî ku desthilatdarên Îranê Mehsa Jîna Emînî kuşt li seranserê Îranê çalakiyan dest pê kir û tevgera jinan jî bala xwe da ser mafên jinan û polîsên ku mafên jinan bin pê dikin. Herwiha mirina Mehsa Jîna Emîniyê qeza nebû ango wateya mirina wê ew bû ku Mehsa Jîna Emînî ji ber ku Kurd bû, piştre jî dema ku protestoyan li herêmên Kurdan dest pê kir polîsen Îranê bi taybetî li hemberî wan tundûtûjiyên gelekî xirab kirin. Careke din dibêjim, mirov nikare bêje qeza bû.

Li aliyê din me raporeke nû li ser tundûtûjiyên li hemberî ol û neteweyên cuda û yên kêmane parve kir, wekî mînak a bi navê Bahayî. Bahayî li Îranê olek e û hîn jî nehatiye nasîn. Îran bi awayekî sîstematîk li hemberî wan zext û zordariyê dike. Sala 1979an dest pê kir û piştre jî bûye wekî beşeke rejîma legal a Îranê. Divê wisa were kirin ew mirovên ku zor û zordarî kirine wekî berpirsyar werin dîtin. Em xwe nexapînin ango desthilatdarên Îranê wê tiştekî nekin lê hikûmetên dewletên din li gorî yasayên navneteweyî dikarin wan kesên ku zordarî kirine ceza bikin. Agahiyan berhev bikin û bibînin ka kîjan desthilatdarên Îranê sûc kirine û wekî berpirsyar wan kesan bidin cezakirin. Ev dê peyameke bihêz bişîne desthilatdarên Îranê. Ango wateya peyamê wê bêje, cîhan zext û zordariyên we yên li hemberî ol û neteweyên cuda cidî dibîne.

Rûdaw: Zor spas ji bo wextê we yê bi qîmet.

Dîrektorê HRWyê yê Neteweyên Yekbûyî Louis Charbonneau: Hêvî dikim her tişt baş bû.

Rûdaw

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *