Li hemberî PKK/PYD, ENKS xeta milî temsîl dike

Rojevakurd: Li Rojavayê Kurdistanê derfetek dîrokî xûya dike. Kurd jî ne yekalîne. Bi dîtina we çi pêwiste bê kirin ji bo ev derfet ji dest neçe?

İbrahîm GUÇLU: Li Rojavayê Kurdistanê rewşekî tevlihev û xeter heye. Li cem van tevliheviyan û xeteriyan, bi awayekî derfetek jî heye ku neteweya kurd mafên xwe milî qezenç bike û li Kurdistanê desthilatdar û serwer be. Li Kurdistanê herêmeke federe ava bibe. Ev jî bi hebûna kurdan û îradeya kurdan çê dibe. Hezar mixabin, li Rojavayê Kurdistanê îradeyeke hevbeş ya kurdan tune ye.

Li vir bersîva aliyekî pirsa we derdikeve. Ew jî ew e ku li Rojavayê Kurdistanê divê îradeyeke milî û hevbeş çê bibe.

Dema mirov şertên Rojavayê Kurdistanê şirove bike, mirov dikare tespît bike ku hêza nûha li Kurdistanê xurt û bi riya rejîma Baasê li Kurdistanê desthilatdar e (PKK/PYD), eleqeya wê kurdbûn û Kurdistyanîbûnê re tune ye. Li dijî herêma federa ya Rojavayê Kurdistanê ye. Pêşî ji rejîma Sûriyeyê re û Îran û Rûsyayê re leşkerî dikir, lemberî kurdan û mûxeleferte ereban şer dikir. Nûha jî ji Emerîkayê re leşkerî dike. Lê di heman dem de bi rejîma re danûstandinên xwe dimeşîne. Lewra PYD ji aliyê rejîma Baasê ve hat damezrandin.

PYD, di heman dem de ji aliyê PKkê de tê rêvebirin. PKK li Rojavayê Kurdistanê desthilatdar, îşgalkar, dîktator e. Hêzeke xerîbe. Di vê qonaxê de û di pêşerojê de di qonaxa çareseriya pirsa neteweya kurd de jî pirsgirêkeke mezin e. Divê PKKê bê qeyid şert ji Rojavayê Kurdistanê derkeve.

PKK/PYD li dıjî rûxandina rejîma baasê ye. Heta ku ev rejîma jî nayê rûxandin, neteweya kurd azad û rizgar nabe. Mafê xwe yên milî nikare qezenç bike. Nikare li Kurdistanê desthilatdar be. Herêma Rojavayê Kurdistanê ava bibe. Di van rojên dawî de serokê totalîter yê Sûriyeyê diyar kir ku ji dewleta milî ya unîter û erebî dev ber nadin.

Aliyekî bersîva ya din derket holê. Ew jî divê PYD, bibe rêxistina neteweya kurd û berjewendiya neteweya kurd biparêze.

PYD, di navbeyna xwe rejîma baaasê de xetekî qalind bikşîne. Bizane ku heta rejîma baasê neyê rûxandin, rejîmeke demokrat, plural, parlamenterîst, federal ava nabe. Kürd jî li Kurdistanê nabin xwediyê mafên xwe û nabin desthilatdar.

PYD, divê bi awayekî mitlaq ji bin desthilatdarî û bandorra PKKê derkeve, bibe rêxistieneke Kurdistanî û serbixwe.

Gelo ev mimkun e? Bersîva min ne pozîtîf e. Mumkin jî nîne.

Li hemberî PKK/PYD ENKS xeta milî temsîl dike. Dilsoz in. Lê xwediyê hêz nînin. Di nav gelê me zêde rêxistinkirî nîne. Divê xwe rêxistin bike. Lê PKK/PYD û rejîma baasê derfet nade wan.

Efrîn û gelek deverên din yên Kurdistanê ji aliyê Dewleta Tirk de hatine îşgal kirin. Li deverên mayî jî, îşgala Deweleta Sûriyeyê dom dike.

Pirsgirêka din ya mezin jî, demografiya Rojavayê Kurdistanê hat guhertin. Li bajarê Kurdistanê hejmara ereban ji kurdan zêdetir bûye. Divê ereb vegerin welatê xwe û bajarên xwe.

Dema ev şertan pêk nayên, derfet bi kar anîn zehmet e.

Rojeva Kurd: Vekişandina hêzên emerîkî çi bandorê li herêmê dike û bi taybetî ji bo Rojavayê Kurdistanê çi senaryo hene?

Îbrahîm GUÇLU: Heger em rastiyê bibêjin, hebûna Emerîka jî û nebûna Emerîka jî pirsgirêk û xeter e.

Hebûna Emerîka xeter bû, bi rêxistineke ne kurd û ji aliyê Baasê de hatibû ava kirin û wê bi baasê ve li Kurdistanê dîktatoya bi hev re dimeşandin re bûn alîkar. Li ser serê kurdan zilûm û êşkence du qat kir. PKK/PYD ji Emerîkayê cesaret girt, li dijî kurdan neheqiyên bê parve kir. Hîn jî dike. Di heman dem de çareserkirina hûndir ya Rojavayê Kurdistanê zehmet kir. PKK/PYD bi serê xwe tevgeriya û tevdigere, hêzên din yên milî tune qebûl dike û ji bona wan tasfiye bike, her xerabiyekê dike.

PKK/PYD, bi ev caretê ji Emerîka digre, dibe sedem ku leşkerbûna xwe ya dewletên kolonyalîst bimeşîne. Li hemû beşên Kurdişstanê dijminitî ji serokj û rêxistinên Kurdistanê re bike.

Hebûn û alîkariya Emerîka ya PKK/PYD bû sedem ku ereb bibin dijminên kurdan. Lewra Emerîkayê derfet da PKK/PYD kuı ew biçin bajar û bajerokên ereban dagir bikin û li wir desthilatdar bin.

Vegera Emerîka jî gelek senaryoya tîne rojevê.

Senaryoya yekemîn: Dewleta Tirk dikare wek Efrînê tevayî Rojavayê Kurdistanê dagir bike. Lê ew ne hêsane. Lewra  Rejîma Baasê û Rûsya û Îran izin nade vê senaryoyê ku pêk bê. Lê Dewleta Tirk wê demê dê tasfiyekirina PKK/PYD ji wan daxwaz bike.

Senaryoya xurt ya duyemîn: Rejîma Suriyeyê dê hemû herêmên ji aliyê Emerîka de bi destên hêzên wekaletê PKK/PYD hatine îşgal kirin dê paşve bigrin. Dê PKK/PYD jî li Rojavayê Kurdistanê jî tasfiye bike. Ji bona vê jî dê ji Dewleta Tirk alîkarî bixwaze.

Senaryoyay seyemîn: Rejîm jî bê guhertin, tasfiyaya PKK/PYD dê bê kirin. Di çareserkirina pirsa Rojavayê Kurdistanê de rewşekî ne diyar derdikeve holê.

Heta ku Emerıka li Sûriyeyê be, Dewleta Tirk ew dê hevdu bibin û binin.

Lê di encamê de Emerîka demeke dûrûdirêj nikare li Sûriyeyê bimîne.

Rojeva Kurd: ENKS ji destpêka şoreşa Surî ve, bi opozisyona Surî re ye û bi wê re peyamek jî  îmze kiriye. PYD/TEVDEM jî ji destpêkê ve û heta niha bi rejimê re ye. Li gor we ji van hêzan çi tê xwestin?

Îbrahîm GUÇLU: Helbet ji bona guhertina rejîmê mirov fahm dike ku ENKS bi hêza muxalefetê re di destpêkê de hevkarî û bi opozisyona Sûriyeyê re tevgeriya.Ew helwesta rast bû. Lê nûha ew helwesta rewabûna xwe wenda kir. Lewra opozîsyona Sûriyeyê kete destên dewletan û bi taybetî jî kete bin bandor û desthilatdariya Dewleta Tirk.

Ji aliyê din de opozisyona Sûriyeyê di çareserkirina pirsa Kurdistanê xwediyê bernameyeke federal û vekirî jî nîne. Di pêşerojê de gelek diyar e ku dê navbeyna kurdan û mûxalefetê de pirsgirêkên mezin dê derkevin.

Loma divê ENKS, di navbeyna xwe mixalefetê de sînorekê bikşîne. Lê ew nê wê wateyê ku ew ji opoziyonê re dijminitî bikin.

Ji bona ENKS derfet heye ku gelek bi hêsanî eleqeya xwe ya opozîsyona Suriyeyê sînor bike. Lewra ji opozisyona Sûriyeyê fêdeke wan ya mezin û malî û çek tune ye. Pêwendiyeke siyasî ye.

PKK/PYD ji destpêkê ve bi Rejîma Baasê re ye. Rejîma baasê hebûna û çêkêrê wê ye. Rih û canê wê ye. Ew bi destê Rejîma Sûriyeyê hatiye ava kirin. Jiyana wan di destpêkê de heta nûha bê Rejîmê nabe. Di heman dem de bê dewleta Îranê, Rusyayê, Emerîkayê jî nabe.

Lewra PKK/PYD rêxistineke kurd û Kurdistanî nîne. Ew bi awayekî menfaata madî û manewî û çek û siyası û dîplomatÎk grêdayî ye.

Loma jî îslaha PKK/PYD mumkîn xuya nake.

Loma li Rojavayê Kurdistanê, rewşa PKK/PYDê  ji Rejîma Suriyeyê, ji Dewleta Tirk û ji aktörên din xetetirr e.

Ew rewşa wê, li pêşiya yekîtiya kurdan û hêzên kurdan û çareseriya Rojavayê Kurdistanê û qezençkirina mafên milî û avakirina herêma federe ya Kurdistanê astengeke stratejîk e.

Rojevas Kurd: Bandora hêzên navnetewî û yên herêmî li ser pêşeroja Suriye bûye yekem, gelo di vî warî de kurd dikarin çi bikin û çewe sudê ji vê rewşê bigrin.

Îbrahîm GUÇLU:  Beriya her xalekê û tiştekî divê kurd ji bona xwe bin û ji bona xwe xebat bikin. Rêxistin û partiyên Kurdistanê, hêz û kurdperwerên Kurdistanê nerîn û stratejiya xwe gor berjewendiya neteweya kurd, miletekî kolonî û bindest çê bikin.

Wê demê her xebatek hêsan dibe. Wê demê hêzên ku ji berjewendiya wan re dê bibin alîkar bi wan re danûstandin dikin, ji wan alîkarî dixwazin.

Ji hêzên li dijî berjewendiya neteweya kurd jî divê dûr bisekinin.

Li dinyayê hemû miletan û Başûrê Kurdistanê çi kirî ye û çi dike, divê Rojavayê Kurdistanê jî vê yekê bike.

Giraniyê bididn dîplomasiyê û siyasetê.

Qiymetê bidin neteweya kurd.

Amed, 24. 02. 2019

Îbrahîm GUÇLU

Li hemberî PKK/PYD, ENKS xeta milî temsîl dike

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *