NETEWEPERESTÎ

Di salên borî de, min hinek car lêkolîn kir ku neteweperestî bi karanîna mînakan tê çi wateyê?. Ma fonksiyonek wê ya girîng heye an tiştek ku em hewce ne ji bo cîhanek çêtir jê xilas bibin? Di vê nivîse de rewşê binirxînim.

Pirsa netewperestî rast e an ne rast e naîf xuya dike. Ev têgeheke tevlihev e. Lê di nivîsekê li ser neteweperestiyê de, ev dibe ku pirsek e pêwîst e. Neteweperestî xwedî wateyên neyînî ye: Li ser navê welatê we de şer e, biyanofobî ye û kuştinê tînê bîra mirov. Ev pabendbûna bi zorê kevneşopiyên kevnare tîne bîra mirov. Lêbelê ev ne hemû ye. Ew di heman demê de jî girêdan, serbilindî peyda dike û nasnameyê dide we. Digel kêmasiyên \xeletiyên neteweperestiyê, ez bawer nakim ku ew tiştek e ku em dixwazin di cîhaneke çêtir de jê xilas bibin.!

NETEWEYÎYA ERÊNÎ

Neteweperestî niştecihên welatekî bi hev ve girêdide. Di gelek pirtûkê dîrokî de dîroknasê ji Neteweperestî re dibêjin: “Bi saya neteweperestiyê, niştecîhên welatekî ji hevpariya tenê fermî-îdarî zêdetir dikarin hinek tiştan hîs bikin û ev yek ji bo afirandina qadeke giştî pêwîst e.! Ji xwe, ev yek bi xêra berjewendiya welatiyan ya ji karûbarên giştî re heye”. Bi gotineke din, ango Kurdîbûn ji hebûna pasaporteke bi rengê sor wêdetir e. Têkilî ya hemwelatiyan dike ku ji bo welatê xwe şer bikin, ji welatê xwe re dilsoz bin, jê hêrs nebin û jê dilxwaz bin.

Li vir naqede. Neteweperestî tevkariyê li hevgirtinê dike û mirovan kêm xweperest dike. Li gorî nivîseka di  kovara internet ‘Foreign Policy’ de, tenê baweriya ku bi hev re ji bo civakekê têdikoşin, malzemeyeke hêjaye. Tiştê ji bo civakê baş e, ji bo we jî baş e, piştî ku hûn bi xwe beşek ji wê ne. Temîn dike ku hemwelatî bibin xwediyê armanceke hevbeş û dixwazin ji bo dewlemendiya neteweyî bixebitin. Ev forma hevgirtinê ne bêsînor e, berevajî ya ku em ji wê wekî peywireke exlaqî dibînin. Piştgiriyeke hilbijartî heye, tenê ji bo hevwelatiyan armanc dike. Lê ev hevgirtina hilbijartî ji welatekî ku tenê ji kesên xweperest pêk tê, welatekî xemxwartir diafirîne.

Ev yek jî ji lêkolînên Bernameya Lêkolîna Civakî a Navneteweyî li gel daneyên Neteweyên Yekbûyî de diyar dibe. Mirov bi anketan bersiva pirsên wekî “Tu çiqasî difikirî ku welatê te ji welatên din çêtir e?!” an “Hûn çiqasî bi destkeftiyên neteweyî yên di warê zanistî de serbilind in?”. Mirov çiqas li ser hesta serdestiya neteweyî piyan bigire, asta neteweperestiyê jî ew qas bilindtir dibe. Derdikeve holê ku li welatên ku asteke wan a netewperestiyê bilindtir e, aborî ji welatên ku ev ast kêmtir e, dewlemendtir e. Ev yek bi wê yekê tê îzahkirin ku li wan welatan gendelî kêm e û xelk zêdetir guh didin qanûnê/yasayê. Li gorî lêkolîên NY, nifûseke neteweperest kêm e ku hukûmetek gendel qebûl bike. Neteweperest enerjiya xwe didin ji bo başkirina welatê xwe û ji ber ku ew zêdetir bala xwe didin hev, di heman demê de bi binpêkirina yasayan kêmtir mafên hev binpê dikin.

NETEWEYÎ NEYÎNÎ

Ev hemû dengên pir erênî ne. Ger her welatek siyasetên neteweperestî bipejirîne dê baştir û xemdartir bibe?. Wek mînak, rexneyeke naskirî ya neteweperweriyê ew e ku ji bo hebûna grûba/koma xwe pêwîstiya wê bi dijmin (an) heye. Lê parêzvanê mafê mirovan eşkere dike ev e ku neteweperestî her gav ne neyînî ye. Di jiyana rojane de em bi malbat û derdorên xwe re nas dikin, lê ev nayê vê wateyê ku malbatên din tavilê xeternak in. Parêzvanê mafê mirov: ‘Neteweperestî di serî de nefreta li hember derve çê nake, tenê xema hevwelatiyên xwe dike’.

Lê, wekî pisporê neteweperweriyê destnîşan dikin, xeta di navbera welatparêzî û egoîzma neteweyî de nezelal e û her pirsgirêk e. “Zehmet e ku meriv xwe ji bandorên alîgir yên welatparêziya erênî dûr bixe: şovenîzm, dûrxistina ji ber hesta aîdiyeta bûrjûwazî û şeytanîkirina cîhaneke xirab a mezin”. Lê dîsa jî netewperestî îro ne tenê kevneperestî û dûrxistinê ye. Têkiliya neyînî ya rasterast bi ‘berê/pêşî welatê xwe’ bi tevahî ne rastdar e!. Neteweperestî li hember hevkariyên navneteweyî yên wekî Yekitiya Ewrope jî helwestek rexnegir derdixe pêş.

CÎHANÊ BÊTIR

Ji ber vê yekê em neçarin ji neteweperestiyê rizgar bibin. Ji bilî vê, li dijî daxwaza endambûna komekê derketinek nemirovî ye. Ji bo aborî û civakeke bi hêz afirandina hesta civakê di nav hevwelatiyan de girîng e. Lê divê hemwelatî û siyasetmedar li hember ramanên netewî rexnegir bimînin. Siyaseta neteweperest ber bi dûrxistin û bikaranîna şîdetê ve diçe. Lê ji bîr nekin ku di rewşên weha de her gav bêtir diqewimin. Di vê navberê de, ez hez dikim ku xewna li ser cîhanek çêtir bidomînim, ku li wir hevgirtin ji sînorê weya neteweyî derbas dibe.

Hevgirtina ku ji hevwelatiyên we wêdetir be dê çawa xuya bike? Li ser modelên nû yên ““Hikûmetek bi bandor û dadperwer di serdema erdnîgariya mirovî”, ku tê de bandora (felaket) mirov li her derê dinyayê (cîhanî) heye.

Taybetmendiyên neteweperweriyê çi ne?

Neteweperestî îdeolojîyek e ku li ser wê fikrê ye ku mirov dilsozê dewlet, netewe an gelê xwe ye. Di sedsala 19an û destpêka sedsala 20an de neteweperestî yek ji tevgerên siyasî yên herî girîng li Ewropayê bû.

Prensîbên neteweperestî çi ne?

Akademîsyenê neteweperestiyê weke prensîbeke siyasî pênase dikine ku dibêje divê netew û dewlet li hev bên. Li gorî hin civaknasan, îdeolojiya neteweperest pêşbînî dike ku “gel/mirovan” û dewlet/desthilatdarî li hev bin.

Têkilî hemwelatiyan dike ku ji bo welatê xwe şer bikin, ji welatê re dilsoz bin, hêrs nebin beravajî jî dilxwaz bin. Li wir pirs bi tenê naqede. Neteweperestî tevkariyê dide hevgirtinê û mirovan kêm xweperest dike.

Neteweperestî tê wê wateyê ku hûn bawer kin ku divê welat an etnîsîta we bê parastin. Li Almanya wê formek tund girt: li gorî Naziyan, Almanya ji her welatekî dinê cîhanê çêtir e û bo vê yekê destûr jê re dan welatê din dagir bike.

Mînaka neteweperestiyê çi ye?

Du cureyên netewperestî hene: Welatparêzî ew e ku hûn bi welatê xwe serbilind bibin, hem jî ji welatên din re rêzgirtine. Mînakî, dema welatê we di maçeke futbolê de bi ser dikeve hun serbilind dibin û dema ku welatê we di şer de tê dagirkirin hûn serbilind nabin, hûn dixwazin ku dagirkeriye ji holê rabe ango dagirkeran dûrxin.

Tevgera neteweperest çi ye? Neteweperestî îdeolojî ye, tevger, raman û nêrînek e ku dibêje siyaseta di nav welatekî de divê ji neteweyê ku di warê civakî û çandî de pêkhateyek dîrokî ya pêşkeftî ye, derkeve holê.

Nasyonalîst çi dike? Kesê ku ji bo berjewendiyên welatê xwe, axa xwe li ber xwe dide, neteweperestiyê dibîne.

Neteweperestî ji gelê xwe re tercîhek e (pir caran ji biyaniyan nefret dike). Di serî de gel û welatê ên xwe ye. Neteweperestî li ser kesan desthilatdariyê dide dewletê. Tevgereke kolektîf e, berevajî azadîxwaziyê her kes tê de serwer e.

Encam: heta niha di vê mijarê de tu lêkolîn û daneyên ku nasyonalîzma di nav Kurdan de pêşketiye, tune ye.

Ji ber vê yekê em nikarin îdia bikin ku Kurd bi tevahî neteweperest in an jî li ser fikreke wusa ne.!.

Dûbarekirina rastiyek ku tê zanîn tu zirarê nade: hişmendiya netewî, ango ramanên neteweperestî pêşneketine, loma jî bêyî netewebûnê nikarin bibin dewleteke netewî. Pêşxistina van fikrên netewî lezgîn e!.

Hişmendiya neteweyî di zayînê de nayê dayîn, bi fêrbûna ji malê û malbatê û nirxên netewî tê bidestxistin. Mînak nirxên netewî çi ne; Kurd çawa cil û berg li xwe dikin û vedixwin, xwarin û vexwarina Kurdan çi ye, çanda malbatî çi ye, çanda gelêrî çi ye, folklor û muzîk çiqas aîdê we ye? ew çiqas bi gelên din re didin ber hev? Ji xwe bawer in; Ger feraseta neteweyî, ala neteweyî, sirûda neteweyî û têkiliyên dîrokî û dîrokê baş bên fêrkirin, hestên neteweyî pêş dikevin, hevgirtin û hişmendiya neteweyî bi hev re pêş dikevin. Ger hûn ji hev hez dikin, hûne ji welatê xwe jî hez bikin. Ger hûn ji gelê xwe hez dikin, hûn ê di eniya herî pêş de ji bo welat û ala xwe têbikoşin. Ev hemû prensîbên hişmendiya xwestina dewletek netewî ne. Ev daxwazên netewperest in ku ji bo her gelî derbasdar in.

Yusuf Kaynak

Lahey, 01/05/2014

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *