Li Zanîngeha Koçê nijadperestî: Ji ber ku Kurd û Elewî ye şkence li xwendekarekî hat kirin

Li şevîmana Zanîngeha Koçê ya Stenbolê xwenderakarek ji ber ku Kurd û Elewî ye 2 kesên nijadperest ên ku di odeya wî de diman şkence lê kirin û bi kêran ew birîndar kirin, herwiha hewl dan bi utuyê rûyê wî bişewitînin.

Xwendekarê Kurd ê Elewî F.B yê 21 salî ku xwediyê xelata Saziya Lêkolînên Teknîkî û Zanistî ya Tirkiyeyê (TUBÎTAK) ye Zanîngeha Koçê ya Stenbolê bi bursa tam qezenc kir.

Xwendekarê Kurd 19ê Çiriya Pêşîna 2023an li odeyeke şevîmana wê zanîngehê bicih bû.

Li gorî zanyariyên hatine belavkirin ji bilî F.B xwendekarê beşa hiqûqê Hasan Ege K.yê 21 salî û Arda D.yê 22 salî jî di heman odeyê de diman.

Li gorî lêprisîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê Hasan Ege.K û Arda D. ku xwediyê nerînên nijadperest in zext li F.B kirine ku ji odeyê derkeve.

Piştî demekê jî her duyan şkence li F.B kiriye da ku ji odeyê derkeve. F.B piştî van şkenceyan 13-14ê Çiriya Paşînê li labarotuara zanîngehê dimîne.

15ê Çiriya Pêşînê dema ji bo serşûştinê diçe şevîmanê destpêkê Hasan Efe G. bi qayişê li wî dide û piştre hewl dide bi utuya germ rûyê wî bişewitîne.

Piştre dema ji serşokê derdikeve vê carê jî Arda .D êrişî wî dike.

Ji derba kêrê xilas nabe û ji zik û rûyê xwe birîndar dibe

Arda D. bi kêreke ku di dersan de bi kar tîne hewl dide qirika xwendekarê Kurd F.B bibire lê F.B xwe diparêze lê ji derba kêrê xilas nabe û ji zik û rûyê xwe birîndar dibe.

Li ser agahdarkirinê nobedarên şevîmanê yên zanîngehê tên û F.B dibin nexweşxaneyê.

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê li ser giliyê F.B û malbata wî derbarê bûyerê de lêpirsîn dan destpêkirin.

Arda.D di îfadeya xwe de li xwe mikur hat ku wî F.B bi kêrê birîndar kiriye.

Hasan Ege K. ku gotinên nijadperestî gotibûn xwendekarê Kurd îdia kir ku buyer ji derveyî wî çêbûye Arda F. xwendekarê Kurd birîndar kiriye.

“Cihêkariyê li hemberî min dike”

Xwendekarê Kurd ê Elewî F.B jî di îfadeya xwe de gotiye:

“Hasan Ege F. ji ber ku ez Elewî bûm li dijî min cihêkarî dikir û dixwest min ji odeyê derxe. Min dê li ser gilî tomar kiriba lê min nexwest ev yek di paşîneya wî de cih bigire. Hîn jî cihêkariyê li hemberî min dike.”

F.B herwiha ragihandiye ku kesê navborî hewl daye rûyê wî bi utuyê bişewitîne û piştî ku Arda D. jî rû û zikê wî bi kêrê birîndar kiriye li wî daye.

“Hûn neteweyeke jêr in”

Li aliyê din dozgeriyê di lêpirsînê de cih daye 5 tomarên dengî yên gotinên her du xwendekarên nijadperest ku ji xwendekarê Kurd re gotine:

“Bila rojhilatê Tirkiyeyê ji cihekî û pê ve bê şewitandin. Hûn neteweyeke jêr in. Divê hûn bên komkuj kirin.

Divê hûn qebûl bikin ku hûn kole ne. Divê hûn serî bitewînin û em te li vê odeyê naxwazin. Eger tu ji vê derê neçî em dê te bikujin.”

Parêzerê F.B., Alper Sarica li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku her du xwendekarên nijadperest bi kontrola edlî ji aliyê dozgeriyê ve hatine berdan û diyar kir ku lêpirsîneke bi bandor ligel tawanbaran nayê kirin.

Herwiha Zanîngeha Koçê jî heta roja çarşemê piştî borîna ewqas dem derbarê mijarê de ti daxuyaniyek nedabû.

Bûyer li ser medyaya civakî deng veda û bû sedema karvedanan. Zanîngeha Koçê hat ser xetê û roja çarşemê ragihand ku wan derbarê bûyerê lêkolîn daye destpêkirin.

Hevserokê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî got:

“Ew êrişên nijadperestî yên ku xwendekarekî me yê Kurd-Elewî li Zanîngeha Koçê rûbirû maye nayên qebûl kirin.

Zelalnekirina vê êrişê jî nijadperestî û faşîzmê zêde dike. Em ji bo zelalkirina vê êrişa nijadperestî di serî de rêveberiya zanîngehê banga berpirsyariyê li rayedaran dikin û em tekez dikin ku em dê şopînerên bûyerê bin.”

Baroya Amedê jî derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir û ji aliyên pêwendîdar daxwaz kir ku tawanbar bên cezakirin û lêpirsîneke bi bandor derbarê bûyerê de bê kirin. Baroya Amedê tekez kir ku ew dê bûyerê ji nêzîk ve bişopînin.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *