PENTAGON: Me êrişî fermandarê Heşdî Şebiyê kir

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku wan li Bexdayê êrişî Heşdî Şebiyê kiriye.

Doh saet 11:50î li Taxa Filistînê ya Bexdayê dengê teqîneke bihêz hat bihîstin.

Piştre Tevgera Nucebayê kuştina fermandarê xwe yê bi navê Ebû Teqwa Seîdî û alîkarê wî yê bi navê Ebû Îmtîhan ragihand.

Rayedarên Îraqê jî dabû zanîn ku du kes hatine kuştin û heft kes hatine birîndarkirin.

“Mafê me yê xweparastinê heye”

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) Patrick S. Ryder amaje pê kir ku ev êriş ji aliyê hêzên wan ve hatiye kirin û got:

“Ebû Teqwa bi awayekî çalak beşdarî êrişên li hêzên me dibû.

Me jî tim gotiye mafê me yê xweparastinê heye û em dê hêzên xwe biparêzin.”

Berdevkê Pentagonê li ser pêwendiyên Amerîkayê yên bi Îraqê re ji Rêvebirê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde re got:

“Îraq hevbeşekî me yê binirx e, em bi hêzên ewlehiyê yên Îraqê re ji nêzîkî ve dixebitin.

Salên dûvdirêj di biwarên perwerde, şêwirmendî û têkoşîna li dijî terorê de pêwendiya me bi hêzên ewlehiyên yên Îraqê re hebûye.

Herwiha em dê vê pêwendiya xwe ya nêzîk bidomînin.”

“Îraq hevkariya me dike”

Patrick S. Ryder diyar kir ku Îraq ji bo têkoşîna bi hinek grûpan re hevkariya wan dike û pê de çû:

“Em dizanin ku hêzên ewlehiyê yên Îraqê di hinek mijarên wekî destnîşankirina cihên wan grûpên bi ser Îranê ve ku êrişî hêzên me dikin hevkariya xwe didomînin.

Li gorî me ev hevkarî gelekî hêja ye.”

“Berpirsiyariya Hikûmeta Îraqê heye”

Li aliyê din, Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller di civîna çapemeniyê de ji Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde re gotibû:

“Berpirsiyariya Hikûmeta Îraqê heye ku li hemberî wan grûpên êrişî Amerîkayê dikin gavan biavêje.”

“Em dudilî nabin”

Matthew Miller, pirsa Diyar Kurde ya bi şiklê “Heke Îraqê nekarî van grûpan rawestîne hûn dê çi bikin?” bi vî awayî bersivand:

“Çi bûbû?

Piştî ku 7ê Çiriya Pêşîna 2023yan şerê Hemas û Îsraîlê dest pê kir li Îraq, Herêma Kurdistanê, Sûriye û Rojavayê Kurdistanê grûpên çekdar herî kêm 100 carî êrişî hêzên Amerîkayê kiriye.

Grûpa çekdar a ku xwe wekî “Berxwedana Îslamî ya Îraqê” bi nav dike piraniya van êrişan dixe stûyê xwe.

Li gorî Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon), li Îraq û Sûriyeyê di navbera 17.10.2023 û 09.12.2023yan de 78 caran bi dron û mûşekan êrişî hêzên wan hatiye kirin.

37 ji van êrişan li Sûriyeyê û 41 ji wan jî li Îraqê pêk hatine û di van êrişan de herî kêm 60 leşkerên Amerîkayê birîndar bûne.

Demên dawiyê êrişên ku li Hewlêrê hêzên Amerîkayê dikin hedef zêde bûne.

 

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *