Di nêz de Selahattin dikin serokê Kurdan!!!

Bûbê Eser

Ji roja Selahattin Demirtaş girtin, (li gor min ne girtin bû) armanc û hedefa dewletê ew bû ku wî di zîndanê de perwerde bike. Weke tade lê tê, rê kurdan bide ku kurdan jî bi yek carê li dor wî bicivîne. Ji ber ku êdî rol û erkê Evdila Ocalan kêm dibe, weke berê tesîra wî li ser gelê kurd û partiya wî nema ye.

Loma divê dewlet ji bona kurdan serokekî nû derxin ku di xizmeta wan de be. Hemî projeyên Selahattin ji roja hatiye girtin(!) li ser vî asasî hatiye hûnandin.

Selahattin bi xwe Kamlîstekî kurd e û tu caran daxwaza wî, hedef û armanca wî ji bona dewleteke kurdî tune bû ye û tune ye. Camêr ji bona xurtbûna komara tirkiyê bi dil û can kar dike û kirî ye.

Çawa ji bona Evdila hemî îmkanên dewletê hatin seferberkirin ku ew bibe serokê gelê kurd(!) û li ser destê wî hemî hêjayiyên kurdan têk bibin. Niha jî eynî tiştî ji bona Selahattin dikin. Di demeke nêzde ew ê şîna Evdila bigire. Ew ê jî di warê demokratîk de,  ruhiyeta kurdewarî ku bi kurdan re mabe, ji wan bigire û wê bixwazî wan jî bike Kemalîst.

Kurd dereng bi ser hişê xwe de tên. Dema li xwe hay jî dibin ku êdî tu tiştekî bikin namîne. Pêla Kemalîzmeke xurt li Kurdistanê bilind dibe. Heger kurd ji niha de vê nebînin û li hember wê nebin xwedî helwest, wê bi temamî wenda bikin ku êdî nema dikarin werin ser xwe.

Projeya şerê 40-50 salan ya bi rêya şerê çekdarî qediya ye. Êdî bi rêya demokrasiya ku desthilata tirk dixwazin kurdan bikin Kemalîst, piştî Evdila birin Îmraliyê, destpêkirî ye.

Kesê ku ji bona vê projeyê hazir û amade jî Selahattin e.  Li ser navê ku ew di zîndanê de ye him wî perwerde dikin û him jî li ber çavên kurdan weke tadê û êşkencê pê dikin, rê didin ku Kurd jî xweditiyê lê bikin. Her weha bû ye. Lê hê jî kurd vê projeyê fêm nakin.

Heger Selahattin di dema xwe de xwestiba, Xendek pêk nedihatin. Heyşt hezar ciwanên me ne dihatin kuştin û koçberiyeke mezin dê destpênekiriba, Heger wî xwestiba dema 80 parlemen derxistin, bi wê hêz û qawetê dikarîbû bi kêmanî zimanê kurdî li bakurê kurdistanê û li tirkiyê bikira zimanê fermî. Lê ne xwest. Ji ber ku Kemalîst û dîndar nikarin li hev bikin.

 Lê çi bikim kurd vê fêm nakin. Ji ber ku di şerê 40 salan de mejî û bawerî bi kurdan re nehiştine. Ji bona Kurd nikaribin bifikirin û rêya azadiya xwe bibîne. Hemî rê li hember wan hatiye girtin û li ser her rêyekê jî feqeq vekirine.

Ji bona kurd li hember van feqan şiyar bibin û nekevinê, divê berê bi awayekî aram û bê alî li ser pêvajoya destpêka şerê tunebûna kurdan baş rawestin.

Divê bikaribin bi hevre li gel hemî rêxistin, partî û dezgehên heyî li ser xeta neteweyî eniyeke Kurdirdistanê damezrînin. Ji bona damezrandina wê jî divê partiyeke xurt û xwedî desthilat ya kurdan hebe ku hemiyan hembêz bike. Bi kom û komikan tu eniyên neteweyî jî nayên damezrandin.

Divê kurd êdî sistema berjewendiyên şexsî birûxînin. Ji ber ku ew sîstem niha bi hemî hêza xwe di nava kurdan de cih girtiye. Loma li bakurê Kurdistanê pêşveçûyin nabe. Heta ku berjewendiyên şexsî li pêş bin, di warê neteweyî de zehmet e ku mirov bi serkeve.

Xala herî girîng ku divê kurd ji nûde lê vegerin, dîroka xwe nas bikin. Loma divê bê ku wext zêde derbas bibe, pêwîst e hemî dem û hezgehên kurdan, partî û rêxistinên kurdan destbavêjin dîrokê, wê bixwînin. Bixwînin û fêr bibin bê di wê de, çi hatibûn serê kurdan.

Dema wan dîroka xwe û ya gelê xwe xwendin, aha wê demê dikarin bi rehetî û li ser xeta neteweyî rêya çaresiyê jî bibînin.  Lê heta dîroka xwe fêr nebin, dîtina rêya çareseriyê jî wê neyê dîtin.

Divê kurd vê baş fêm bikin ku êdî bikevin hilweşandina bînayên kevn. Tu avahiyê nû dê pêk neyê.  Ji ber ku kurd tim wextê xwe li ser vê heba kirine û dikin, loma li xerc û kevirin nû ku bikaribin pê avahiyên mezin û saxlem çê bikin, nagerin.

Dema rewşa me kurdan ev be, do Evdila bû ku daxwaza wî ya ewil azadiya her çar perçên Kurdistanê bû. Ev xweş hatibû guhê kurdan. Lê îro daxwaza wî çi ye diyar e.

Helbet wê îro jî Selahattin be. Ji ber ku ew jî niha gotinên xweş li gor dilê kurdan dibêje. Divê êdî kurd bi gotinan nexapin. Ji ber vê niha Selahattin pir xweş derdixin mazatê da ku kurdan li dor wî bicivîne. Ji bona sibê ew bibe serokê kurdan weke Kemalîstekî Kurd.

Hemî proje û mesela Selahattin ev e. Êdî  hûn dizanin…

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *