Li Stenbolê şanoya bi Kurdî hat qedexekirin: ‘Tenê ji bo ku bi Kurdî ye qedexe dikin’

Qaymeqamiya navçeya Şîşliyê ya Stenbolê lîstika Kurdî ya şanoyê “Qral û Travîs” qedexe kir.

Qedexekirina şanoyê di torên civakî de bû sedema gelek bertekan.

Herwiha Baroya Amedê û Parlamenterê DEM Partiyê yê Mersînê Alî Bozan jî bertek nîşanî vê qedexeyê da.

Li gorî bernameyê, Koma Şanoyê ya Arê dê îro saet 20:00an li Navenda Çandê ya Cemîl Candaşê ya navçeya Şîşliyê lîstika xwe ya bi navê “Qral û Travîs” nîşan bidana.

Bahoz Ozsunarê ku yek ji lîstikvanê şanoyê ye, li ser malpera Şano Arê ragihand, Qaymeqamiya Şîşliyê bi hincetên cûda ew şanoya Kurdî qedexe kiriye.

Ozsunar ameje bi wê yekê da ku qaymeqamiyê demjimêr 17:00an ew bi nivîsekê agahdar kirine ku şanoya wan hatiye qedexekirin.

“Tenê dibêjin me qedexe kiriye”

Bahoz Ozsunar bertek nîşanî vê biryarê da û got:

 “Wan li ser sedema qedexekirinê tiştek nenivîsiye. Tenê dibêjin me qedexe kiriye.

Deriyan digirin û nahêlin gelê me û temaşevanên me bên ser dikê.

Em li ser dika xwe ne û dika xwe bernadin.”

“Nikarin ziman û çandekê tune bikin”

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bi daxuyaniyekê bertek nîşanî vê qedexeyê da û got:

“Hûn bi qedexekirinan nikarin ziman û çandekê tune bikin.

Bêtehemiliya li hemberî çand û zimanê Kurdî, wekî doh îro jî berdewam dike.

Yên ku dibêjin di serdema wan de qedexekirin nabin, xweziya me bi serdemên berê tînin.

Ez biryara qedexekirinê şermezar dikim.”

“Ez zîhniyeta qedexeker şermezar dikim”

Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî amaje bi wê yekê da ku Qral û Travîs berî niha li parêzgeha Dîlokê jî hatibû qedexekirin û berdewam kir:

“Niha jî li Şîşliya Stenbolê hemû biletên şanoyê hatine firotin û demjimêrek berî ku bê pêşkêşkirin bi biryareke qedexekirinê hat astengkirin.

Têkoşîna li dijî wê zîhiyeta ku bi guvaşa li ser hunermendên Kurd hunerê qedexe dike, astengiyan ji perwerdeya bi zimanê dayikê re çêdike û asîmîlasyonê li ser gelê Kurd ferz dike, berpirsyariya me hemûyan e.

Ez zîhniyeta qedexeker şermezar dikim.”

Li hêla din, nûçegihanê Rûdawê Omer Sonmez çû ber avahiya ku dê lîstik lê bihatana nîşandin.

Kesên ku ji bo temaşekirina lîstikê çûbûn, rastî qedexeyê hatin.

Li gorî piraniya wan, “Tenê sedemeke qedexeyê heye, ew jî Kurdî ye”

Heman lîstik 10ê Sibatê li Dîlokê hatibû qedexekirin.

Qral û Travîs 17ê Kanûna Paşîn jî li navçeya Panosê ya Agiriyê hatibû qedexekirin.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *