Rewşenbîr û Pêvajo

Gava ku em îro li rewşa rewşenbîran dinihêrin tabloyekî baş û dicîh de nabîninin!  Lewra her tişt wekî  wênekî tazî li ber çawan dibiriqin.  Rewşa wan,  berpirsîyarîya li hemberê bûyeran nîşan didin û rawestina wan ya civakî dilê mirov ji kûr ve diêşîne,  dielciqîne û tîrêjên wê êşê di laşê mirov de cih digire. Nemaze mirov li hemberê wan dîtinan û têkilîyan acis dibe.

Belê, em dizanin ku li hemberê vê nivîsê wê hinek kes ne razîbûna xwe diyarbikin, hinek jê wê acisbûna xwe bînin ziman, hinek jê jî wê hêrsbuna xwe  biqîrin. Lê piranî  nebêjin jî wê di dilê xwe de rastîyê qebûl bikin.  Hûn pirsa rastî bixwazin, daxwaza min ne tu kesî tawanbar kirine ne jî hinekan rexne bikim. Encak hinek kesên ku xwe rewÅŸenbîr didin xuya kirin divê piçekî kumê xwe deynin ber xwe û bipojinin. Lewra em dibînin ku hinek kes hene her tim hevalbendên xurtan in û leyistikvanên pêvajoyê ne. Ev kesên hanê berjevendîyên xwe yên ÅŸexsî li ser her tiÅŸtî digirin û daxwazîyên xwe yên polîtîkî bi berjevendîyên ÅŸexsî ve girêdidin. Ev kesên hanê wek tuccaran berjevendîyên wan li kubin ew li wirin!  Ev hevalbendên xurtan gava hinek mecal dikevin destê wan “ji kral herî kraltir in.”  Ji ber vê yekê, ev kesên hanê her tim leyistikvanin,

di heÅŸ û mêjî yê wan de tiÅŸtekî tenê heye ew jî:  Di kîjan ÅŸertî de bin dixwazin reklamên xwe bikin. Bo navê wan derkeve, di bin navê rexne kirinê de, tawanbarî dikin.  Li ser navê rexnan tovê dijmînatîyê di reşînin!  Kesê bi salan keda xwe ji bo têkoşîna welat xerc kirine û hêzên dijî wan her tim tawanbar dikin. Gava rastî hêzên dagirker dibin av ji devê wan diheriqe û deh caran teqlan davêjin. Li hemberê dijmîn sitûxwarin lê hemberê birên xwe pir dijwarin! Wekî “parajîtan” het tim zirar didin derûdora xwe. Ew li kuvin xirabî û fesadî li wir e.  Ev kesên hanê li gor rewÅŸa ramyarî û li gor hoyên pêvajoyê xwe nîşan didin. Tu dinihêrî di demên dijwar de, di rojên teng de tu deng ji wan dernakeve. Lê gava dem vediguhere ev camêrên hanê  mîna “egîtên dilsoz”  bi zimanekî  tûj û  bi çekên giran, êrîşî nav qadên têkoşînê dikin!  Gava ku pênûs bi destê wan dikeve ji xencî pesnê xwe tu tiÅŸtekî nakin.  Karekî wan heye ew jî: “yên tên re dibêjin PaÅŸa yê min, yên derin ra jî dibêjin axê min”  Lê gava rastî tengasîyekî dibin an bahozekî dest pê dike, li piÅŸt xwe nanihêrin û pazdidin. Wê gava rew ji bo wan “berxwedan”e!  Dem vediguhere, ba û bahoz disekinin û lingê wan camêran bi erdê dikeve dest bi gazinan dikin, rexnên neheq li peyhev rêz dikin. Di demên dijwar de, kar û barê van camêran dijmînatîya jiyana rêxistinîye. Ala dijmînatîyê ji destê xwe bernadin û di ÅŸopa kevneperestîyê de dimeÅŸin. Ji ber ku jiyana xwe ya ÅŸexsî  bidomînin li gor dengê xurtan diqîrin! Li gor wan camêran sedemên hemû xirabîyan, tadayîyan û tengasîyan  hêzên radîkal in. Ji xebata rêxistînî nefret dikin, heta îro çi hatibe serê wan ji wê xebatê zanin. ÅŸerê çekdarî kezeba wan diÅŸewitîne. Rojê penç car radibin rûdinên  gotinên nexweÅŸ diyar dikin di derheqê têkoşînê de.  Di roj teng de xwe ji têkoşînê dûr digirin. Lê gava ku gel radibe piya û dimeÅŸe ev camêrên hanê wek “egît-an” dîroka tekoşînê hildikişînin holê û dest bi pesnên xwe dikin. Di rûpelên rojnaman de,  di monîtora wêneguhezan de xuya dibin. Gava dest bi peyvan dikin mirov ji xencî  gotinên “ez û ez…” tu tiÅŸtekî fam nake ji wan peyvan! Kesên wan camêran nasneke wê bibêje qey  jiyana wan kesan her tim di vê rê de derbas bûye.

Ev camêrên “rojên giran”  hejmara wan ne gellek zêdeye. Lê çalakîyên wan yê genî mirov mecbûr dike ku di derheqê wan de rastîyê raxe ber çawan. Hinek ji wan “egîtên” rojên giran, di xortanîya xwede di nav welatparêzan de cîh girtine, lê dem derbas bûye ev camêr bûne karmend, bûne xwedî kar û saz… Peyda rexne li ÅŸoreÅŸgeran kirine! “Ev telebê hanê dînikin,  nikarin tu tiÅŸtekî bikin, ev sosyalîstên salonane. Ew çepin, neyartîya dostê me Emerîka dikin û hwd.” îro ev camêr dibên çep jî em in,  sosyalîst jî em in û xwedîyê wê kedê jî em in dibêjin. Dunya ewha ye, heta do haya wan ji xebata azadî tune bu, li metrepollan hejmara fabrîkê xwe zêde dikirin. Hinek jê jî di nav refên kemalîstan û çepê Tirkan de doza “enternasîyonalî” diparêstin.  Enternasîyonalîsta wan li gor dilê D. Perîncek’e. îro rabûne, dixwazin gelê kurd bi ÅŸopa DoÄŸu Perincek ve girêdin.  Lê niha rewÅŸ veguherî, ÅŸert ne ÅŸertên doyinin. ji ber vê yekê  ev “egît-ên” me  mêrga berjevendîyan dîtin. Ji vir pê de, welatparêzên herî mezin ew in. Tu kes êdî nikare wan rexne bike. Lewra piÅŸta xwe dane çiyayekî mezin! Ger hinek, xwe ÅŸaÅŸ bikin û jiyana wan ya borî bîne bîra wan, ew kes ÅŸewitîn!  Xwedê alîkarê wan be(!) Bele bıla bışaÅŸi neye famkırın ez ne lı hemberi dewlemendiya wan kesame. Dıle mın dıxwaze ew camer û yén  mina wan her tım dewlemend û xwedi héz bın.

Ev kesên ku li ser navê rewÅŸenbîrîyê  pesnên xwe didin,  xwe giranbuha difiroÅŸin, bazirganî dikin; pirî caran dibin sedema hinek rexnan. Ev rexnên hanê jî  bi awayekî gelemperî tên diyar kirin.  Gava rast û çewt ji hev neyê hilbijartin hinek neheqîyên mezin tên holê. Ji ruyê wan bazirganan hemû rewÅŸenbîr dibin siya tawanbarîyê de dimînin. Wek me berê got hinek hene tu karekî nakin radibin rûdinên neyartiya jiyana rêxistinî dikin. Li gor dîtina wan çiqas xirabî, tedayî, tengasî û zilim heye hemû ji rûyê hêzên ÅŸoreÅŸger çêdibe!  Ev dîtinên çewt di demên zorde pir zêde dibin. Lê gava ÅŸert vedugehirin,  “serbestîyekî” bêdeng dest pê dike ev camêrên hanê berîya herkesî êrîşî meydanê dikin. Hinek jê bîranînên xwe çapdike, hinek jê li ber derê xurtan radibin pîya û di derheqê  rêhevalên xwe yên doyin de gellek gotinên tal û biêş diyar dikin.  Ev rewÅŸa hanê mirov pirr diêşîne!

îro, em hemû dibînin ku dijmîn bi leyistik û dehfikan, bi dergeh û pergelên xwe dixwaze têkoşîna gelê me bi fetisîne. Dixwaze dîroka me ji dîroka dinê derxe û navê gelê me  li rûpelên dîroka netewîyên windbûn de binivîse! Lê belê, gava ku em bi her awayî jiyanekî rêxistînî biparêz û damizrînin, wê gavê emê, hêvî û xewnên dijmîn,  polîtîkayên dijmîn bi zanayî pûç bikin.  Bi saya pûç kirinê ve emê  saltanatîya wan jî  ji bingehîn ve xirab bikin.

Rewşenberî  ewe ku di rojên giran de, di demên dijwar de mirov bi gelê xwe re tengasî û şahîyê bijî-bihevra be. Rewşenberî wek şaxên fekî li her çar alîyê welêt tûr berde û her tim fêkîyên spehîtir bide xwedîyê xwe-bide gelê xwe. An jî wek kanîyekî çiyayî her tim ava zelal û hênik biherîqîne! Rewşenberî divê wek ronahîyê der û dora xwe ronî bike! Bi tîrêjên zanyarîyê quncikên tarî û hoyên ku hovîtîyê xwedî dike ji holê rakirin wezîfa rewşenbîran e.  Em hemû dizanin kû rewşenbîrî ne karê mirovên tirsonekin. Pêwîstîya rewşenbîran ji nasnama wan tê. Ew nasname di rojên giran de,  zêdetir dibiriqe. Kesên ku xwedîyê nasnama ramyarî bin û li dijî sazûmana zordaran di nav refên têkoşînê de cîh negirin, li dijî zordaran şer nekin, di hoyên dijwar de li cem gelê xwe cîh negirin mirov nikare ji wan kesan re bibêje rewşenbîr!  Jiyana kûr û dirêj bi me bafl daye zanatir ku her karî de, di hemû qadên jiyanê de pisporî divê hebe. Rewşenberî jî pisporî, berpirsîyarî û tekoşergerî dixwaze. Gava ku ewrê zilmê li ser welat an jî li derekî dinê kom bibe  divê rewşenbîr dengên xwe bilind bike, ne razîbûna xwe diyar bike û bi pergelên didest  dane şer bike. Divê her tim, li kuderê be bila bibe, lazime ku li dijî neheqîyan derê, wan tawanbar bike.  Wexta ku rastî pêlên tirsê bê, divê serê xwe nexe ber xwe- an jî nexe nav qûmê (xîzê).  Ji ber vê yekê divê em baç zanibin ku tu car rizgarî di binsîya tirsê de bi destê me nakeve. Ji ber van sedeman divê em bi can û bi dil di nav hemû qadên tekoşînê de cîhê xwe rast bigirin û doza xwe, armancên xwe bi ramanekî zelal biparêzin.  Li hemberê zilma dijmîn divê qolan û sûk bêdeng, bêçalakî nemînin. Karê  mîrovên xwedî berpirsîyar agirê berxwedanê zêde kirine.

Di dawîya vê nivîsarê de, ez hêvîdarim ku welatparêz û rewÅŸenbîrên me,  wê bi bîrûbawerîyekî mezin, bi dilsozîyekî germî dev ji hesabên ÅŸexsî berdin û li kêleka gelê xwe cîh bigirin. Ji hezar salan vir de, îro siûdek ketîye destê me, ku em wê “çarenûsa” malxirab veguherînin. Qet nebe, bila ji vir pê ve, tu kes nikaribe pixêrîyên zarokên me vemirîne. Ji bo vê yekê,  berî her tiÅŸtî divê ev kesên ku dibin sîya rewÅŸenbîrbûnîyê de ji bo berjevendîyên xwe yên ÅŸexsî,  ji bo bazirganî û reklamên xwe  zirar didin berjevendîyên gel  carek din dicîhê xwe de rûnên û baÅŸ bifikirin. Dev ji nêrînên xwe yên “egoîst” berdin. Li gor ÅŸertên îroyin xweveguherînin û li rewÅŸa gelê xwe baÅŸ mêze bikin. Ev kes çiqas baÅŸ berpirsîyarên xwe yên dîrokî bi cîh bînin, vê ewqas rewÅŸenbîrên giranbuha bibin.

12.3.1996,  Ermenek

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *