Li Ser Hilbijartin û Avabûna Hukumetekê Li Kurdistanê, Bi Rojeva Kurd re Hevpeyvîn

Pirs: Hilbijartinên parlementoya Kurdistan çêbûn. Encamên hilbijartina eşkere bûn. Li gora encama hilbijartina hûn rewşa siyasî li başûrê Kurdistanê çawa dinirxînin?

Bersiv: Îro li dunyayê ji bo rêvebirina civatekê rejîma herî rewa ya ku li gor prensîbên demokrasîyê tê avakirin. Li Kurdistanê jî rejîmek demokratîk ya li gor kanûna navnetewî hatîye sazkirin.

Li welatên demokratîk gel, bi du rêya qanûn çê dike: bi rêya referandûmê, ya rasterê bi raya xwe yan jî ji bo meclîsê nûnerên xwe hildibijêre û bi rêya nûnerên xwe qanûnên xwe dide çêkirin û hukumeta xwe dide avakirin.

Dunya hemû bû şahid ku him di hilbijartina ku li tevaya İraq’ê çêbû û him jî hilbijartina li Kurdistanê pêk hat, bi awakî aram, qanûnî û demokratîk bi dawî hat. Di her du hilbijartinan de jî PDK bû partîya yekem!

Ev cara dudoya ye ku gelê Kurdistanê, him ji partî û rêveberên Kurdistanê û him jî ji raya cîhanê û neyarên xwe re helwest û daxwaza xwe aşkere dîyar dike: cara pêşî bi rêya referandûmê, qanûna avakirina dewleta Kurdistanê çêkir. Vê carê jî dengê xwe dan PDK ya ku Mesûd Berzanî serokê wê yê ku îro bûye sembol û serokê doza serxwebûna Kurdistanê!

Dost û dijminên gelê Kurdistanê tev dizanin bê gelên Kurdistanê yan Serok Berzanî û partîya xwe çima doza serxwebûnê dike: heger netewe yan dewletên serdest ji hebûn û mafê gelê Kurd û kêm neteweyên din re rûmet rêbidana, ne Kurdan û ne jî kêm neteweyên din wê doza veqetandinê nekirana! Ya girîng, pirsgirêk ne tenê Kurdistana Başûr e; her çar mêtinkar bi hevre û bi tifaq nahêlin gelê Kurd li tu perçî azad bibe yan bigehê aramî û îstiqrarê! Êdî jibo ku gelê kurd jî di vê ferqê de ye, rewşa Başur ya sîyasî avabûna hukumetekê li wir, êdî hemû Kurdan ji nêz de eleqeder dike.

Pirs: Li gora we gerek hikûmetek çewe bê avakirin; hikûmetek bingeh berfireh bi lihevkirina hemû aliyan û kompromîs yan jî hikûmetek li gor encamên hilbijartinan be?

Bersiv: li Kurdistanê her tim birek cahş, xayîn, menfaetperest û cahil heye! Loma hêzek xayîn ku di warê siyasî û leşkerî de ji alî mêtinkaran ve hatine bi rêxistinkirin hene! Loma di her pêngava têkoşîna destxistina mafê gelê Kurd de, ev xayîn, wek Hespê Troya li pêş dijmin êrîşî hêzên welatperwer dikin! Çênabe îradeya gelê Kurdistanê êdî bi van xayînan re bê parvekirin!

Li gorî qanûna sîyasî ya netewî û navnetewî û pîvanên demokratîk, divê li Kurdistanê li gor ku gel bi deng û raya xwe dîyar kirîye, li gor encamên hilbijartinê, hukumetek pirsgirêkên netewî, rêvebirî û aborî çareser bike ava bibe! Ya demokratîk jî ev e. Heta niha hukûmetên “fifty fifty” û tawîzkar pirsgirêk çareser nekirin; pirsgirêkên heyî kronîk kir û rê li pirsgirêkên nuh vekir! Ya din jî bi rêya partî û hevalbendên xwe neyar, hertim mudaxeleyî kar û barê parlemanto û hukûmetê kir.

Daxwaza gelê Kurdistanê, divê hukumetek bi hêz û yekdeng ku pirsgirêkan çareser bike; qanûnên li berjewendîya civatê derxe û wan qanûna cîbicî bike bê avakirin.

Pirs: Li gora dîtina we gerek bernameya hikûmeta nû de çi armancên sereke û leztir hebin ji bo baştirîn rewşa Kurdistanê.

Bersîv: Li Kurdistanê, hîn du rêvebirî ji holê ranebûye û vê rewşa, di destê neyarên Kurd de, mîna şûrê Demokles wek gef û qeyda dîlgirtinê tê karanîn!
Êdî ji vê saetê û pêve, divê daxwaza piranîya gel pêk were! Gel, doza pêkanîna maddeya 140 dike; doza yek îdare û yekkirina hêza pêşmerge dike; gel doza rûmet girtin û wekhevîya bi neteweya serdest, heq û hiqûqê xwe yê netewî û demokratîk dike.

Hukumeta Kurdistanê ya ku ava bibe, divê hukûmeta Federal ya Iraqê zorgayî pêkanîna makezagona federal bike!

Divê hukûmeta herêmê, li ser tevaya xaka Kurdistanê hukumran be. Beşê Kurdistanê ku Kerkûk, Xaneqîn û Şingal jî dikeve nav, ku Pêşmerge bi xwîna xwe ew dever ji destê DÎIŞ’ê rizgar kir, lê piştre ji alî hêzên terorîstên mîna HEŞDA Şeibî û ordîya Iraqê hat dagîrkirin, divê vegerîne bin îdareya Kurdistanê.

Divê PKK, YNK û hemû hêzên din yên çekdar, hukumranî û biryarên hukûmeta Kurdistanê qebûl bike û li gorî yasayan tevbigerin.

Pirsgirêkên aborî, mûçeyên karmend û fermanberan, kontrola petrolê, projeyên jêravedanîya herêmê divê ji alîyê hukumeta nuh ve çareser bibe.

Heta yekîtîya Kurdistana Başûr pêk neyê û hukûmeta herêmê li her devera xaka xwe ne serwer be, serxwebûna Kurdistanê jî zahmet e!

Ji bo ku we derfet da min, ez di vî warî de ramanên xwe bibêjim, ji redaksîyona Rojeva Kurd re sipas dikim û di kar û xebata de serketin dixwazim! 01.11.2018

Xidir ÛSO

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *