Gotinek di 45 Saliya Koçkirina Mîr Dr. Kamîran Bedirxan de

Konê REŞ

“Xort bin, pîr bin, heçî nezan in divê, dest bi xwendin û nivîsandina zimanê xwe bikin; û ne bêjin qiweta min na gihe vî îşî; ez heq ji vî îşî dernayênim. Tiştê ko zaroyên heft, heşt salî dikarin, xort û mirovên sere jî dikarin. Gerandina îş û karên me, heke ji destê me na ye; îş û karên me naçin serî, dawiya me di destê xelkê de perîşan bûne.. Di Bêrûtê de dibistaneke kurdî heye; panzde mirov ketine vê medresê; di nav wan de xortên bîst salî û peyayên çel, çel û pênc salî hebûn. Ev di nav sê mehan de hînî xwendin û nivîsandinê bûn û îro Hawar û Ronahiyê dixwînin. Xebat şêr e, te dest avêtê dibe rovî”.

Mîr Dr. Kamîran Bedirxan, kovara (Roja Nû), hej (11) sal 1943

Werin em 45 Saliya Koçkirina lehengê Kurdistanê Mîr Dr. Kamîran Alî Bedirxan bibîr bînin..! Yê ku tev jiyana xwe ji Kurd û Kurdistanê re terxan û xerc kir; bi serketinên welatiyên xwe re geş dibû, bi têkçûnên wan re, dilê wî dihat givaştin û xemgîn dibû..

Wî, ji Stenbolê destpê kir.. Bi Mêcer Nowêl yê Ingilîzî re li Kurdstana bakur geriya.. Navê wî di lîsteya 150 kesî de, bidarvekirinê hat derxistin.. Digel bav û biran xwe li mîrekên Berazan yên (Meqtelê/ Kobanî), girtin.. Li Almaniya xwendina xwe bir serî.. Li Beyrûtê du rojname bi navê: (Roja Nû) û (Stêr), bi Zimanê Kurmancî belav kirin.. Li Parîsê, di Zanîngeha Sorbonê de Zimanê Kurdî parast û pêşxist.. Li Ewropa, nûneritiya Şoreşa Başûrê Kurdistanê kir.. Di lihevhatina 11ê adara 1970î de, Barzaniyê nemir jê xwest ku bibe Cîgerê Serok Komara Îraqê, lê ew razî nebû, bi tenê xwest ku bibe mamosteyê Zimanê Kurdî di dibistanek çiyayê Şingalê de..

Dawî, di roja 04.12.1978an de, li Parîsê, di koçberiyê de, wek piraniya ap, bira û pismamên xwe ku di sirgûniyê de koça dawî kirine, ew jî çû ber dilovaniya Xwedê. Erê werin, werin piştî 45 salan em vî lehengê xwe bibîr bînin..

Xwendevano! Ku ez û te yekî wek Mîr Dr. Kamîran Bedirxan bi bîr neynin, ma wê kî wî bibîr bîne..?! Evê ku li dor Zimanê Kurdî, wiha ji me re gotiye:

“Her wekî em jê bê behr in, divê hemî xwendevanên me, xwe mamoste, û dersa xelkê bibêjin, kurd, gundî pale û xebatkarên me ji xwendin û nivîsandinê, ji zanînê gelekî hez dikin û minêkarî ilm û hinerê ne, lê piraniya wan bawer dikin ko û nivîsandin tiştekî gelek zehmet e, bê ko mirov bi salan ve bikeve xwendagehekê, nikare hînî xwendin û nivîsandinê bibe. Divê em nav di xelkê xwe bidin û bi şewq û xweşî bibin mamostayê wan. Divê em wan qanî bikin ko, em kurdên xwenda ji wan ne aqiltir in, ew jî, em jî kurd in zaroyên welatekî ne, hêjabûna me – heke heye – ji xwendin û zanînê tê, ko wan jî xwend û zehf û çak xwend, wê bibin mîna me… Birano, pismamno, zarono werin emê bi hev re sund bixwin û heta ko derdê nezaniyê koka vî giyayê jehrîn û jehirdar ji erdê xwe hilkişînin, dest ji xebatê, ji teşwîq û irşadê ber ne din..”.

 Mîr Dr. Kamîran Bedirxan, Rojnameya (Stêr), hej/ 2, sal 1944.

Û bi weşana Rojnameya (Roja Nû) re, Seydayê Cegerxwîn bi van gotinan ew pîroz kiriye: “Mîrê mezinê mêran, xortê xurt zanayê Kurd Dr. Kamîran Alî Bedir-Xan! Hevalo! Di van rojan de Roja Nû, weke rojeke geş, tav û tîrêjên wê dane dîwarê me jî yê xortan. Çirûsk û ronahiya wê, leylana paşketin û bêhêviyê, ji ser dilê ciwanên kurdan hildane. Kela jiyana welêt ji kela mirinê gîhande delavê serbestiyê. Bûka xweşxwan û nivîsaran xemiland bi qumaşê evîn û zanistiyê. Pira nejadperestî bi topên baweriyê daweziran û di tangê dilxwşiyê de afirand. Ji wî riya wa a dûr bi hezaran kîlomêtir şose kir û derê bajarê armanca me, li me vekir. Xwedê te û roja te bi rûkî spî û jineke dirêj ji kurdan re bihêle. Ji ber xortan ve, roja te pîroz be”.

Cegerxwîn, Roja Nû, hej: 10, 5ê Tîrmehê 1943.

Wek ku min got Mîr Dr. Kamîran Bedirxan di roja 04.12.1978an de li Parîsê koça dawî kiriye, belê wîberî mirina xwe, termê xwe kiribû diyarî ji fakulteyên bijîşkî re li Parîsê, anku ew bê gore! Rehma Xwedê li canêwî û canêtev neferên malbata wî be.

  Roja îro, yên ku bixwazin fêrî xwendin û nivîsandina Zimanê Kurdî bibin, pêwîste berî her tiştî nivîsandinên Mîr Celadet û Dr. Kamîran Bedirxan, Qedrî Can, Osman Serbrî, Cegerxwîn û yên mayî ku nivîsên wan di kovara (Hawar, Ronahî, Stêr û Roja Nû) hatine weşandin, bixwînin.. Di rêka van kovar û rojnameyan de, mirov serwextî destpêka nivîsên ku bi kurdiya latînî hatine nivîsandin dibe..  Di baweriya min de miletê ku lehengên xwe jibîr bike, wan di ser guhên xwe re bavêje, nikare tiştekî çak ji miletê xwe re pêşkêş bike..!

Konê Reş, Qamişlo, 03.12.2023

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *