Derbarê Hilbijartin û Avabûna Hukumetekê Li Başûrê Kurdistanê, Bi Rojeva Kurd re Hevpeyvîn

Pirs: Hilbijartinên parlementoya Kurdistan çêbûn. Encamên hilbijartina eşkere bûn. Li gora encama hilbijartina  hûn rewşa siyasî li başûrê Kurdistanê çewe dinirxînin?

Çeto Omerî: Piştî îxaneta 16 Cotmeh 2017´an dilê welat perwerên Kurd bi êş û xem tijî ye.

Dijminên Kurdan weke komara îslamîya Îranê, hikumeta Iraqê, Haşdê Şaîbî  bi alîkariya xayinên Kurd, pêlî îradeya gelê Kurd kir, deverek mîna Kerkûk ku ji bo serxwebûna Kurdistanê gelek girîng, Xaneqîn û hinek herêmên din dagir kirin. Destkeftiyên Kurdan, li gel ala Kurdistanê binpê kirin. Gelek pêşmerge şehîd kirin. Dezqeh, mal xanî û dikanên Kurdan şewitandin. Dest avêtin namûsa Kurdan. Xwestin hemî destkeftîyên Kurdan, hêvî û armanca Kurdan têk bibin.

Ta ku li Pirdê, Sihêla, Zûmar û li Maxmûr pêşmergeyên qareman êrîşa dagîrkeran sekinand û derbên mezin li dijmin xist û qahremanîyek mezin tomar kir; ger pêşî li dijmin nehata girtin Kurdistan tev dihat dagîrkirin.

Di nava evqas xiyanet ambargo û tengavkirinan de Kurdan bi rêberiya PDK û bi rêbaza Barzanî nêzî salekî berxweda. Hêdî hêdî rewşa Hikumeta Kurdistanê ber bi başiyê ve çû û Kurd di nava evqas dorpêçkirinan de beşdarî hilbijartina Iraqê bûn.

PDK di hilbijartina Iraqê de helwestek netewî rê da, li bajarên dagîrkirî beşdarî hilbijartinan nebû. Lê PDK, dîsa jî li seranserê Iraqê bû Partîya yekem ku herî zêde deng stend.

Piştî hilbijartina Iraqê, vê carê jî dor hatibû hilbijartina herêma Kurdistanê. Ji ber ku hinek aliyên YNK û Goran aktorên sereke yê xiyaneta 16 Oktoberê 2017 bûn, Kurdan jî bi piranî dengê dan PDK. PDK 45 parlementer derxist.

Van bûyerên ku min li jor nivîsandin, pêkanîna referandûma ji bo serxwebûna Kurdistanê û bi berxwedana Pirdê welatperwerên Kurd zêdetir bawerîya xwe bi PDK anîn û ji ber van helwestên  niştîmanperwerî PDK bi zêdetirîn dengên gelê Kurdistanê, bû Partîya yekem. Ev jî him barê PDK girantir dike û him jî wê ji bo doza serxwebûna Kurdistanê dike rêber. Êdî temsîla doza Kurdistana başûr bi giranî li ser milê PDK ye.

Pirs: Li gora we gerek hikûmetek çewe bê avakirin; hikûmetek bingeh berfireh bi lihevkirina hemû aliyan û kompromîs yan jî hikûmetek li gor encamên hilbijartinan be?

Çeto Omerî: Rastîya me dijwar e! Ji ber ku yên bajarên rizgarkirî radestî dijmin kirine, îroj ew jî xwedî beşek ji hêza siyasî, leşkerî û aboriya Kurdistanê ne!! Mixabin siyaset bêbext e! ji ber ku pirrî caran mirov nikare rastîyan, an pêvîstiyan an jî tiştên ku dil dixwaze di siyasetê de pêk bîne. Helbet gava ku pêvîst bu ji bo berjewendiya gelê Kurdistanê divê hemî partîyên Kurdistanî bikaribin kompromîs bin. Li gor bawerîya min, divê hemî partiyên Kurdistana başûr, rêzê li encamên hilbajartinê û îradeya gelê Kurdistanê bigrin. Her alî û hemî partî li gor deng û kûrsiyên ku bi dest xistine bêne temsîlkirin, ev dê çareseriya herî baş be.

Pirs: Li gora dîtina we gerek bernameya hikûmeta nû de çi armancîn sereke û leztir hebin ji bo baştirîn rewşa Kurdistanê.

Çeto Omerî: Ez dibêjim hin gavên pirr û pirr girîng yên hikûmeta nû ya Kurdistanê ku pirr bilez bavê hene:

  1. Divê hêza pêşmerge ji bin hikmê partiyan derkeve û bibe hêza leşgerîya welatê Kurdistanê û bi wezareta parastina hikûmeta Kurdistanê ve were girêdan. Pişre hemî hêzên çekdar yên dervayî wezareta parastina Kurdistanê, bi lez û bez were belavkirin û qedexe kirin. Nabe ku partiyên Kurdistanê xwedî hêzên çekdar bin; ji ber ku partiyên çekdar, di heman demê de dibin tehdîd ji bo hebûna sîstemek demoqratîk.
  2. Divê li Kurdistanê yek asayîş hebe û ev jî bi wezareta parastinê ve girêdayî be. Li welatekî çênabe ku her partîyek xwedayê rêxistinek asayîşê be.
  3. Divê siyaset û parastinek taybet ya hikûmeta nûh ji bo petrola Kurdistanê hebe. Hebûna neftê, dibe sedema hebûna aborî, hebûna aborî dibe sedema xwedîkirin û parastina gel û avakirina herêma Kurdistanê.
  4. Divê di zûtirîn dem de, him ji bo pêşîlêgirtina erebkirina bajarên dagîrkirî bête rawestandin, him ji bo hêzên dagîrker ji axa Kurdistanê bêne derxistin, çareserîyek were dîtin! Divê Kerkûk, Xaneqîn û heremên din vegerin bin rêvebirîya hikûmeta Kurdistanê. Divêt ji bo bicîhanîna maddeya 140 helwestek tund bê danîn.

Divê hukûmeta nuh ya Kurdistan, di warê maf û azadiyan de helwesta heta niha pêşdetir bixe û ji dewletên herêmê jî re bibe mînak. Divê mafê jinan, zarokan, xwendekaran, karker û gundîyan, mafê penaberan, mafên hemî kêm netewan û hetta mafê ajal û xwezayê jî têxe bin parastina yasa. Divê hemî ol, mezhep, ziman çand azad bin.

Di dawî de dibêjim ku hukûmeta herêma başûrê Kurdistanê ne tenê yên kurdên me yên başûr e; ji ber ku çavên me, dilên me, hêviyên me û hestên me yên hemî perçeyên Kurdistan û Kurdên li hemî cîhan e! Em bi serkeftin û azadîya wan serbilind in. Kurdistan mal û warê me hemî Kurdan e. Hêvîya me ev e ku hikûmetek niştîmanperwer were damezirandin û bibe piştgir ji doza rizgarî û azadiya gelê hemî Kurdan re!

Ji bo rêdana eleqeya vê mijara girîng û derfet da min ku ez hest û ramanên xwe rave bikim, ji dil spasiya malpera Rojevakurd dikim.

Çeto Omerî

05.11.2018

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *