Li Rojava wek ku ew dixwazin roj naçe ava

Siraç KIRICI

Peyvek heye ku her tim di hişê min de tê û diçe.
“Li cihê ku em ketin, emê li wir jî rabin.”

Ji roja ku çeteyên HTŞê li Helebê êrîşî taxên Kurd kirin, heta do êvarê ez bi dîmena şehîtkirina şervaneke Kurd re dijîm.
Dîmena ku cihadîstek bi awayekî hov û dij mirovî êrîşî bedena mirî ya keça me ya şehîd dikir.

Di dilê min de dengek bilind bû,
“Ew mirîyên me jî dikujin.”

Di wê dîmenê de min vê tespîta kir:
Li Rojavayê Kurdistanê kurd ketin kemîna Tirkan û HTŞê.
Plana wan ev e ku Rojava bikin rewşa Afganistanê û bi dehan salan şer bidomînin.

Do bi şev bi peymaneke bêyom Kurd, vegeriyan rojeva Rojavayê Kurdistanê.
Civîna li Hewlêr vê lîstik û vê projeyê nas kir û bi pêşbîniyeke xurt li hemberî HTŞê, Dewleta Tirkî û hevalbendên wan, bi rêbazeke aqilane ji herêmên Heleb, Dêrazor, Reqa û cihên din bi şûnda vekişiyan.
Her şûnda vekişîn ne têkçûyine.

Di eslê xwe de niha tekoşîna sîvîl, siyasî û dîplomatîk dest pê dike.

Yekrêziya li Hewlêr, bi ala Kurdistanê li alîkî masê, birêz Serok Barzanî, birêz Mesrur Barzanî, birêz Mazlum Abdî, birêz Muhamed Îsmail û birêz Îlham Ahmed û li hemberî wan nûnerê Emerîkayê Tom Barrack û generalên wan, û li ber wan jî ala Emerîkayê.

Di sîyasetê de wexta firset hat ber deriyê we û we ew firset bikar neanî, zahmet e ku êdî hûn bi wê “paradîgmayê” tekoşînê qezenç bikin.

Li Rojavayê Kurdistanê tevgera Kurd wenda nekiriye; heger hişmendiya xwe biguherîne, şansa serkeftina wan ji her demê zêdetir e.

Tenê xalên genelgê/biryarnameya yên ku mijarên wan bi kurdan ve girêdayî, bikin bingeha qezenckirina maf û azadiyên Miletê Kurd, şansê wanî serkeftinê zêde ye.
Di qada neteweyî û navneteweyî de mijara Mazgona Sûriyê bikin mijara gengeşiyê, bê ku tedaxulî şer û pevçûnên tund û tujîyê bikin,
• .Siyaseta sîvîl
• Dîplomasî
• Û parvekirin û belavkirina erkên/ berpirsiyariyan di navbera xwe de (yekrêziya nav xwe û bi birayên xwe yên li perçeyên din)

Ji bo vê yekê, yekrêziya nav Rojavayê Kurdistanê û têkiliyên bi birayên xwe yên li perçeyên din gelek girîng e.

Bila her dem bînin bira xwe, heger civîna li Hewlêr bi hev re mûdaxele nekiraba, bi hezaran sivîl ji qetlîam û jenosîdê xelas nedibûn.
Hîn jî ew xeterî heye..

Ew mase, ji dîroka xwe ya “aş betal” û ji tecrûba dewleta xwe ya federal ders derxistiye…

Bi hêvîya ew mase hîn firehtir bibe û bi projeyên nû li nava welat û li diasporayê bi qordinasyonek xurt û yekrêz pişgirîya Rojavayê Kurdistanê bikin.

Di encamê de li Rojavayê Kurdistanê qonaxa duyem ya tekoşîna mafê Miletê Kurd hîn nûh destpê dike.

Xem nake, di tekoşîna neteweyî de her dem “Li cihê ku em ketin, emê li wir jî rabin.” ser pîyan

Siraç Kirici
19.01.2026

Hinek nivîsên din:

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *