LI PARÎSÊ BÎRANÎNA SALVEGERA HEVALÊ CABÎR (VAKKAS ÇELIK)

Di roja 27ê adara 2022an de, bi minasebeta salvegera duyem ya koça dawî ya hevalê Cabîr (Feqazê Husî Mehmê) li Parîsê ji alîyê malbatê û Tevgera Demokratîk a Kurdistanê (TDK-TEVGERê) ve, bi beşdarîyek mezin ya heval, hogir, dost û merivên hevalên Feqaz, meresimek mezin hate pêk anîn. Ji Fransa, Almanya, Swîsre, Holanda, Avusturya, Norweç û Swêdê gelek heval, hogir û hezkirîyên hevalê Cabîr û nûnerên rêxistinên kurdan beşdarî vê merasim û bîranînê bûn.

Weke tê zanîn, berî niha bi du salan, di 27ê adara 2020an de têkoşer û dozdarê rizgarîxwazîya neteweyî Cabîr li Parîsê ji ber şewba Coronayê koça dawî kiribû. Lê ji ber qedexeya vê nexweşîya malkabax malbatê, heval û hogirên wî nikarîbûn li gor rûmeta hevalê Cabîr şûna wî deynin û xatirê xwe jê bixwazin û wî bispêrin aramîyê! Ev rewşa hem ji bo malbetê, hem jî ji bo heval û hogirên hevalên Cabîr, bûbû sedemê xemgînîyek hê mezin û bîrînek kûr.

Weke tê zanîn Feqaz, piştî belavbûna PYSK (Partîya Yekîtîya Sosyalîst a Kurdistan), yek ji kadirên damezrêner û endamê Komîteya Navendî yê Tevgera Demokratîk a Kurdistanê (TDK-Tevgerê) bû. Lê berî her tiştî ew bavekî hêja, mêrxasekî doza rizgarîxwazîya neteweyî, siyasetmederakî bi rûmet û dildarê zimanê kurdî bû.

Bernameya merasima bîranînê, li gor urf, adet û pîvanên civata Kurd, bi ruhekî netewî û bi awakî bi rêkûpêk pêk hat. Cîhê şanazîyê ye ku zimanê merasîma bîranînê ji serî heta dawîyê bi kurdî bû. Piştî vê rewşa pandemîyê; merasim û bîranînek weha bi girseyî, parvekirina xem û êşa malbatê, meriv, heval û hogirên Cabîr; morelekî mezin da malbatê û hemû heval, dost û hogirên hevalê Cabîr û kurdên Fransayê!

Bi pêşkêşvanîya Ardalan ABDULAHÎ, bi sirûda neteweyî Ey Reqîb û rawestana ji bo gîyanê hêja Feqaz û hemû şehîdên Kurd û Kurdistanê, bernameya bîranînê dest pê kir.

Birayê Cabîr Azad Dîlokî, li ser navê malbatê û wek hevalekî Cabîr yê sîyasî û rêxistinî, axaftinek siyasî û dîrokî pêşkêş kir. Di vê axaftina xwe de, bi kurtayî ew li ser xebat û têkoşîna hevalê Cabîr ya sîyasî, şoreşgêrî, neteweperwerî û rêxistinî rawestîya. (Lînka nivîsa Azad Dîlokî: http://portal.netewe.com/salvegera-biranina-feqaz-vakkas-celik/)

Keça Cabîr Roza, li ser jîyan û helwesta bavê xwe, axaftinek hesgîr û watedar pêşkêş kir. Ji bo amadebûn û beşdarîya hevalên bavê xwe, ji endam û rêvebirên TDK-Tevgerê û mêvanan re sipasîya xwe pêşkêş kir! Bi taybetî got ku bavê min digot: “Herkes nikare rahêje çekê û derkeve serê çiyayan, lê her kesek dikare bi awayên cihêreng ji bo welatê xwe xebat û xizmetê bike!

Li ser navê hevalên welêt yên TDK-Tevgerê Nezîr Akat, axaftinek watedar pêşkêş kir. Nezîr Akat di axaftina xwe de weha got:

Li ser navê hevalên welêt yên TDK Tevgerê, bixêrhatinek germ li we berêzan dikim!

Roza delal, heval û keça kak Cabîr, birêzan û hemû endamên malbatê, beşdarên rêzdar,mêvanên qedirbilind, nunerên partî û rêkxistinên Kurdistanê, dostên hêja, cuwanik û camêran, hûn giş bixêr û xweşî hatine salvegera bîranîna koça dawîn ya kak Cabîr!

Em hevalên gorbehuşt kak Cabîr li Kurdistanê careke din ji we rêzdaran re sersaxîyê dixwazin. Bila serê malbatê û neteweya Kurd sax be, bila ruhê kak Cabîr şad be!

Hevalên hêja!

Birêz heval Cabîr yek ji wan hêjayîyên me yên bijarte ye. Wî di vê pêvajoya kambax û malwêran ya pandemîyê de, jîyana xwe ji dest da û beşdarî karwanê pakrewanên Kurdistanê bû. Em ji ber nexweşîya global û derfetên teng nikaribûn erk û watinîyên xwe bicîh bînin. Îro hem li welêt û hem jî li derveyî welêt bi hemahemgîya malbata kak Cabîr em hewil didin ku erk û watinîyên xwe yên hevaltîyê, bicîh bikin. Ji bo vê derfetê sipasîyên xwe ji malbata kak Cabîr re pêşkêş dikin.

Kak Cabîr bi helwest û tekoşîna xwe ya neteweyî, dê di xebata Tevgera me de, wek giranbihayek mayende bimîne. Em dê herdem wî di mejî û dilê xwe de bi bîr bînin.

Di salvegera bîranîna hevrê û hevalê hêja kekê Cabîr de, em xwe şirîkê êş, azar û xemgînîya malbata hêja Cabîr û hezkirîyên wî dibînin. Em îro bi hişmendîya Kurdistanî, mêrxas û dilsozê doza Kurd û Kurdistanê heval Faqaz, Seydo, Heyder, tekoşer kak Cabîr bi rêzdarî bi bîr tînin.

Em şahidên ked û fedakarîya têkoşerê bêrawestan kak Cabîr in. Em soz û peymanê didin te ku wê ewladê neteweya Kurd alaya têkoşîna te ji ser destan danexînin. Em dê nehêlin alaya helwesta te ya neteweyî binive.

Em hest û vîna te di dilê xwe de hîs dikin ku tu bi her pêngavek berxwedan û tekoşîna hevalên xwe serbilind û dilşa ye. Bila ruhê te şad be tekoşerê Kurd. Em dê di rîya te de berdewam bin.

Em dubare ji malbata hevrê û birayê hêja kak Cabîr, ji hevalên wî û hezkirîyên wî û ji miletê Kurd re sersaxîyê dixwazin. 

Oxir be mêrxasê doza neteweyî ya Kurd û Kurdistanê!

Bi rêz û silavên ji dil!

Endam û rêvebirekî TDK-Tevgerê Siddik Bozarslan ku gelek bîranînên wî û hevalê Cabîr bi hev re hene, helbesta seydayê M. Emîn Bozarslan ya bi navê ‘‘Dayê Tu Megirî‘‘ xwend. (linka helbestê: Dayê Tu Megrî)

Weke nûner û berpirsekî TDK-Tevgerê Mehmet Selîm Uzun axaftinek watedar û hestgîr pêşkêş kir. Mehmet Selîm Uzun, di axaftina xwe ya devkî de bi kurtî li ser jîyana hevalê Cabîr (Vakkas Çelîk) sekinî û şehîdên Tevgera Demokratîk a Kurdistanê (TDK-Tevgerê) û hemû şehîdên Kurd û Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr anî. Ew li ser rola hevalê Cabîr ya di tevgera rizgarîxwazîya neteweyî ya Kurdistanê û damazrandina TDK-Tevgerê rawestîya. Mehmet Selîm Uzun li ser navê zarokên wî, heval û hogirên wî, li ser navê beşdarên merasima bîranînê, gazî hevalê Cabîr kir û got:

“Hevalê Cabîr!

 Mirina te, mirinekî bêwext û bêbext bû! Çuyîna te ji bo me, ji bo malbata te, ji bo miletê Kurd wendakirinek mezin bû. Em dizanin ku di rêya Kurd û Kurdistanê de, ji bo welatekî serbixwe, miletekî azad û civateke demokratîk armanc û daxwazên te yên pîroz û payebilind hebûn. Em şahid in ku ji bo welat û miletê xwe, ji bo malbat û zarokên xwe xewn û xeyalên te yên rengîn hebûn. Bêguman, em bawerin ku tu dengên me dibihîzî û tu me hemûyan dibînî. Di vê salonê de zarokên te, hevjîna te Şerîfe Xan, birayên te, merivên te, bi sedan heskirîyên te, dost û hevalên te hene. Silav û rêzên wan hemûyan ji bo te û ji bo hemû şehidên pakrewan yên Kurdistanê re hene. Ez carek din li ser navê wan soz û peyman didim te, ku em dê tu carî te ji bîr nekin; em dê ji bo pêkanîna hedef û armancên te, xewn û xeyalên te bixebitin. Rûhê te şad be hevalê hêja!”

Weke hevalekî Feqaz yê sîyasî û nûnerekî TDK-Tevgerê, Zinar Soran jî axaftinek li ser xemgînî û hestên heval û hogiran ku nikarîbûn di dema koça dawî ya hevalê Cabîr de werin xatirê xwe ji wî bixwazin, axeftinek pêşkêş kir. Di axaftina xwe de wî hest û hîsên hevalan weha anî zimên:

“Tekoşerê Tekoşînê, dozdarê azadî û serxwebûnê, hevalê yekta Vakkas Çelîk (Cabîr) di di 27ê Adara 2020an de, li Parîsê xatirê xwe ji me xwest û koça dawî kir; lê mixabin ji ber vê bapêşa Coronayê ya malkambax me xatirê xwe ji wî nexwest!

Hevalê Cabîr, jîyana xwe bi giştî pêşkêşî têkoşîna rizgarîxwazîya neteweyî kir. Wî tu carî di rojên dijwar û neqebên teng de hevalên xwe bi tenê nehîşt. Lê me di vê koça wî ya dawî de ew bi tenê hîşt, bibuhire tekoşerê yekta!

Hevalê Cabîr, di xebata ji bo welatekî serbixwe, miletekî azad û civateke demokratîk de, her gav di gazî û hewara hevalên xwe de diçû; lê gava ew kete tengasîyê, em di hewara wî de neçûn, bibuhire canbêzarê doza serxwebûn û azadîyê!

Hevalê Cabîr, giranîyek mezin û taybetî dida urf, edet û kultura kurdî; heta ji destê wî dihat beşdarî şûn û şahîyên dost, heval û hogirên xwe dibû; lê mixabin em nehatin şûn û tazîya te, bibuhire sîyasetmedarê bi rûmet!

Em baş dizanin ku armanc, hêvî, xewn û xeyalên te yên mezin û pîroz hebûn. Em soz û peyman didin ku em dê wan armanc û hêvîyên te yên hêja û pîroz zindî bihêlin!

Em dê tucarî xebat û têkoşîna te ya hêja û bi nirx ji bîr nekin!

Bila serê malbata kekê Cabîr, meriv, dost, heval û hogirên wî sax be!

Bila serê miletê Kurd sax be! Ji ber ku miletê Kurd tekoşer û mêrxasekî doza neteweyî û demokratîk wenda kir!

Oxir be rêwîyê rêya dirêj!

Em bêrîya te dikin!”

Di vê merasimê de nûnerê PAKê (Partîya Azadîya Kurdistan) Îhsan Aydin û berpirsê HAK-PARê (Partîya Maf û Azadîyan) axaftinek sersaxîyê pêşkêş kirin.

Bi belavkirina xwarin, şêranî û vexwarinek kurdistanî û dewlemend, dawî li merasima bîranîna şoreşgêrê hêja Feqaz hat!

Bila serê malbat, dost û hevalên Cabîr (Feqaz) sax be!

Bila serê miletê Kurd sax be!

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *