Salvegera bîranîna Feqaz (Vakkas Çelik)

Azad Dîlokî

Xwûçk û birayên hêja û qedirbilind, wûn hemû bi xêr û xweşî hatin e. Sipas jibo ku we qedrê me girt û hatin êşa me bi me va parva dikin.

Dilovanîya Feqêz, birînek xedar di kûranîya dilê me da vekir. Feqaz aşiqê welatê xwe, aşiqê xebat û tekoşîna jibo axa bav û kalan bû, ew xemxwerê doza netewa kurd bû. Wî serê xwe xistibû vê rê û herdem amade bû canê xwe yê şîrîn bike qurban jibo damezrandina dewleta kurdan.

Mala mirinê bişewite, ev nexweşîya xedar hesret di çavên Feqêz da hîşt û nehîşt ku ew agirê di dilê xwe da jibo rizgarîya welat gurr bike. Belê feqêz hinekî zû malavayî li malbata xwe, li dost û hevalên xwe û li doza NETEWÎ kir. Jiber ku îro ji her demê zêdetir, netewa kurd muhtacî keç û lawên xwe yên NETEWEPERWER e.

Îro li welatê me bi destê dewleta dagirker û hinek kurdên ummetî û kemalîst ku mijûlî demokratikkirina dewletên dagirker in, kurd tên asîmîlekirin û entegrekirin. Gotinek vê dawîyê tê gotin, dibêjin: ’’dayîkên tirkînezan, zarokên kurdînezan mezinkirin!’’ ev rast e, metirsîdar e û divê pêşî lê bêgirtin. Barek giran li ser milê dayîkan e. Madem xwedayê mezin em wek kurd hanîne dinê, divê dayîkên kurd jî va zimanê şîrîn ku xwedê daye me, bi zarokên xwe hubikin.

Bi destûra we, her çiqas dubare be jî, lê ji ber ku cara din me bibîranîn pêkhanî, wûn hemû mîvanên qedirbilind li wir tune bûn, min pêwîst dît ku cardin hinekî behsa jîyan û tekoşîna Feqêz a jibo doza netewî bikim.

Feqaz, di sala 1959 an da hate dinê, tenê 5 salan kanibû here dibistanê û ew di hemû jîyana xwe da zarokekî, mirovekî nefsbiçûk, xweş heval û wefadar bû. Feqaz hevalê, hevalî xwe bû, ger bi tiştekî bawer dikir, heya jê dihat dev jê bernedida. Feqaz, di 13-14 salîya xwe da, ji gund jibo ku bibe zeneetkar çû bajarê Entabê, yan jî Dîlokê. Pêşî hinekî li cem zêrçêkerekî kar kir; lê ji ber heqdestê kêm, dev ji vî karî berda û çû li çêkirina xanî û avahîyan kar kir. Li wir û li derdora xwe rastî mirovên çepgir tê ku qala zulma li ser kurdan û karkeran dikirin.

Di sala 1976an da li Entabê, li taxa Duztepe yê, 2 çekdarên THKO bi navê Îlhan û Memo di jêrzemînekêda (bodrumê da) 24 seetan li hember polîs û eskeran şerdikin. Di dawîya bûyerê da Îlhan û Memo bi xwe, çend polîs, esker û hinek jî xelkê medenî hatin kuştin. Jiber alîkarî û piştgirîya vê berxwedanê 8 şoreşger hatin girtin. Di nav van 8 şoreşgeran da Feqaz û Bozan Arslan jî hebûn. Feqaz, Bozan û şoreşgerên ku hatinî girtin, piştî du hefte bi îşkence û lêxistinên hovane, dibin bajarê Edenê bi dest û nigên zîncîrkirî derdixin peşberî rojnemevanan. Ew li Dadgeha Parastina Dewletê hatin dadgehkirin. Lê ji ber ku dadgehê nikanibû delîlekî misoger nîşan bide ku Feqaz û Bozan hevalên THKOyê ne, piştî demekê mecbûr man ku wan serbest berdin

Piştî ku ji zindanê derketin, Feqaz, Bozan û pir nas û dost, tevî ‘’şoreşgerên Kurdistan ê’’ bûn. Wê demê pkk xwe werga bi navdikir. Piştî demekê Feqaz nema dihat mal, li hêlekê karkirî dikir, li hêlê din jî mînê şervanekî çi jê dihat xwestin dikir. Ji pêgîhandina şagirtên nû jibo şoreşê bigre hetanî karên eskerî yê li hember faşîstan. Bi êvaran em li malên xwendavanan komdikirin û gorî zanebûna xwe dersên sîyasî didan me xortên nu.

Sal 1977 bû, hilbijartin hebû û em li qehwexaneya Misî Apî Reşîd (Reşîdî Husî Mestê) rûniştîbûn, xeber hat gotin ‘’Feqaz hatîye kuştin’’. Me bi lez berê xwe da cîhê bûyerê jibo ku em herin hawara Feqêz. Piştra em pê hesîn ku Feqaz nehatîye kuştin lê tenê şerek di navbera wî û faşîstan derketibû, ji ber ku faşistan zulm li dengdêrên kurd kiribûn. Carek din dîsa xeberek hat gotin ku Feqaz hatîye kuştin û birayê me yê mezin Kemal bi çend hevalan va çûbûn nexweşxaneyê û dîtibûn ku ne Feqaz, lê Hakkî Karer hatî bû kuştin (ez li vir wî jî bi rêz û hurmet bibîrtînim).

Di sala 1978an da, ji ber helwesta pkk a şaş li hember endamên xwe, rêxistinên din û helwesta wê bi giştî li dij civata kurd û ya gîrîng jî hewandina endamê mîtê yên mîna Pîlot Necatî Kaya di nav pkk da, bû sedem kû li Entabê, Dersîmê û hin bajarên din gelek berpirsîyar, endam û dilxwez ji pkk qetîyan û  tevî Tekoşînê bûn. Ji ber vê pkk êrîşî hevalên ku jê qetîyan kir, li Entabê Alî Yaylacik, Bozan Arslan û Ahmet Balli, li Enqerê Mehmet Uzun, li Dîyarbekrê Mehmet Salih Eren û li Dersimê jî Kamer Ozkan qetil kirin, pir heval birîndar kirin, tehdît kirin, tirsandin û bûn sedem ku gelek insan dev ji şoreşgerîyê berdin û li mala xwe rûnin. Hevalên ku hatin kuştin jî hemû qadroyên hêja, têgihîştî û dilsozê doza netewî bûn. Wek nûmûne, Kamer Ozkan, bi serokê TIKKO Îbrahîm Kaypakkaya ve derketibû çîya, heyanî roja ku ji alîyê pkk va hate qetilkirin, 23 salan li çîyayên Dersîmê şoreşgerî kir. Ya Dewleta tirk a dagirker nedikarî pêkbîne pkk pêk hanî. Kamer, endamê komîta navendî yê Tekoşînê û berpirs û serleşkerê hêzên eskerî yên Tekoşînê, a bi navê ‘’HGRK -Hêzên Gel a Rizgarîya Kurdistan ê’’bû.

Lê Feqaz û pir kêm hevalên ku pê ra man, ne serê xwe ji dewleta tirkan a dagirker û faşîst ra tewandin û ne jî ji pkk ra.

Di sala 1979an da Feqêz, dev ji şoreşgerîya nav bajêr berda û derket çîya û gundên Entabê, Ji xwe û hevalên xwe ra çek peyda kirin û dest bi xebata li gundan kirin.

Di NEWROZA 1980 da, di dîroka nêzik da, cara yêkemîn NEWROZ li qeza Kelê (Araban) hat pîrozkirin. Di bin berpirsîyarîya Feqêz da, şervan daketin Kelê û li ser Qela Kelê, di derheqê Newrozê da belavok hatin belavkirin û baregeha faşîstan hat gulebarankirin.

Di sala 1981 ê da, li ser daxweza rêxistinê, hêza Tekoşînê ya Entabê vekişîyan Dersîmê, li dij cunta leşkerî a tirk, rêxistin li Dersimê jî bêhelwest nema, lê vir ne cîhê xwe ya ku em hemû bûyeran bînin ziman.

Di sala 1982 an da Feqaz, li gel çend hevalan derbasî binxetê, bajarê Kobanîyê dibin, piştî demekê jibo karekî cardin derbasî Kurdistana bakur dibe, dahre Dersîmê hinek şervanan li gel xwe tîne û dîsa derbasî binxetê, bajarê Qamişloyê dibe.

Di sala 1983 an da, li ser daxweza rêxistinê wek penaber dahre Swêd. Li Swêd 20 salan dimîne, di nav van 20 salan da tu caran ji kar û xebata sîyasî, rêxistinî û demokratîk dûr namîne. Ji dervayî rêxistinên kurdan Feqaz, wek endamekî Partîya Çep a Swêd jî kar û xebatên sîyasî dike. Dîsa li Swêd çîrokek bi navê ‘’Dizê Berîkan’’ nivîsand ku di Radyoya Swêd da wek pîyes hat weşandin.

Dema di 25 Îlona 2017 an da, giştpirsîya Serxwebûna Kurdistana Başûr pêkhat, Feqêz dîsa di nav şahîya doza Netewî da cîhê xwe girt û li wir bi hevalên xwe va çû ser gorên Şehîdên Enfalê û Serkirdeyê nemir M. Mustafa Barzanî û kek Idrîsê herdemzindî û ew bi rêz û hurmet yadkirin.

Feqaz, di hemû kar û xebatên Yekîtîya Kurdên Bakur da, wek berpirsîyarê rêxistina Tekoşîna Sosyalîst başdarî civîna di bû.

Heyanî roja kû çûye ser dilovanîya xwe jî wek endamekî TDK-Tevder aktif di nav kar û xebata sîyasî da cîhê xwe digirt, lê Feqaz herdem alîgirê yekîtîya rêxistinên Kurdistana Bakur bû ye.

Di dawîyê da, ez Feqêz bi rêz û hurmet bibîr tînim û hêvî dikim ku ruhê wî yê Welatperwer û Niştimanperwer li seranserê Kurdistanê belav bibe, bibe talaz û bahoz li dij dagirkeran jibo armanca wî ya mezin, jibo damezrandina Dewleta Netewî a Kurd û Kurdistanê.

Te herdem digot ‘’xeyalkirin tiştekî pir baş e, jiber ku xeyalkirin bi xwe, bidestxistina nîvê armancê bi xwe ye’

Dîtîna Dewleta Kurdan her Xewn û Xeyalên te bûn, Heya em xweş bin û dilopek xwûn di leşê me da ma be, em ê ji dil û can her bi dû wê Xewnê kevin!

Cîhê te Ronî, Ruhê te Şad û Cîranê te Mêrxasên Kurd û kurdistanê bin!

Em Te Ji Bîrnakin ŞERVANO!

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *