2 Komar 3 Serok û 1 Al!

Kurdistan MahabadPêşewa Qazî Mihemed, li Komara Kurdistana Mahabadê Ala Rengîn bi azadî ji bo serxwebûnê bilind kir. Di heman demê de dayîkek Kurdperwer di bin sîbera Ala Rengîn ya Pîroz de namzetek ji bo parastina Ala pîroz û ji bo rêberîya doza serxwebûna gelê Kurdistanê tanî dinê. Ew nîşan û ew mizginî kûrê M. Mustafa Barzanîyê nemir Mesûd M. Barzanî bu.

Piştî xiyaneta derve û hundir, deriyê rûpela zêrîn ya Komara Mahabada bi rûmet ji bo demekê bi kûl û keseran hate girtin!

Berîya ku Serokkomarê Mahabadê Pêşewa Qazî Mihemed xwe qûrbanî doza Kurd û Kurdistanê bike, ev Ala Rengîn, nav û hestên Pêşmergayetîyê û doza serxwebûnê ya bi rûmet, teslîmî General M. Mustafa Barzanî dike.

General M. Mustafa Barzanî, li ser doza xwe û li ser soza xwe, bû sembolek û bû serkêş û xwedî rêbazek. Ji ber ku ew bi terbîya, bi bawerî û bi mêrxasiya şêx Abdulselam û şêx Ehmedê Barzanî mezin bibu. Bi qahremanên mîna Peşewa Qazî Mihemed bûbû rêvingê doza netewa xwe. Belê ew bû navê wê dozê û ew bû bavê Kurda.

General M. Mustafa Barzanî li ser hemî xiyanet û şikestinan jî tu car ji serkeftina doza gelê xwe dudilî nebu û herdem bawermend û evîndarê welatê xwe û doza xwe bû. Ew êdî rêberekî mezin jîr û zana bû; lê dizanîbû ku rêya doza serxwebûna wêlatê wî jî rêyek dirêj bû û pêdivî bi demek dirêj bu.

General M. Mustafa Barzanî şerînê li ber dilê xwe, nîşan û mizgînîya dozê, kûrê xwe yên merxas ji xwe re kir him heval û him jî şagird.

Belê ew serokê Kurd ku îroj bingeha dewletek serbixwe datîne, ew serokê ku îroj Ala Kurdistana rengîn li hemî paytextên cîhanê bilind dike, ew serokê Kurd ku bi 70 salîya xwe jî li enîya şer dibe moral û piştgirê Pêşmergeyên qahreman, him şagirt û him jî kûrê M. Mustafa Barzaniyê babê mezin qahreman kûrê qaremanan Mesûd M. Barzanî ye.

roja-ala-kurdistaneEw li bin sîbera Ala Rengin li Komara Mahabada azad de hatiye dinê. Weke ku ew dibeje: `herdem amadeye ku canê xwe yê pak dîsan di bin sîbera Ala Rengîn de bike qurbana azadî û serxwebûna wêlatê xwe!`

Belê, ev alaya ku li Komara Kurdistan, ya li Mahabadê bilind bû, Peşewa Qazî Mihemed teslîmî M. Mustafa Barzaniyê nemir kir, ewî jî teslîmî serok Mesûd M. Barzani kir. Û ew Alaya pîroz îroj li Parlemena Kurdistana azad hatîye bilindkirin.

Al, sembola azadî û serbilindîya neteweyekê ye. Îroj cenabê serok Barzanî û Ala Kurdistana rengîn hevdû temam dikin. Her cîyê ku ew bi hev re diçin serê me bilindtir dibe û em gav bi gav nêzî serxwebûna Kurdistanê dibin. Ew li bêjna hev tên!

Ez bi helkefta 38 saliya koça dawîn ya M. Mustafa Barzanîyê nemir û di şexsê wî de Pêşewa Qazî Mihemed û hemî şehidên Kurdistanê, bi hestîyarî bi bîrtînim û bejna xwe li ber giyanê wanî pak û dilovan ditewînim!

Serok Mesûd M Barzanî mîrasa wan e. Ez ji dest û ji çavên serokê xwe maç dikim!..

Têbinî û balkişandin: Kek Mesrûr jî him şagird, him hêval û him jî ji xwîyna wê rêbazê ye..!

Çeto Omerî

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *