Li Îranê 2 girtiyên din hatin darve kirin

Cezayê darvekirina girtiyên bi navên Ferhad Selîmî û Mihemed Qubadlû li girtîgeha Qizilhesar a Kerec a Îranê hat cîhbicîh kirin.

Îro 23.01.2024ê du girtiyên bi navên Ferhad Selîmî yê xelkê bajarê Seqiz a Rojhilatê Kurdistanê, piştî 14 sal li girtîgehê ma hat darve kirin. Herwaha Mihemed Qubadlû yê temen 23 salî jî li girtîgeha Qizilhesar a Kerec a Îranê hat darve kirin.

Rêxistina Mafê Mirovan a Hengaw ragehand, Ferhad Selîmî girtiyê mezhebî û xelkê Seqizê ku 14 salan li girtîgeha Qizilhesar a Kerecê dihate ragirtin hat darve kirin.

Duh dema malbata wî girtiyê kurd diçin ji bo hevdîtina dawiyê, ji wan re tê gotin sibe werin û îro dema ku diçin hevdîtinê ji wan re ragehandine ku cezayê darvekirina kurê wan hatiye cîhbicîh kirin û mafê hevdîtina dawiyê jî ji wan re nehatiye dayîn.

Herwaha ciwanê din ê kurd yê bi navê Mihemed Qubadlû ku di xwepêşandanên sala borî yên li Îranê de li bajarê Tehranê hatibû girtin, cezayê wî jî yê darvekirinê hat cîhbicîh kirin û dayîka wî bi vîdeoyekî li pêş girtîgehê bi girî daxwaz ji berpirsên Îranê kiribû, kurê wê afû bikin û jêbiborin û darve nekin. Ew ciwanê hat darve kirin bixwe fars e. 

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *