Li Silêmanî, Helebce, Soran û Ranyayê li hemberî êrişên Îranê xwepêşandan

Li Silêmanî, Helebce, Ranya û Soranê xwepêşandan li hemberî êrişên Îranê yên li Hewlêrê bi rê ve diçin.

Xwepêşandanên berfireh li Silêmanî, Helebce Ranya û Soranê li hemberî êrişên mûşekî yên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê dest pê kir.

Nûçegihanê Rûdawê Erkan Elî ragihand ku li Silêmaniyê seat 11:00an li ber Parka Nalî bi hezaran kes kom bûn.

Di xwepêşandanê de ji bilî alayên Kurdistanê wêneyên karsazê Kurd Pêşrew Dizeyî û keça wî Jîneya 11 mehî ku di êrişa Îranê de canê xwe ji dest dabû, hatin bilindkirin.

Kesên ku beşdarî xwepêşandanê bûn dirûşmên li dijî Îranê berz kir.

Erkan Elî diyar kir ku xwepêşanderan li hemberî êrişên li dijî sivîlan bi dirûşma “Yek dil, yek birîn, yek êş” xwestin peyama yekîtiyê bidin.

Li bajarê Ranyayê jî mîtîngek hat lidarxistin.

Dihat plankirin xwepêşandan saet 11.00an bê lidarxistin lê ji ber tevlîbûna zêde ya gel saet di 10.00an de dest pê kir.

Nûçegihanê Rûdawê Ebubekir Îsmaîl da zanîn ku xwepêşandan ji aliyê rêxistinên sivîl û çalakvanên Rêveberiya Serbixwe ya Raperînê ve hatiye organîzekirin.

“Em ne ditirsin û ne xwe diçemînin û ne jî dilerîzin”

Welatiyekî li Ranyayê ji Rûdawê re got:

“Em ji bo piştevaniya bajarê Hewlêrê li vê derê ne. Komara Îslamî ya Îranê rojane bi neheqî bi mûşek û dronan êrişî Hewlêra paytex dike û jinan şehîd dixe.

Em ne ditirsin û ne xwe diçemînin û ne jî dilerîzin. Hewlêr û Kurdistanê xwe naçemîne. Bi serokatiya Serok Barzanî em hemû amade ne ji bo Kurdistanê xwîna xwe bibexşînin.”

Xwepêşanderan îdiayên Îranê red kirin

Li Helebceyê jî gelek saziyên sivîl û çalakvanan li hemberî êrişên Supaya Pasdaran a Îranê ya li Hewlêrê xwepêşandanek li dar xis.

Xwepêşander li ber peykerê Omer Hawar kom bûn û heta navenda bajêr meşiyan.

Beşdariyan êrişên Îranê şermezar kirin û xwest ku rê li ber dubarebûna wan êrişan li dijî Herêma Kurdistanê bê girtin.

Herwiha welatiyan îdiaya Îranê yên ku dibêje baregeha Mossadê mûşekbaran kiriye red kir.

Çi bûbû?

Supaya Pasdaran a Îranê, şeva 15ê Kanûna Paşîn êrişî Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê kir.

Di vê êrişa Îranê de 4 sivîlan canê xwe ji dest da û 16 kes jî birîndar bûn.

Îranê derdora demjimêr 23:30î bi 11 mûşekan êrişî Hewlêrê kir û pênc ji wan li mala sermayedarê Hewlêrê Pêşrew Dizeyî ketin.

Pêşrew Dizeyî, keça wî Jîne, mêvanê wî û xizmetkareke mala wî cane xwe ji dest da.

Li mala Dizeyî amadehî dihatin kirin ku piştî 10 rojan rojbûna ewil a Jîneyê were pîrozkirin lê wê ji ber êrişên Îranê saleke tenemê xwe jî temam nekir.

Hevjîna Dizeyî û du kurên wî jî di heman êrişê de li mala xwe birîndar bûn. Rewşa tenduristiyê ya kurekî wî xerab e û niha li Îmarata Erebiyê tê tedawîkirin.

Li aliyên din, Dijeterora Kurdistanê jî heman rojê ragihand, 3 dronên bombebarkirî yên ku armanca wan Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê bû, xatine xistin.

Berpirsê Operasyonên Taybet ê Ajansa Parastin û Îstixbaratê Ebdula Hemereşîd ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku wan bi rêya sîstema parastina esmanî du mûşekên Îranê xistine xwarê.

Sibeha 16ê Kanûna Paşîn demjimêr 05:50î jî dîsa li nêzîkî Balafirgeha Hewlêrê dronek ketibû xwarê û teqiyabû.

Rûdaw

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *