Dozgerê Tirk û Başçawîşê Laz

Em kesên ku me cezayê muebet girtibûn, mafê me yê du salên dawî li hefsên niv vekirî derbasbikin hebû.

Ji bo ku di bin çavdêrîya dewleta tirk de 2 Temûz 1993yan de 33 rewşenbîrên Elawî hatin şewitandin û ji bo ku dewleta tirk 22 Cotmeh 1993 bê sûc û sebeb, tenê ji bo ku çavê gel bitirsînin, suiqastek li komutanê jandarma yê Licê Tuggeneral Bahtiyar Aydin hat kirin (piştre jina vî generalî daxwîyanî da û got: ‘‘mêrê min ne pkk, lê JITEM kuştîye!‘‘),  bi tank û helîkopteran êrîşî Licê kiribûn û tevlî hilweşandina 400 mal û 242 dikanên wan bi kuştina 15 merivên bê guneh û gelek birîndarên welatîyên Kurd qetlîamek pêkanîbû; me jî wek berpirsên partî û rêxistinan li hefsxanê ji bo her bûyerekê em pênc rojan ketin rojîyê û me daxwuyanîyên berfireh û armanc û karaktera dewleta tirk û girêdana bi van bûyeran re li çapemenîyê belav kir. Ji bo ku çima daxuyanîya me hat weşanndin, doza piştgirî û propaganda terorê di derbarê me de vekirin û me celî hefsên din kirin.

Em deh hêsîrên sîyasî yên ji partîyên cuda ji hefsxana Aydin birin hefsxana Elbîstan. Piştî bûyerên balkêş û bi ezîyet em gehîştin Elbîstanê. Ji bo ku çend mahkûm li hefsên mîna Afyon û Ermenek danîn, em di mekîna dorgirtî û bê pace de sewkî Elbîstan kirin. Li nêzî Konya tekerê erebê teqîya. Destava min ya biçûk jî zor da min. Heta hefsa Mereşê, demek ji sibehê heta êvarî, ez tirsîyam tûrî mîzîya min biteqe, destûr nedan ku ez biçim, desavekê. Hefsa Elbîstan ji bo me zor derbas bû. Midûrên wê jî ji derên din sirgûn bûbûn, qardîyan MHPyî bûn. Di lêgerînan de bela xwe di me didan û em aciz dikirin. Xwarin pir xerab bû. Carina tenê nîv qerwane savara rijî ji me re tanîn. Di lêgerîna qawîş û pelandina ser me de, di nav me û leşkeran de rakêşî çêdibû. Lê av û hewa Elbîstanê wek derman bû.

Rojekê sê gardîyan hatin rûniştin. Me jî çay ji xwe û wan re çêkir, me sohbet dikir. Gardîyanekî got: ‘‘em tev tirkin, birayê hev in!‘‘ Min jî got: ‘‘ême em ne tirk in!‘ Gardîyan ecêbmayî ma û got: ‘‘çawa tu li Turkîye dijî û tu ne tirk e!?‘‘ Min jî got: ‘‘ma qey Tirkên li Almanya dijîn Alman in? yên li Rûsya yan li Çîn dijîn Rûs in û Çînî ne? Ez Kurd im û welatê min jî Kurdistan e! Lê di bin dagîrîya dewleta Tirk de ye! Got: ‘‘tu him nanê dewletê dixwe û him jî li dijî dewletê dertê!‘‘ Min got: ‘‘dewleta te vî nanî ji ku tîne?‘‘ Him petrol, elektirîk, maden, komir, daristan û her dewlemendîya welatê me ya sererd û binerd talandike û baca erd, xanî, çandinî, pez û dewarên me distîne û keda me jî xesip dike û bi serde jî ziman, çand û hebûna me înkar û qedexe dike û wek xistîye serê te, mineta xwe jî li me dike! Ziq zik li çavê min nêrî û nema zanîbû çi bêje, rabû ser xwe, derket û çû!

Rojekê em du heb ji xwarina masîya jahrdadayî bûn. Çi di nava me de hebû, me tev avêt der. Me kir û nekir me nebirin doktor! Heta bû sibe û bi tedbîrên leşkerî em birin nexweşxanê. Piştî doktor me saxtî kir got: ‘‘bedena we jahr tev avêtîye, ji xwe jahr di xwîna we gerîyaba, heta niha hûn sax nediman!‘‘

Rojekê dozger bangî min kir. Çar leşker û başçawîşek, bi cemsekê ez birim nivîsgeha dozger. Dozger got: ‘‘min ji bo di derbarê bûyerên li Sêwasê û Licê qewimîbûn ku daxuyanîya we daye çapemenîyê bangî te kirîye!‘‘

Dozger pirsî: ‘‘Ev daxuyanî te nivîsine?‘‘

Min got: ‘‘çi ferq dike, min jî îmze kirine!‘‘

-Li gor te, ez faşîst im?

-Li gor min ev dewlet li gor qanûnên mêtinkarî û faşîst hatîye sazkirin û tê îdarekirin. Tu jî wek dozgerekî van qanûna pêktîne; loma tu jî faşîst e!

-Ev dewlet çawa faşîst e?

-Ji bo min ji faşîstbûnê wêdetir, mêtinkar e!

-Çimkî welatê min dagîr kirîye; ziman, çand, dîrok û hebûna gelê min înkar û qedexe kirîye!

-Welatê te li ku ye û gelê te kî ye?

-Welatê min Kurdistan e cih û warê ku gelê Kurd lê dijî! Ev welat pêşî ji alî împaratorîya Osmanî û ya Safewî, di 1639an de bu du perçe; di sala 1923an de ji alî Brîtanya, Fransa, Turkîye û Îran bû çar perçe. Berê gelên Balkan, Efrîqa Bakur û Erebîstan tev di bin destê dewleta Osmanî de bû. Ji ber zordarîya Osmanî, berê gelên Balkan serî hildan û xwe rizgar kirin. Ji ber Fermana Tanzîmatê û birrîna mafê xweserîya Mîrnişînên Kurd û Ereban, êdî wan jî nedixwestin  daxwazên leşkerî yên Osmanî pêkbînin.

‘‘Piştî Şerê Cîhanê ku Osmanî xwe da tengala Almanya û ordîyên xwe xist bin fermana generalên Alman. Bi Almanya re ew jî têk çû. Ereb jî alkarîya Îngîlîz û Fransizan kir û bi wan re Osmanî ji welatê xwe avêt. Lê Kurdan heta xiyaneta rêvebirên dewleta tirk nedîtin, li dijî Îngîlîz û Fransîyan hevaltî û alîkarîya Osmanî kirin.

‘‘Dewleta te, bi hevkarîya Îngîlîz û Fransîyan ji alî nîjadperestên Tirk yên Îttîhat-Terakkî , li ser kavilê dewleta Osmanî hat avakirin. Leşkerên mîna M. Kemal û Îsmet Onunu pêşî soz dan Kurdan û gotin: ‘‘ev dewlet, dewleta Tirk û Kurda û ya hemî Muslumana ye; wê mafê her kesî bê qebûlkirin û parastin; lê piştî ku li Lozanê rûniştin bi Înglîz û Fransizan re li hevkirin û peyman çêkirin û ji wan destûra dewleta netewî ya Tirk wergirtin, gotin: ‘‘ev dewlet tenê dewleta Tirkan e, ev welat Turkîye ye û tenê miletê tirk lê dijî; yên bêjin: ‘‘em ne tirk in, ya bira vî welatî terk bikin yan jî emê wan bipelêxin!

‘‘Dewleta Osmanî, ji komara we bi însaftir bû. Qet nebe heta astekê hebûn û xweserîya Kurdan qebûl dikir. Destûr dida ku Kurd di medreseyên xwe de, ziman, çand, wêje û dîroka xwe fêr bibin. Lê we danûsitendina hêsîr û koleyan bi me re kir. Dema me doza mafê xwe kir jî we bi dilhişkî û hovîtî êrîşî me kir. We welatê me tev gund û bajar, xanî û zevî  seranser şewitand û hilweşand. We merivên me heta bi zav û zêç, kal û pîr tev dan ber singo û gulehan! Ev helwesta we, bê westan heta niha bi çavsorî û zordarî dewam dike! Hîna li zora te diçe, çima ku ez ji dewleta te re dibêm faşîst û mêtinkar!

Piştî vegera hefsxanê, başçawîşê esil Laz ji min re got: ‘‘tu zane ku min bi baldarî li te gohdar kir! Tiştên te ji dozger re got tev rast bûn! Herbijî ji te re! Ez çavê te maçî dikim! Eynî tişt anîn serê me Lazan jî! Em tev hellîyan û telef bûn! Em îro newêrin bi rêxistin bibin û wek we serî jî hildin! Ez niha li ber te ji van cilên li ser xwe şerm dikim; lê em wer xizan û nezan mane, dewleta ku me tune kirîye, ji bo çar kuruşê debarê em xizmeta wê dikin!‘‘

 

 

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *