LI GIRTİGEHAN ÇI DIBE?

Ji bo mirov rewÅŸa girtîgehên Tirkîyê bizanibe, ne hewceye ku mirov pirr paÅŸve here. Lewra ev qetlîam û kuÅŸtinên di van rojên dawî de çêbûn ne nû ye. Qetlîam, daliqandin, ÅŸewitandin û bi lêdane heta îro gellek kesên welatparêz û ÅŸoreÅŸger ÅŸehît ket. Di nav du sê mehande nêzîkî 30 kes li girtîgehan de ji jîyana xwe bûn. Wekî em hemû dizanin ku xwîna ÅŸehîdê girtîgeha Amedê û yên rojîya mirinê hê zuvanebûye. Ji ber vê yekê kesên ku bixwazin di derheqê rewÅŸa girtîgehên Tirkîyê de bibe xwedîyê agahdarîyê divê li van geÅŸbûnîyên dawî binihere. Lewra ev geÅŸbûnîyên dawî gellek rastîyên tazî radixe ber çawan. Ev geÅŸbûnî jî didin xuya kirin ku polîtîka girtîgehan ji ya gelemperî cihê nîne. Çimkî Komara Tîrk ev heftê sale, him gelê xwe him jî gelên din wekî dîlan xistîye bin zilmeke tarî. Kesên ku dixwazin rizgar bibin her tim “mêvan”ên girtîgehan an jî rêvîyê mirinê ne. Ä°ro gellek kes dizane ku damizrandina Komara Tirk avakirina girtîgeheke mezin e! Ji ber wê yekê ji xencî hinek kedxwar û hezên faşîst tu kes ji vê komara xwînxwar razî nîne. Tenê kedxwar dibêjin “komara me demokratîk û baÅŸ e! Lê kerîyê kedxwaran nizanin ku têkoşîna gel a rêxistinî li hemberê jîyana tarî her tim jîyaneke ronahî û azad sazdike. Wekî demên berê îro jî, li seranserê Tirkîyê û li welatê me kela kela dengê berxwedana dîlan e. Hemû girtîgeh bidengekî bilind diqîrin: Berxwedan jîyan e! Rast e, berxwedan li her derî û her tim û di hemû hoyan de mifta derê jiyanê ye. Ji demên tarî heta îro mirovahî ji bo jîyaneke xweÅŸ û bê zilim ÅŸer dike. Ev ÅŸerê han wekî têkoşîna di nav mirin û jîyanê ye. Ji ber van sedemane ku kerîyê xwînmij û kedxwaran dixwazin her tim jîyana belangazan di bin bandûra xwe de bihêlin. Çi heyfe ku pirrî caran ji nezanî û bê rêxistinîyê xwedîyê van polîtîkan bi ser dikevîn…

Ev hivde an hijde sal in (17-18) li girtîgehan de berxwedana dîlên ramyarî li dijî Komara Tirk domdike. Ev berxwedana han heta niha bi sedan kes qurban da, bi hezaran kes seqet ma an jî bi nexweşîyên bêderman ketin. Li derva an li hundir bi sed hezaran malbatên dîlan di nav êş û xemgînîyê de ma… Ä°ro dîsa qora qora dîlan e. Hemû girtîgeh bi kela berxwedanê dikelin. Lê AMED wekî her demî ala berxwedanê ji destê xwe bernade. Em hemû dizanin ku çi çax qala berxwedana girtîgehan bîbe, evilî (berê) AMED tê bîra mirov. Çimkî di warê berxwedanê de cîhê AMEDê cihê û balkêş e! Lewra polîtîka devleta Tirk ya ku li girtîgehan bi cîh tîne her tim li gor cîhê din pirr taybet e. Ne tenê li girtîgehan li hemû derên Kurdîstanê evha ye. Dijmîn jî dizane ku AMED di jîyana gelê Kurd de xwedîyê rolekîye û ji bo jîyaneke azad di dilê gelê Kurde bûya warê hêvîyê, bûye evîna azadxwazan! Ji ber vê yekê ye ku dijmîn giranîya polîtîka xwe dide ser girtîgeha AMEDê.

PiÅŸtî 12 Rezberê (Ä°lon) virde li zîndana Amedê nêzîkî 80 kesên welatparêz û ÅŸoreÅŸger ÅŸehîd ketin; Bi hezaran seqet man. (Di nav vana de hinekan xwe daliqandin, hinekan xwe ÅŸewitandin, hinek jê di rojîya mirinê de û hinek jê jî di bin îşkencên giran de ÅŸehîd ketin.) Yên bi nexweşîyên giran ketin an jîyana xwe niha seqet didomînin ne tevayî vê tabloyê ye. GeÅŸbûnîyên îroyin didin xuya kirin ku emê hê pirr qurban bidin, him li Amedê him jî li hêlên din… Lewra dijmîn elimîye (fêr bûye) tema xwînê, dev jê bernade. Sedema têr nebûna vî jî, ji tema xwîne tê. Ev êrîşên ku van rojên dawî de geÅŸdibin ne nû ne. Em hemû dizanin ku bingehîna komara Tirk bi saya golên xwînê, bi agir û zora zilmê, bi tawanbarîyê hatîye damizrandin. Nijadkujî, dagir kirin, kuÅŸtin û talan bûye perçeyekî dîroka Komara Tirkîyêye. Jixwe ev barbarîya han di rûpelên dîrokê de wekî sembollekî tê nîşandin. Ji ber vê yekê ye ku serwerên (egemen) çînên Tirk bi zilim û zordarîyê, bi lêdan û tedayî yê, bi îşkencan û kuÅŸtinê ev kevneÅŸopîyên xwe yê dîrokî bi cîh tîne. Ji vê kevneÅŸopîyê ye ku dewleta Tirk, êrîşî ser dîlan dike, Jixwe karbidestên Komara Tirk wilo difikirin ku dagirtina zîndanan bi zilimû zorê wê bikaribin dengê dîlên ramyarî di nav çar dîwaran de bi xeniqînin û bi vî awayî jî tirsekî mezin bixin dilê girsan… Lê jîyan daye xuya kirin ku ev polîtîka han, di her demî de li dijî berxwedana dîlan de her tim mehkûmê windakirinê ye.

Berxwedana girtîgehan di hinek pêvajoyan de yekcaran ne tenê bûye armanca standina hinek mafan. Lewra di demên bêdengî de berxwedana dîlên ramyarî ji bo hiÅŸyarbûna civakî bûye alîkar… Lê belê ev çalakîyên han jî ne dûrî têkoşîna derva ye. Çalakîyên “hundir” perçeyekî têkoşîna derva ye. GeÅŸbûnîyên ku em dibêjin bi taybetî di nav demên ’83 û an de çêbûn. Lê dîsa jî em dizanin ku têkoşîna pêşker (belîrleyîcî) ya derva ye.

Bi kurtî, zilim û tadayên îro li ser girtîgehan domdike ne tiÅŸtek nû ye. Ji berê ve polîtîka zilmê li gor geÅŸbûnîya têkoşîna civakî û ÅŸerê azadî kêm û zêde dibe. Ev polîtîka ku îro domdike di bin destura MGK’de hatîye amade kirin û li gor daxwaza arteÅŸa Tirk tê tetbîq kirin. Ev polîtîka ku îro li girtîgehan de û li derva dimeÅŸe (kuÅŸtin, qetlîam, windakirin, zilim û îşkencên giran). Ji demekî virda ye gav bi gav zêde dibe û li gor vê zêde bûnê tê tetbîq kirin. Li hemberê van polîtîkan îro jî kesên ÅŸoreÅŸger, welatparêz û alîkarên komelên demokratîk hevalbendîya berxwedana dîlan dikin. Li diji berxwedana dîlan tawanbarîya berpirsîyarên girtîgehan roj bi roj zêde dibe. Berxwedana girtîgehan tenê nikare vê tofana zilmê bide seqinandin. Divê li derva alîkarên û malbatên dîlan, hêzên demokratîk û rexistin dîlan bi tenê nehêlin… Ji destê kê çi tê divê rojekî zû bi cîh bîne! Ev qetlîam û kuÅŸtinên dawî divê li cem berpirsîyarên van kar nemîne! Divê em hesab ji kesên tawanbar bipirsin. TiÅŸtên heta îro kirine divê li cem van kar nemîne… Gere tirsa mirinê bikeve dilê wan ku cardin li hemberê malbata mirovahîyê tawanbarî nekin…

29.09.1996  Girtîgeha ERMENEK

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *