Rapbêjê Kurd Xem çend staylên cuda tevlî rapê dike

Hêja Bagdu

Rap ew cûreya muzîkê navê xwe bi zimanê Îngilîzî ji rîtm û helbestê werdigre. Hema bêje bi tevahiya zimanên li ser ruyê erdê ew tê pêk anîn. Serê pêşî ji aliyê Afrîkiyên Amerîkanî ve hatiye afirandin lê niha li Stenbolê muzîkjenekî behremend heye ku vê cûra muzîkê bi zimanê Kurdî pêk tîne.  Ew jî Xem e! Ew xwedî stayleke taybet e û bi vî awayî xwe nîşan dide. Her wiha ji vêga de xwe gihandiye hejmareke bilind ya guhdaran.

Sala biborî wî albuma xwe ya bi navê “Biyan” deranîbû ku tê de 3 stran hebûn. Lê van rojan ew li ser albumeke nû dixebite. Ji bo strana xwe ya bi navê Payiz klîbeke nûjen jî çêkiriye û tevî vê klîbê ji guhdarên xwe gelek bertekên erênî jî stendiye. Ji vî aliyî de ew kesekî berhemdar e ku gotin û muzîkên albumên xwe bigiştî ew bixwe çedike û pêşkêşî guhdarvan û temaşevanên xwe dike.

Ev kesê ku di vî temenê xwe yê ciwan de evqasî jêhatî û behremend e kî ye û çawa dest bi mûzîkê kiriye werin em guh bidin wî: “Xem kî ye? Xem bi eslê xwe ji Bakûrê Kurdistanê ji bajarê Batmanê  (Êlihê) ye. 26 salî me û ev nêzîkî 10 sal e ku bi muzîka rapê ve mijûlim. Herwiha sala bihorî min albûma xwe ya yekem bi awayekî profesyonel deranî. Û niha jî ji bo albûmeke nû amadekariyên xwe berdewam dikim. Ez çend staylên cuda cuda tevlî rapê dikim. Weke mînak pop, house, R&B,reggae. Û heta ji min tê naverokên stranên xwe û staylên stranên xwe rengo rengo çêdikim.  Xem ev e.

Rap li Amerîkayê ji aliyê reşikên Afrîkayê ve hate destpêkirin. Rap tenê muzîkeke û ew çandeke Hip-Hopê ye.

Xem dibêje: “Min di 2010an de destpêkir. Heta sala 2015an min gelek stranan çêkirin, min gelek klib kişandin û di gelek çalakiyan de cî girt, ew hin çalakiyên mezin bûn. Lê piştî 2015an min biqasî 4 salan navber da. Ji bo xwendina zanîngehê û kar û barên xwe. Ev bûye salek û nîv ku ez dîsa vegeriyame ser karê xwe. Di sala 2019an de min albuma xwe ya yekem bi awayekî profesyonel çêkir. Û niha jî ez ji bo albuma nû xwe amade dikim.”

Xem bi awayekî profesyonel karê xwe dike. Di hin rojên heftiyê de deriyê studyoyê li ser xwe digre ku di vî ciyê xwe yê taybet de karê xwe dike ji bo amadekirina album û konsertên xwe. Ew li ser her hevokekê bi hûrgilî disekine û heta ku dengê rast derîne dev jê bernade. Xem dibêje asas Rap û zimanê Kurdî gelekî li hev tên. Bi taybetî balê dikşîne ser wê xalê ku ji aliyê ziman ve ti pirsgirêk nîne li hember Kurdî ji bo pêkanîna muzîka Rap ê. Lê ew naxwaze ku bitenê bi zimanê Kurdî muzîka xwe pêk bîne her wiha armanca wî ew e ku bi zimanên din jî ew karê xwe bike û derkeve li her derê cîhanê jî vî karê hêja bike.

Çanda Kurdî û ya Rapê em dikarin bêjin di heman tangê de ne. Nêzîkî hev dû ne. Dema em li koka muzîka Kurdî dinêrin yek jê dengbêjî ye. Dengbêjî û rap jî gelekî nêzîkî hev in. Em bêjin ji aliyê lîrîk, gotin û şêwazê ve. Û her wiha em dikarin bibêjin ji aliyê ziman ve jî Kurdî li rapê gelekî tê ji ber ku zimanekî fonetîk e. Ji ber wê bi hêsanî bi her zaravayekî Kurdî em dikarin rap bibêjin ji ber ku li her çar parçeyên Kurdistanê û li dîasporayê bi çend zaravayan ev muzîk tê çêkirin. Ango Rap ji bo zimanê Kurdî û Kurdî jî ji bo Rapê gelekî guncav e û em dikarin pêk bînin.

Xem muzîkeke mîna Rap ê ku bingeheke wê ya xurt heye bi zimanê xwe yê zikmakî pêk tîne û bi vî hawî jî ew derdikeve pêş. Bi awayê xwe yê nûjen û enerjiya xwe ya bêdawî ji niha de bûye xwedî gelek hezkar û şopîneran. Ew vê muzîkê weke rêberê jiyana xwe dibîne. Armanca wî ew e ku muzîka xwe bigihîjîne bi milyonan kesan û bike fîlozofiya Rap ê li her derî belav bibe.

https://www.rudaw.net/kurmanci/culture-art/311020201

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *