Li Ewrupayê Pêvajoya Ronesansê, Reformê û Ronahîbûnê

Siddik Bozarslan

Ez li jêr bi kurtayî haydarîyên di derbarê Bizavên Ronesans û Reformê da pêşkêşî we xwendoxên hêja dikim ku ew li Ewrupayê rûdane. Van hewildanan bi xwe ra Pêvajoya Bizava Ronahîbûnê jî anîye ku ev li Ewrupayê di şoreşên burjuvazî (ewil li Fransayê di 1789´an da qewimîye) da jî roleke girîng lihîstîye. Wek ez li jêr dubare dikim Ronesans, însên wek xulqandineke herî bi qîmet û payebilind qebûl dikir ku ev li dijî fikrên serdemanavîn  (çaxa navîn, 476-1492) bûye. Du filozofên Yunanî, wek filozofên kevn ku Berîya Miladê (BM) jîyane, wek  numûne mirov dikare nîşan bide ku ew ji alîyê kargêrîyên Atinayê ve hatine mehkumkirin û kuştin. Digel van du filozofan ez çend ji wan li jêr rêz dikm.

Anaxagoras (BZ 500-428): Filozofê yunanî (Grekî) ye. Ji ber ku wî jibo Rojê gotibû ku ew kevireke gewre yê ji agir e ku qasî deşta Atinayê ye; ji alîyê desthilatdarîya Atinayê ve bi  mirinê hatibû mehkumkirin.

Socrates (BZ 470-399): Filozofê yunanî ye û bi sucdarîya ku cuwanan li hemberî dîn teşwîq kirîye, bi mirinê hatîye mehkumkirin û ji neçarîyê wî bixwe dermanê jehrî vexwarîye û mirîye.

Ficinius (1433-1499) yek ji wan rewşenbîrê navdar yê çaxa navîn bûye ku gotiye: ”Xwe nas bike, hey dola (nejad-nifş) miqades ku di qilafetê însên da ye!” Bêguman ev, ne gotineke ji rêzê ye; ev qêrîneke bêhempa ye ku di wê sedsalê da hatîye gotin û her kes nikare wê bêje. Lê em pê dizanin ku di wê qonaxê da bandora kilîseyê (dêrê) li ser civatê zêde bûye û dêr û çîna serdestên (feodalan) civatê di nav hevkarîyeke xurt da hatîye meşandin.

Afirandina (çêkirina) barûtê, metbaayê (makineyên çapkirinê) û pusûlayê; di bingehê civatê da bûn semedê guhertinên gelek mezin. Bi saya çapxaneyê (matbaayê) êdî rewşenbîrên civatê dikaribûne dîtinên xwe bikin kitêb û wan bidin weşandin û her weha ew kitêb li gelek deran werin belavkirin û mirov bi saya wan hînê fikrên nû bûne. Her weha bi saya wan kitêbên rewşenbîran, fikrên nû ji nifşek (neslek) derbasî nifşên nû jî bûne û ev jî hêdî hêdî bi xwe ra pêşveçûneke civatî anîye. Lê li hemberî van pêşveçûnan dêr jî her tim di nav hewildanan da bûye ku fikrên nû di nav civatê da belav nebin. Loma dest bi qedexekirin û cezakirina rewşenbîran kirine. Çend numûne van e li jêr in:

Giordano Bruno (1548-1600), jibo ku gotibû xwedê di kaînatê da heye û kaînat jî bêdawî ye, ew ji alîyê dêrê ve li Romayê bi awayê şewitandinê hatîye cezakirin.

Michael Servetus (1511 Spanya- 1553 Swisre): Ew wek keşeyê spanî tê naskirin ku li ser gera xwîna laşê mirov fikrên nû avêtîye ortê ku ew li hemberî teşhîsên xiristîyanîyê bûye. Ji ber dîtinên xwe ew di 1553an da bi awayê şewitandinê tê kuştin. Balkêş e, yê ku wî îxbar dike û dide girtin xwedêgiravî reformistekî fransî-swîsrî yê navdar Jean Calvin (1509-1564) e.

Renê Descartes (1596-1650) wek filozofeke dualist hatiye naskirin; wî, di nav ferqîyeta heqîqeta ruhîyetê û derva da, resmên cuda yên xwedê ne, gotîye û parastîye.

John Locke (1632-1704) Fikrên Huqûqa Dewletê avêtîye ortê û gotîye ku hemî cins (mêr û jin) wekhev in; fikrên serdestîya mêran li ser jinan, ji alîyê însên bixwe ve hatîye avakirin.

David Hume (1717-1776), pêşnîyar kirîye ku divê bi rîya muhakemeyê ango xeyalî hin xurafe û tiştên ku hatine çêkirin, ji fikrên jîyanê werin paqijkirin. Li gora wî, ewil hewce ye em fikrên li ser tiştên ku di kaînatê da tune ne, ew ji kêderê hatine bibînin. Wek gotinên bihişt (cenet), cehenem û Xwedê; dema em çêkirina fikrên manayên wan bibînin, mukun e ku em ji wan rizgar bibin. Têkilhevîya ilm û dîn ku bi sedsalan hatîye domandin; li gora Hume, veqetandina wan mukun e û loma ew bûye pêşevayê serdema ronahîkirinê.

Rewşenbîrên navdar ku pêşevatîya ronahîkirina serdema şoreşên burjuvazi kirine, em dikarin çend ji wan rêz bikin: Montesquieu (1689-1755), Voltaire (1694-1778), Jean Jacques Rousseau (1712-1778), Diderot (1713-1784)

Antonio Gramsci (1891- 1937): Ev ronakbîrê (rewşenbîr) italî, li seranserê cîhanê bi nivîsên xwe yên ”Defterên Zindanê” (girtîgehê) tê naskirin ku hemî 33 defter in û ji 3000 rûpelan pêkhatîye. Ew hê di zarûkatîya xwe da nexweş bûye û ji ber nexweşîya xwe di klinikan da tedawî bûye. Ew dema di 08.11.1926an da bi tohmeta ”Di navbera çîn û tebeqeyan da hestên kîndarîyê belav dike û şerê hundûrî teşwîq dike” davêjin zindanê, xwedêgiravî ew wek parlamenter di bin parastina qanûnê da bûye. Di 1928an da dadgeh biryara xwe dide û dibêje; ”pêwist e ev mejî (aqil) 20 sal were rawestandin.” Lê ew di bin şertên giran da û bi awayeke nexweş jî li ser pirsên siyasî, civatî, çandî û wd. yên sazumana Îtalyayê 33 defterên xwe dinivîse û di 1937an da xatir ji jîyana xwe ya neweş û perîşan dixwaze û diçe ser dilovanîya xwe. (Antonio Gramsci, Hapishane Defterleri, Belge Y. İstanbul)

Lê wek em di encama jîyana Gramsci da dibînin, 150 sal piştî şoreşa burjuvazi li Ewrupa û li Îtalyayê jî hê jî kirinên li dijî demokrasîyê, azadîyê û mafên mirovî ku ji alîyê kargêrîyên van welatan ve pêk tên, dikarin xwe nîşan bidin ku ev jibo demokrasîya Ewrupayê cîyê şermê ye û eybeke mezin e

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir