DI DERHEQE RAPORA TOBB’E DE ÇEND GOTIN

Di meha Tîrmehê de Yekîtîya Ode û Borseyên Tirkîyê (TOBB) raporek bi navê “TeÅŸxîs û tespîtên li ser pirsgirêka rojhilat” (Dogu sorunu, teÅŸhîsler ve tespîtler) hate weÅŸandin.

Rapor bi pêşnîyarîya Tirkîyê, ji alîyê Prof. Dr. Dogu Ergîl ve hatîye amadekirin. Li ser vê raporê de di çapemenîya Tirkî de gellek tişt hatin gotin. Lê belê, piranîya wan gotinên ku hatine gotin ji hundirê raporê pirr dûr in. Lewra gotarên hemû hêzên civakî li gor berjevendîyên xwe dîtinên xwe diyar kirine û tiştên anîne ziman jî, hemû daxwazîyên wan in.

Di vê nivîsarê de armanca min ew e ku dîtinên hêla Tirkîyê bînim ber çavan û wan dîtinan piçekî bişîrovim. Di vê nivîsê de ez naxwazim li ser dîtinên Kurdan bisekinim. Ji be vê yekê dîtinên Kurdan ne mijara vê nivîsê ye. Lê divê ev dîtin jî bê şîrove kirin… Gava ku ev rapor hat weÅŸandin, serê ewilî hukumeta Tirkîyê li raporê bû xwedî. Tansu ÇiLLER bi xwe got ku ew rapor bi malumata me hatîye amade kirin… Em hemû dizanin ku heta MGK destûr nede ne hukumet ne jî hêzêkî din ne mumkune ku dest bi amade kirina raporeke ewha bike! Wekî em hemû dizanin di van salên dawî de di bin destûra MGK’ê de gellek raporên wiha hatine amade kirin. Hêzên ÅŸerê taybetî yekcaran hinek raporan bi alîkarîya çapamenî eÅŸkera dikin. Dixwazin berpêyîya (reaksîyona) girsan bigirin an bipîvin. Ev rapora ku ji alîyê D. ERGiL ve hatîye amade kirin jî, di weÅŸandina wê de armanceke wiha heye. Dewleta Tirkîyê xwest ku berpêyîya girsên Tirkan û Kurdan hîn bibe (bi elîme). Li gor min KT’yê di vê armanca xwe de serfiraz bû.

Li ser vê raporê em dikarin bibêjin li hêla Tirkîyê du dîtinên balkêş derketin holê. Yek jê; dîtinên hêzên aÅŸtîxwaz in. Ya din jî, dîtina enîya ÅŸer e. (Yanî dîtinên Artêşa Tirk û yên dûvikên vê). Di nav wan dîtinan de jî tiÅŸtên têvîl têvîl hatin gotin an rexistin ber çavan… Lê tu kesî ne got ku “ka em bipirsin ÅŸervanên Kurdan çi dixwazin? Di derheqê vê raporê de ev kesên han çi difikirin? Di derheqê vê raporê de rêxistin û rewÅŸenbîrên Kurdan çi dibêjin?” Aşîtî ji bo herkesî hewcedarîyek jîyanî ye, lê belê ev aşîtî vê çeva be? Vê aÅŸtî bikêra be? Pirsa girîng ew e!

Li hêla Tirkîyê yên ku hebûna xwe bi ÅŸerê kirêjî ve girêdane naxwazin behsa çareserîya vê pirsê bibe. Gava ku behsa aşîtîyê dibe, ev kesên han har dibin. Devê van ve dibe xwîn û mirin pê ve ti tiÅŸtekî dernakeve ji devê wan. Van rojên dawî de dîsa li ser vê raporê xwîn di herike ji devê wan. Li hemberê çend rastîyan xwedîyê vê komara gemarî û xwînî gellek berpêyîyên (reaksîyon) mezin dan nîşandin. TÃœRKEÅž, ÇÖLAÅžAN, ECEVÄ°T û PERÄ°NÇEK bi hevra û bi devekî dîtinên hêzên taybetî, cerdivan (parezgerên gundan) û kontr-gerîlla qîrîyan. Hinekan jê li ser navê çepitîyê hinekanjê jî li ser navê “welatparêzî”yê yanî li ser navê nijadkujî yê kirin gale gal. Çimkî ev kesên han ji be ku nanê xwe ji vî ÅŸerî peyder dikin naxwazin nanê wan bikeve tahlûkê! Ji vê sedemê ye ku dest bi çêran kirin û tadayên li ser gele zêde kirin. Çapemenîya Tirk jî dîtin û gotinên van her çar “dest birakên axretê” her roj weÅŸand. Yên ku dixwest an jî dixwaze li ser vê mijarê, di derheqê naveroka raporê de bipeyive, dîtinên xwe dîyar bike an lec bike ji tirsa wan çar peyivdarên xwînmijan newêribûn dengê xwe derîn in. Lewra van camêran wekî “şûrê Demokles” her tim li ser serê gel dihêze (an jî daliqandine).

Em dibînin ku li hemberê van berpêyîyên han hinek rewÅŸenbîr û hêzên çepê Tirkan rîya bêdengîyê hilbijartine. Gava devê wan cameran vedibe tu kes nikare bipeyive li ber wan! Lewra ÅŸoreÅŸgerên(!) mezintir ew in, enternasîyonalîstên mezin ew in! Ew camerên han wilo xwedîyê dîtinên dûr û kûrin ku li qêdera Dinê çi çê dibe haya wan “enternasyonalîstên” giregir jê heye û jê re çareserîyekî dibîn in! Lê çi heyfe ku ev kesên han kelemên ku di çavê wan daye nabîn in û naxwazin wî kelemî ji çavênn xwe derxin. Ji wana hinek jê jî, şûna rexnên objektîf dîyar bikin, radibin xwe bi tiÅŸtên vala mijûl dikin. Tu dibe qey ev camêrên han bi naveroka raporê pirtir bi ÅŸeklê wê ve alaqadarin. Ji ber vê yekê ye ku TÃœRKEÅž, ÇÖLAÅžAN, û hevalbendên wan dest bi tadayên, dest bi çêran kirin. Li gor wan D. ERGÄ°L “endamê PKK’ye, di rapora xwe de jî teref digire û sextekar e”. Gava ku gur û kûçik dest bi zûrîn û ewtê ewtê dikin êdî nizanin bisekin in. Divê mirov bi ÅŸivekî ter li serê wan xe ku bila bizanin bin sekinandin çeva ye. Lê hoyên îroyin de yên ku karibin li serê van gur û kûçikan xin ji xencî Kurdan tu kes ne xuya ye, li hole. Ji ber vê yekê ye ku serokê gur û kûçikan niha dest bi zûrînê kirî ye. Ev serok kûçikê diran dev de ne maye, derheqê rapor û D. ERGÄ°L de ewha got: “Ez ji Tirkbûna kesên ku vê raporê amade kirine, bi guman im! Ez Tirkbûna wan ÅŸibha dikim!” Hinek aqilmend û karbidestê Tirk jî gotin ku: “D. ERGÄ°L ji bo ku di nav seroktîya PKK’ê de cîh bigire ev rapor amade kirîye”. Li hemberê van gotinan koma nijadperestan tev bi hevra “rast e! Wilo ye!” gotin.

Ez bawerim ku ev rewÅŸa han bi tenê wê di derheqê civata Tirkîyê de, fikrekî zelal bide me. Lê dîsa jî, divê em li hinek dost û hevalbendên Tirk neheqîyê nekin. Lewra hinek rewÅŸenbîr, aÅŸtîxwaz û parazgerên mafê mirovan li dijî wan nijadperestan derket in, dîtiên xwe diyar kirin û li gor qeweta xwe, dîtinên xwe gihiÅŸtandin girsan. Di pêvajoya îroyin de, dê bin germîya ÅŸer de û di hoyên îroyin de qeweta van dostan ancax ewqas çê bû. Ji bo van sedeman rexnên me dûrî van dostan e…

Lê hinek hêz hene ku xwe ÅŸoreÅŸger, sosyalîst û çep didin nîşandin, navnîşana çend rexnên me ji wan hêzan re ye! Lewra wana heta îro ne xwe naskirine ne jî jîyana ramyarî! Ev dostên han bi salane him xwe him jî girsan dixapînin. Çend kes hatine cem hev û ji xwe re holikekî damizrandine û ÅŸev-roj dibêjin “em û em”. Lê bîst salî zêdetir e ku ev strana hanê em dibihîzin. Ev hêzên han şûna dîtinên xwe diyar bikin, bêdengî zêdetir çêyî dîtin! Dibe ku ev gotinên me piçekî giran bin, lê rastîya rewÅŸa îroyin ewha ye… Çimkî tirsa hemû hêlan û hêzan yek e! Ew jî “perçebûna Tirkîyê” ye. Çep û rast hemû hêz dibêjin “ji Kurdan dûr bisekinin an ewê Tirkîyê perçe bikin”. Gava ku nakokekî di nav hêzên Kurdan de der dikeve çep û rastên Tirkan xwe wekî xwedîyên Kurdan nîşandin û alîkarîya xwe diyar dikin. Şûna navbendî bikin radibin fesadîyê dikin. Di vê mijarê de em dikarin gellek mînakan nîşanbidin lê ne hewceye! Lewra di kovar û belavokên wan de, di rûpelên çapemenîya wan de fesadî û xwe xwedî nîşandin gellek in. Yên bixwaze li ser mijarê bisekine divê çav li çapemenîya wan bigerîne. Nemaze demên ku di navbera hêzên Kurdan çi çax ÅŸer derketîye ev camêrên han wek karbidestên dewleta xwe bi fesadî dubendî dixin nav hêzên Kurdan. Ev rastîya han jî kêmasîyeke hêzên Kurdan e. Lê, çi heyfe ku hinek hêzên me ev rastî hê ne dîtine. An ji bo berjewendîyên xwe yên sekterîyan (secterîan) naxwazin wê rastîyê bibîn in.

Ä°ro hemû hêzên Kurdan di derheqê aÅŸtîyeke ramyarî û ji bo rawestandina ÅŸer, ku li welatê me didome, di parêzin. Lê di nav çepên Tirkan de hinek hêz li dijî van dîtinan derdikevin û ÅŸerê îro didome pê yarî xwe dikin. Kesên aÅŸtî dixwazin tawanbar nîşan didin. Li gor van camêran “hemû hêzên aÅŸtîxwaz kevneperest in û dixwazin bi dijmîn re li hev bên” . Em bawerin ku van camêran rastîya ÅŸerê qirêjî bidîtinbûna û di nav germîya ÅŸer de bijiyabûna wê tiÅŸtekî ewha ne gotin bûna! Lê mixabin ev camêr ji ber ku dûrî girsane û lingê wan nagihîje erdê ewqas rehet dipeyivin. Gava ku darê zorê dibînin hemû bi hevra diqîrîn û dibêjin: “Hevalno, birevin ejman qelişî!” û bi vî awayî xwe diparêzir! Hinek dibin penebîr, hinek jê jî karmend, dewlemend û lîberal in. Pirsa rastî rewÅŸa van hevalan jî wekî gotina “keçelo navê min navê te kimê min li serê te” ye. Li holê tu tiÅŸtekî van tune, lê gava ku devê wan vedibe ji xencî enternasyonalîzmê tu tiÅŸtekî din ji devê wan dernakeve. Em ev rexnên xwe li vir qut dikin û dîsa vedigerin ser pirsa rapora D. ERGÄ°L.

Ji ber ku rapora TOBB’ê di destê me da tune ye, emê li gor beşên ku di çapemenîyê de hat weÅŸandin dîtin û şîrovên xwe diyar bikin. Çê dibe ku hinek kêmasîyên me çê bibin, lê dîsa jî ev tistên di rûpelên rojnaman de çîh girtine fikrekî dide me. Gava ku rapor hate weÅŸandin ji toz û dûmana nijadperestan kes kesî nedidît. Di çapemenîya Tirk de ji nirandina (deÄŸerlendirme) vê raporê bi piranî li ser “xayintîya” amadekarê raporê hat lec kirin. Ji bo rewÅŸekî ewha çê bibe karbidestên Tirk bizanayî rojev guherandin. Lewra hêzên jîyana xwe bi ÅŸer ve girê dane naxwazin gelê Tirk hinek tiÅŸtan bibihîze an lec bike! Heta ji destê wan tê naveroka pirsan vala dikin, vediguherîn in û bala gel dikişînin ser rojevên “sûnî” (yên ne rast).

Dîroka dewleta Tirk ji alîyê xapanin û bêbextîyê de gellek dewlemend e. Di hemû deman de karbidestên Tirk her tim pirsgirekên civakî xwestine bi darê zorê çareser bikin. Lê gava ku qeweta wan negihistîye an nikaribûne, wê çaxê jî dest bi rîya xapandinê kirin e. Di vê raporê de jî armanceke wiha xuya ye. Lê ev nayê mana ku di raporê de tu tiştekî tune ye! Gava ku mirov li ser vê raporê bi balkêşî bisekine wê bibîne ku di hundirê vê raporê de gellek nuqteyên balkêş hene. Ji ber vê yekê, qasî em li ser kêmasî û xeletîyên raporê disekinin divê em ew qasî jî li ser naveroka wê bi sekin in.

Polîtîka dewleta Tirk di hêla pirsgireka Kurd û Kurdîstanê de pirr zelal e. Ji berê heta niha polîtîka wan a bingehîn ew e ku  “pirsekî ewha tune û wê tu car çê nebe.” Ew dîtina hanê di hemû qadên jiyanê de heye û li dijî gelê din û belangazan ÅŸer kirin ji bo hebûna xwe ÅŸertekî mezin dibîne. Ji xencî  xirabîyê, tu  carî çêyîyî  bi gel re çê nebûye. Hebe tunebe divê berjewendîyên wan li pêfl be! Ji ber vê yekê gava ku hinek jê, behsa Kurda bikin an jî li ser doza Kûrdîstan ramanên xwe diyar bikin, jiyan li wan heram dibe. Dîroka gelê Kurd ji vî alî de gellek dewlemend e. KuÅŸtin, îşkence, tadayên aborî, yên civakî û ramyarî bigirin heta ku tevkujin, nijadkujî hemû metodên qirkirinê li ser Kurdan hatine ceribandin…

Di van salê dawî de gelê Kurd rûpelên dîrokê ji nû ve zivirand û dest bi nivîsandina dîroka xwe kir û serfirazî didomîne. Em hemû dizanin ku tiÅŸtên îro di nav karbidestên Tirk de tên lec kirin ne nû ye. PiÅŸtî ku PKK di sala 1984 an de dest bi ÅŸerê çekdarî kirîye vir de pirsgireka Kurdîstanê dest û lingê dewleta Tirk girêdaye, hemû çavkanîyên aborî, civakî, leÅŸkerî û ramyarî bi wê pirsgirekê ve hatîye girêdan. Disa hemû kesên polîtîk dizanin ku heta ev ÅŸer, ev pirsgireka han re çareserîyeke bingehîn neyê dîtin wê hemû çavkanîyên dewletê bi vî ÅŸerî ve girêdaybe! Ev ÅŸerê hanê roj bi roj van çavkanîyan didaqulîne û ji xencî hilbirandina leÅŸkerî hemû hilbirandinên di hêlên din de tên çêkirin dide sekinandin. Dawîya vê tabloyê de bêkarî (îşsîzlîk) roj bi roj zêde dibe û di qada aborî de tu remedanî (yatirim) çê nabe. Wekî ku li Tirkîyê rewÅŸa em dijîn…

Rewşa ku îro Tirkîye têda ye ewha ye. Em dikarin bibêjin ev rewşa han ku em têda ne rewşekî tarî û gellek xirabtir e! Lewra hemû ben ketine destê artêşa Tirk û dixwazin vî şerê kirêjî li her derî bidomînin. Ev rewşa han jî bûrjûvazîya Tirk di tirsîne. Hilbirandin bi tevayî hatiye sekînandin, remedanîyên nû tune an jî çê nabe û dawî vî şerî jî naye. Ewê bi vê polîtîka îroyin heta kêdere here? Tirsa bûrjûvazî ev e!

Ev rapora ku ji alîyê D. ERGÄ°L ve hatîye amade kirin bi tevayî li gor armanc û daxwaza bûrjûvazî hatîye nivîsandin. Gava ku em baÅŸ vê raporê bi nîrxîn in û li ser bi sekin in, ez bawerim ku emê hemû dîtin û daxwazîyên bûrjûvazî di nav rûpelên vê raporê de bibîn in. Çaresera ku di dilê wan de derbas dibe di nav pirsan de veÅŸartîye. Ji xencî vana, berpêyîya gelê Kurd jî -kêm be jî- derketîye holê. Mesela di îstastîkê vê raporê de ji sedî 42 (%42) kes federasîyonê dixwazin. Dîsa ji sedî 14 e (%14), dewleteke serbuxwe, ji sedî 13 e (%13) jî muxtarîyet (otonomî) dixwazin. Dîsa ji sedî 19 (%19) kes jî reforma îderaya heremî dixwazin. Ev çar daxwazên han jî dûrî sîstema niha ye û li dijî berjewendîyên dewleta Tirk e. Eger em hejmarên her çar daxwazîyan bi hevra binirxînin emê bibînin ku di van ÅŸertên dijwar de, ku bin sîya mirinê de geÅŸdibe, di bin sîya çekan de, di nav gelê Kurd de ji sedî 88 (%88) kes çareserekî nû dixwaze. Eger gelê Kurd îro ne di bin zulmê dabûya û ÅŸertên serbest bi hatina amade kirin ez bawerim ku wê daxwazîyên gelê Kurd têvîl bûna. Yanî di ÅŸertên serbest de, gelê Kurd wê daxwazîyên xwe bixemdî û bê tirs diyayr bike. Wê gavê jî, ewê dawîya îstastîkan ne mîna hejmarên îroyin be. Yanî ji xencî xayin û tolazan wê tevaya gelê Kurd li dijî sîstema îroyin be…

Gava ku em bala xwe baş bidin îstastîkan em ê bibînin ku                                     gellek rastî veşartine:

1- % 90 xwestine awayê îdarîyê Tirtîyê biguhere.

2- % 53 xwestine ku bila PKK bibe partîyeke legal (kanûnî)

3- % 75 diyar dikin ku dewlet nikare li hemberê PKK’ê bi serkeve.

4- % 42 federasîyon dixwazin.

5- % 35 diyar kirine ku merivekî wan di nav refên PKK’ê de cîh digire.

6- % 90 zimanê xwe Kurdî didine nîşandin.

7- Ev hemû didin xuya kirin ku gelê Kurd li têkoşîna netewî xwedî derdikeve.

Di dawîya van dîtinan de em dikarin bi kurtasî bibêjin ku, ev rapor di bin destura Konseya Ewlekarîya Netewî (MGK) de hatîye amade kirin. Karbidestên Tirk xwestine ku bisaya vê û yên mîna vê berpayîya gelê Kurd bi peyivin. Di dawîya weÅŸandina vê raporê de me dît ku tu nîyeta karbidestên Tirk tune ye dev ji metodên leÅŸkerî yên qirkirirê berdin. Lewra xwedîyê vê raporê di dîtin û daxwazên xwe de rast bûna wê îro li hemberê banga aşîtî û lihevhatinê bê deng ne mana. Lê em dibînin ku ev çepikvanên xwînmijan li ber dengê aşîtî û jîyaneke azad kerr û lal in. Ji bo jiyaneke nû divê em dest bidin dest hev û kerrîyê lal û kerr ji xew hiÅŸyarbikin. Ancax wê çaxê mana rapor û îstastîkan hebe…     Tebax ’95    Ermenek.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *