PWKyê LI BATMANÊ BI DURUŞMÊN ”NEWROZ CEJN E, NEWROZ BERXWEDAN E, NEWROZ KURDISTAN E” MEŞA NEWROZÊ LI DAR XIST

Rêvebir û endamên PWK Şaxa Batmanê, roja 20.03.2024an, bi şev, di saet 20.30an de li Caddeya Gulistanê kom bûn.
 
PWKyîyan ji destpêka Caddeya Gulistanê heta dawîya caddeyê, bi pankarta “Agirê Newrozê Mizgînîya Azadîyê ye” û bi dehan Alayên Kurdistanê meşîyan. Meşa Newrozê bi duruşmên “Bijî Azadîya Kurdistanê, Bijî Newroz, Newroz Cejn e, Newroz Berxwedan e, Newroz Kurdistan e, Newroz Li Gelê Kurdistanê Pîroz Be, Bijî Kurdistan ” berdewam kir.
 
Piştî meşa Newrozê li destpêka Caddeya Gulistanê li keleka Bîrdarîya Mafên Mirovan, Serokê PWK Şaxa Batmanê kurte axatinek kir û Sembolik Agirê Newroz pêxist.
Paşê Endamê Meclisa PWKyê Hamdusena Demîrel Daxuyanîya PWKyê ya ji bo Newrozê xwend.
 
Ev jî daxuyanîya PWK batmanê ya di derbarê newrozê de ye:
” Em agirê newrozê bi banga rawestandina şerî û bi hişmendîya neteweyî geş bikin
Îşev agirê ewil ê Newrozê tê pêxistin.
 
Newroz ji bo miletê Kurd cejn e, berxwedan e, serhildan e, mizgînîya azadîyê ye.
Newroz li gel miletê Kurd, cejna hemû gelên Aryan e, herweha 21ê Adarê Roja Têkoşîna Navnetewî ya Li Dijî Nîjadperestîyê ye.
 
Ji rûxandina zilma Dehaqê xwînxwar heta îro, ji bo azadîyê agirê Newrozê herdem bi şêweyên cuda cuda hatîyê dadan û geş kirin. 
 
Em wek Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) dibêjn, li Bakurê Kurdistanê bi minasebeta Newrozê, bi dengê milyonan em bangî hemu kesi dikin da ku şer û pevçun û operasyonên leşkerî rawestîne.
 
Werin em du karan bi hevdu re bimeşînîn.
Werin li Bakurê Kurdistanê ji alîyekî ve em Newroza 2024ê bikin destpêka bihevre xebat, hevkarî û tifaqên li ser hişmendî û prensîbên neteweyî, niştimanî. Em gav bi gav yekrêzêya partî û hêzên ku li ser axa Kurdistanê statuyeke sîyasî, neteweyî, milî diparêzin bihûnin.  
 
Û werin ji alîyekî ve jî, em wek destpêk li ser van daxwazên xwe yên acîl yên netewî, demokratîk, hêza xwe bikin yek, em wek alîyekî, wek nûnerê miletê xwe tevbigerin.
Em bi minasebeta Newrozê careke din dibêjin her destkeftineke li her perçeyekî Kurdistanê em wek destkeftineke xwe dibînin. Xwedîlêderketin û parastina her destkeftinên neteweyî, niştimanî yên li her perçeyekî Kurdistanê wazîfeyeke neteweyî û dîrokî ye.
 
Ziman, hebûn û heykelê miletekî ye. Lê mixabin, îro li Bakurê Kurdistanê û li Tirkîyeyê zimanê me di nav metirsîyeke mezin de ye.
 
Jenosîdeke mezin li ser zimanê kurdî tê meşandin.
Werin bila Newroza îsal bibe destpêka fêrbûna kurdî…
Werin, di paşerojê de, yên ku bi kurdî nizanin bila kurdî fêrbibin, yên bi xwendin û nivîsandina bi kurdî nizanibin, bila xwendin û nivîsandina bi kurdî fêrbibin.
Belê îşev şeva Newrozê ye.
Bawerî, hêvî, sebir, tifaq, xebat, biryardarî, têkoşîn divê her ardûyê alavîya agirê newrozê bin.
Em bi van hest û bawerîyên xwe Newroza gelê xwe pîroz dikin.”
Meşa Newrozê, piştî daxuyanîyê bi duruşmên“Bijî newroz, Bijî Kurdistan” bi dawî bu.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *