Parlamentoya Iraq dîsa butçeya Kurdistan birrî!

Dewleta Iraq û hukumetên Iraqê, heta ku di bin bandor û fermana dewletên cîran ku Herêma Kurdistan neyarê xwe dibînin bê rêvebirin, tu mafî ji Kurdan re nasnake û wê pêwendîyên Iraq û Kurdistana Federal, herdem bi qeyranan bimeşe!

Ev ne lê rasthatine ku ji alîyekî PKK êrîşî pêşmerge bike û lûleya petrola herêma Kurdistanê biteqîne û ji alî din ve parlamentoya Iraqê bi piştgirîya parlamentên xayin (ku endamên partîyên hevalbendên dewleta Îran in) dîsa butçeya Herêma Kurdistana Federal bibirre.

“Parlementoya Iraqê îro dahnê sibê pirojeqanûna wergirtina deynan pesend kir. Di wê qanûnê de rêkeftina Hewlêr û Bexdayê li ser mûçe û 320 milyar dînarê ku lazim bû Bexda mehane bide hikûmeta Kurdistanê, nehat hesibandin.”

Parlameta Iraqê, bi armanca valahîya butçê dagire û maaşan zêde bike, proje qanûna deyndarîyê kirin rojeva Parlamenta Iraqê.

Tevlî ku tekelîya bûtçeya Kurdistanê û vê proje qanûnê, rasterê bi hevre tunebû jî parlamentên Şîî û Sunnî bi hevre biryar dan û xistin projeqanûnê ku şertê dana butçeya Herêma Kurdistanê bi hemû neft û dahatên Kurdistanê ku dewrî îdareya Iraqê bike hat girêdan!

Parlamentên Kurd bi giranî, li hember vê helwestê derketin û parlamenta Iraq a Federal terk kirin.

Di birrîna butçeya Kurdistanê de, li gor agedarîyan, rolek girîng ya parlamenterên Kurd yên di bin kontrol û fermana Îranê de tevdigeriyan hey e. Yanî kurmê darê dîsa li ser karê di xizmeta neyar de ye û wezîfa xwe dike!

Sekreterê Parktiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd dibêje ku: “Eger em hemû dahat, ax û gel jî radestî Iraqê bikin, Bexda, ne amadeye budce û mûçe û mafên rewa yên gelê Kurdistanê bide. Lê îro zêdetir jî mahîyeta Iraqîyan derket; sune û şîe li gel hemû dijminatîya xwe ya li gel yek heye, her Ereb bûn û li gel yek bi yekdengî daxwaza birrîna budce û mûçeyê herêma Kurdistanê kirin.’’

Her weha, Mihemed Hacî Mehmûd daxwaz û pêşnîyar dike ku desthilata destûrîya herêma Kurdistanê û partîyên siyasî bicivin û biryarê li ser van xalan bidin:

1 – Êdî daxwaza pare û budce û mûçe ji Iraqê neyê kirin.

2 – Kurd xwe ji Bexdayê vekêşe.

3 – Ew dahata heye li Kurdistanê bê rêkxistin.

Ya rasttir ew e ku Herêma Kurdistanê vê pirsgirêka bîne rojeva cîhanê; bi taybetî li gel Yekîtîya Netewan û Dewletên Yekbûyî Amerîka, Yekîtîya Ewropa û Komara Fransa vê pirsgirêkê gortûbêj bike û çareserîyek mayinde bibîne.

Lewra dewletên mîna Îran û Turkîye û şovenîzma Erebên Iraqê destûr nade ku gelê Kurdistan û yê Iraqê di hundir aştîyê de bijî! Ev jî yek çareya wê hey e, divê ku Kurdistan di warê aborî de serbixwe bibe. 11.12.20

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *