
Li Batmanê, bi boneya roja zimanê zikmakî yê cîhanê panelek li ser kurdî tê lidarxistin.
Kesên wekî Fatma Budak Güler, Mele Huseyînê Êsî, Resûl Geyîk û Mîzgîn Ronak beşdarî panelê dibin.
Di panelê da mijarên wekî Jin û Ziman, Perwerdehiya Bi Zimanê Dayikê, Girîngiya Çand û Zimên Di Baweriyê de, Hawar û Giringiya Zimên û Zimanê Dayikê Asîmîlasyon û Otoasîmîlasyon dê bêne nîqaşkirin û kesên navborî dê gotarên xwe pêşkêş bikin.
Moderatorîya panelê dê ji alîyê Nuh Bozkur ve bê kirin.
Bername li Eywana Baroya Batmanê, 18yê Sibata 2024an, saet 13:30an dest pê bike.
Bername bi hevkarîya sazîyên wekî Komelaya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Arî, Şaxa Eğitim Senê ya Batmanê, Komeleya Nubihar û Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Batmanê tê lidarxistin.