Li Îzmîrê ciwanekî Efrînî ji aliyê nijadperestan ve hate kuştin

Li bajarê Îzmîrê yê Tirkiyeyê Kurdekî ji Efrîna Rojavayê Kurdistanê hate kuştin.

Hejmareke ciwanên Tirk ên nijadperest li bajarê Îzmîrê, êrişî penaberê Kurd ê bi navê Mihemed Cemal Qasim kir û ew kêran kuşt.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Mihemed Cemal Qasim 15 caran hatiye kêrkirin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê da zanîn piştre ciwanên nijadperest ên Tirk ciwanê Kurd ê Efrînî avêtiye parkeke bajêr û ji cihê bûyerê reviyane.

Xortê Kurd ê ku bi derbên kêran giran birîndar bûbû canê xwe ji dest da.

Heta niha sedemên kuştina xortê Kurd nayê zanîn û nasnameya êrişkaran jî diyar nebûye.

Mihemed Cemal Qasim xelkê ji gundê Meryemînê ye navçeya Şeranê ya Efrînê ye.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *